bew dû xałî ’enberîn û neqşî lêwî şekkerîn

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  916 views
bew dû xałî ’enberîn û neqşî lêwî şekkerîn
nazenîn! bo çawî mestî to; ne ’eqiłim ma, ne dîn
’eqrebî zułfî nigunsarit diłî pêka, ne nêş
nêşe carê êş û nêşî, ẍeyrî zułfî piř le çîn
hênde meftûnim bedîdarit, bedîdarit qesem
neş’eyî sed sałe wa nabê le bo: «ma’î mu ’în»
çende xoşe kuncî xełwet, mey le la, diłber lekin
xase bit, piř bade saqî, sade bê wek meh cebîn
xozge bedwênê şewê, ke xom û xoy bûyn dû bedû
geh le baxî xunçe kirdin bû; demê nesrîn çinîn
dest le mil, sa’îd le sa’îd, leb leser leb, řû beřû
kef lenaw kef, dem leser guł, bey guşîn û pêkenîn
ta dekem medḧî: demî; dên û mela’îk pêm dełên:
aferîn bo şî’rî řengînit «edeb», sed aferîn