diłêkî ẍemzedeyî sadeyî emînim bû

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  779 views
diłêkî ẍemzedeyî sadeyî emînim bû
şerîkî şadîy û ẍusse û sirûr û şînim bû
eger ẍemê le minî řûbdaye; car becar
her ew befîkiret û tedbîrî xoy, mu’înim bû
řefîqî ’îzzet û mîḧnet, şefîq û meḧřemî řaz
mudam hemdemî giryan û pêkenînim bû
şewane ta beseḧer, her le subiḧ ta beşam
enîs û mu’nîs û hemřaz û hemnişînim bû
eger le ẍemzey diłdozî diłberan, zexmêk
becanî xeste biba, merhemî birînim bû
eger beřencî ẍemî hîcirda bikewtayem
her ew tebîb û peristarî bin serînim bû
eger le bendî xemî zułfî diłberêda bam
her ew nedîmî şew û řoj û çarebînim bû
nebû, nebû, diłî wa, sed hezar ḧesret û ḧeyf
ke çû le kîsî diłêkî .......................................Missing
xuda! çi bû; sebebî wey le destî min derçû
meger kesê le kemînda, bedił dizînim bû!?
edebPen name menałe, ke to kewtîye xeyałî bitan
dizînî ew diłî ẍemgînî to, yeqînim bû