besteyî zułfim eger; çahî zenexdanit çi bû?

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 2 minutes  998 views
besteyî zułfim eger; çahî zenexdanit çi bû?
sîlsîlet kirdim le gerdin; bend û zîndanit çi bû?
fîtneyî çeşmî syeh, kafî bû bo samanî me
tîrebaranî sefî serbazî mujganit çi bû?
ême cem’î ’aşiqan, aşufte ḧałî zułfî toyn
to leme aşuftetir, zułfî perêşanit çi bû?
ger le ewweł; qesdî to, pêkanî sîney me nebû
bê sebeb, to bew xedengî ẍemze řasanit çi bû?
ger nebû menzûrî to, řef’î xumarî ’aşiqan
subḧidem bew badewe nêw bezmî mestanit çibû?
to degeł me, ta beser şertit wefa bû ey senem
ger wefaşt bom nebû, cewrî dû çendanit çibû?
derdedarî hîcretî şewgarî bê payanî tom
qet depirsî lêm: erê bêçare! dermanit çibû?
şew hemû şew, dengî giryanim degate asman
qet defermûy: bew şewe ba’îs begryanit çibû?
ger debû bişkê hemû ’ehd û hemû peymanî to
ew hemû îqrar û şerit û ’ehd û peymanit çibû?
ey edebPen name ger tabî şu’ley şem’î dîdarit nebû
dewr bedewr ew şem’e, wek perwane, sûřanit çibû?