52

zîn serî kuştey xoy deda
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 7 minutes  628 views
zîn ew bezeyî leřûy bira dî
serdanî memî gelê řewa dî
řazayewe her le pê heta ser
deryay le cwanî kewte gewher
estê û be sedan le dîdekałan
estêre le dewrî řojê hałan
çawmest û belekxiř û kezêşoř
derçûn wekû duř derên le qapoř
derwêşe deçête dîdenî pîr
kwa mawe kuřî geda û kiçî mîr
hîwa ne le koşke wa le bende
diłbesteye zîn û mem kemende
derga ke kirayewe le yaran
zîndan buwe baxî nazdaran
çwe ser memê ber le zînê estê
dî mirduwe naye deng û xustê
gyan çote derê le bejin û bała
mał bêkese, kes nîye le mała
wałaye qutûy duřî gîyanî
kujawetewe giřî jyanî
gułzarî wişk buwe bebê aw
bê řone çira û piłîtesûtaw
pirsî le kesanî hawdemî bûn
hawbendî giran û hawxemî bûn
wityan lederêwe hat tirûskê
derçû leserî memîş birûskê
yek wêneyî mang û řoj, ewî tir
hała ewî jûr lewî newî tir
yek bo yekê kewte tîşkeřiştin
ta bûne yekêk û pêk geyştin
bem core direwşî serdemê çak
şewřeş le me bû be řojî řunak
lew katewe mem nema leser hoş
pêy xoş nîye řabê lew xewî xoş
ta çawî diłit leserye tane
pêt waye ke nebuwe ew şitane
gyan tîşkî xudaye serbexoye
řagwaztin û twanewey diroye
xwên laneye boy, ne xoy gîyane
çîdî le gîyan biłêy zyane
hawřê ke legeł mema gira bûn
lem řaze giringe şareza bûn
řêşanderî baş bû bo hewałan
birdîne derê lenaw xeyałan
estê çuwe bin serî memî jar
ta kengê denûy le xew bebêdar
hełbêne serit bibîne zîn t
hatote berit gyan û jînit
tînûy? çuwe lemper û lenêwan
wa awî jyan û teř ke lêwan
lem mirduwe bew witar û base
hełçû tep û dûkełî henase
zîn destî geyande destî yarî
firmêskî le çawî mestî barî
esrînî řifandî pûşî şermî
serpoşî diřand le singî nermî
giryey be kuł û kizey henawan
cergî kevrî řeqî detawan
bay germî henase û heniskî
řaymałî le dewrî kułmî, biskî
řûpoş ke weladra leřûy zîn
řoj tîşkî geyande mangî bê tîn
tarîkî merg hełat lecêda
pêt wabû ke řojhełat lewêda
ey mem witî: bot gelê betasem
gyan bêneweber bebay henasem
boy jyawe memo be giftî zînê
bûjayewe beşbiřaw le jînê
day tîşkî ewîn lenaw derûnî
hêz kewtewe guř, řewî zebûnî
her çawî kewt be mestî çawî
tîn hatewe ber dił û henawî
firmêskî ke hat be çawî řeşda
lew mirduwe bûne xwên le řegda
ey mem were řabe lawî çabe
xałî řeşe bo te bote kabe
řûm tê bike! řûge xoşe min bim
lêw bimje lebatî awî zimzim
lem bejne ke nexşî destî xwaye
her sûřê bidey ḧecit řewaye
baweş wekirîm û çaweřêy tom
mem çeşnî pepûle çû berew mom
hêşta nebbû nizîkî zînê
sûtandî peřî giřî ewînê
serxoşî yekin be řeng û boye
cêy řaz û nyaz û giftugoye
zîn êjê pepûle řênumamî
perwane witî te şewçiramî
mem xoşî û fênkî diłme nawit
zîn gyanî memî be gořî çawit
mem dawme be to diłim be şeşdang
zîn diłbiřî to, be tîrî birjang
mem dawî xemî me gişte bê to
zîn cerg û diłim biřişte bê to
mem sîneyî min beheştî toye
zîn bê to hemû şitêk diroye
mem ew meme sêwî destî bo to
zîn gerdenî dił leřeste bo to
mem bo me ewêste řûgeye řût
zîn besîye gyan letawî to sût
estî û kes û kar ke bûn legořa
xwênyan le henaw û çaw deçořa
wityan bide mujde bexte yarit
pêkhatuwe řêke kar û barit
bo zîn ke zebûn bibû gyanit
ger mîr degeřa le dûy nemanit
wa mîr bezeyî dekate pîşe
zîn bot buwe hawserî hemîşe
wa awî jyan eger denoşît
luqman eweta eger nexoşît
mecrûn ewe leyle sertî dawe
bo destemlan firey nemawe
bulbul eweta ewî gułit bû
lulupeřî řojhełat bipşikû
dêwaneyî derde, řabe çabe
bêganeyî berde, aşna be
ew perye ke toy be arezû bûy
ew şoxî hemîşe çawledû bûy
herçonê dehate ber xeyałit
derçû le xeyał û bote małit
destit mexe ber beşî xudada
bêhûde mede jyan bebada
demnê demî zîn û des le gerdin
řabwêre pelet çîye le mirdin?
xo jîr ke řeha ke kot û zincîr
wa başe legeł me bêye kin mîr
pîrozeye sêberî leser me
botan diłî êste germ û nerme
azaye gelê le çakekirdin
bexşindeye merde xêwî burdin
herçî kes û doste bang kirawe
çî mayey bezme saz dirawe
xoşbextîy û xoşî řûy le toye
mîr dûredroye, řastigoye
her bîgeye hîç diłê nemênê
awatî diłit becê dehênê
zînit dewê çî tirîş dexwazî
detdatê hemûy beserfirazî
mem bîstî emane tozê řama
dirkandî demî lecêy werama
latan ewî mezin û patşaye
lam bêkes û dîl û bê penaye
textî wî binî leser xeyałe
xanûçkeye cê gemey minałe
dezgayekî dûr le man û pûçe
zyanbarîye cêy gunah û sûçe
xunkarê be mirdinê newêrê
pyaw çon debê xoy bewî sipêrê
xom dawete destî padşahêk
bexşindye bo hemû gunahêk
xunkar û hejar lelay yekêkin
akarî becên û řêkupêkin
awêneyî řûy zînî çê kird
nexiş û kirî xał û biskî lê kird
lew awêneda ewm dî carêk
îtir be kesim nemawe karêk
westay min û zînê diłmî estand
gyanmî le xewî nezanî hestand
ew xêwî şikoye, pake, take
bê mirdin û çûn û tirs û bake
her lew dekirê supasguzarî
xistînê beheştî nazdarî
destî bezeyî dirêje bo me
xoşîy û geşîy gişte bo me
zor baş bû negeyne yek leřûy xak
morîn û deçîn dił û derûn pak
dû noberî baxî naz û xoşîn
mey pêkgeyînê lewê denoşîn
diłdar ke leser zewî demênin
zoryan heye towî pîs deçênin
dawênteř û şermezar û serşoř
bê abřû pel debin berew goř
gowendî me xoşe lew beheşte
řazawetewe perî û firîşte
mizgênî deden le çûnî ême
şanazî deken be bûnî ême
kwa ême deçîne kin firîştan
cêy ême biłinditre le giştyan
cêy diłber û diłteřan cudaye
bo ême jwange lay xudaye
hîwan her ewend heye lelay ew
herçî zuwe biçme baregay ew
katê ke nizay le dem biřawe
dergay bezeyî xuda kirawe
herwa nejîya le jînî tała
bałdarî gîyanî fiřye bała
gyan destî le aw û gił ke ber bû
be nyazî geyşit û bextewer bû
perwane le řoşnayî hała
cê ma le zewî leşêkî wała