51

dwa řaspêrî zîn bo kakî
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 5 minutes  537 views
řaspêrîy zînê wa bû bo mîr
ey meznî biłîndipaye û jîr
gořît bê gyan û dił ser û jîn
herdem deberit mirin dû set zîn
ew yek dû henase dwapşûy min
hîwam heye xem nexoy ledûy min
her řojî berê ke min memim girt
şeşdangî kesasîy û xemim girt
lew nawçeye xêwî destełatim
peyda buwe bom leřêy xebatim
mem bo min û kamřewayî bo to
xem bo min û patşayî bo to
çawit le beşim nebê kesî min
bo to hemû şit, kizî beşî min
danîşe le textî serwerî xot
lar dabnê tanc leser serî xot
sazî bide bezmî koř û aheng
gowend bigeřêt û çeng bida deng
serxoş bike sade û řwałan
diłxoş bike pîr û kewnesałan
giş mayeyî bezim û şadumanî
çî xoşîderin be zîndeganî
le xwardin û xwardinewe bibin saz
deng datewe dengî saz û awaz
azad bikirên kenîz û bendan
řizgarî dirê be dîl û bendan
pexşan bike zêř û pûł û paran
koyan bikewe gelî hejaran
lêm xiřkewe polî nazenînan
xwênşîrin û dem be pêkenînan
cwan bên û biçin le dewr û berman
ba bêne sema ledewrî terman
ba gewre û keyxuda lenawa
pîrozî biken le bûk û zawa
bonxoş û guław biła gelêk bin
pêwîste pitir le her şitêk bin
bo ême ne bawî aw û xake
pêkgeştinî dû gyanî pake
leşman ke deçête goř û çałê
gyanman le beheştê lêk dehałê
lew bezme firîşte têdekoşin
daxwazî beram û bonî xoşin
řojê ke sitît deda be tajdîn
awaş bike êste bo mem û zîn
bazař û şeqamî şar û dem çem
ba cwan bikirên beçeşnî ewdem
ba derçine deştê şořeswaran
řimbazî biken be yadî caran
botanî lêyan bibête cêjin
diłxoş bin û lawkan bibêjin
wek ewdeme xot sitêt beřê kird
çonit bedłî me cêbecê kird
hîwame legeł minîş wehabî
bo mîş wekû ew, çira û bira bî
bo termî minîş dused ewende
diłxoş bîy û şad û dembexende
pêşman xe goranîbêjî xoşdeng
řêkyan xe be çepik û bezim û aheng
derbestê wekû kejaweyek bê
cêy dû kes û taqe çaweyek bê
zêřkiftî biken hemûy der û naw
bitrûskê le dûrewe leber taw
pelkî gułî řabxen lenawa
diłyan le gułane bûk û zawa
bimgiwêznewe çeşnî bûkî şayan
karê meke sûk bibim lelayan
kîjołe be diłpiřî nebêjin
zînê ne be naw û dił denêjin
bezmî sitê xoş û řojî geş bû
zîn mirdin û jînî çareřeş bû
ba estê cil û xişił deber ka
xoy bêt legełim, giłim weser ka
tajdîn derî xa esp le xawa
swar bê û biçê şan beşanî zawa
mem çon bû ke ew sitêy diraye
mem bêkese her ewî biraye
lemřowe etoş heya be sałê
her małê ke derdexey le małê
her xwardinê deydeye hejaran
herçêkî bext dekey le yaran
çend dałde dedey be bêpenayan
des piř ke beřê dekey gedayan
her bergê dekeyte ber şiřołan
pêt dêne geşe û bize kiłołan
her çende debî be kes le bêkes
her řojê ke degrî destî bêdes
herçendî degey be dadî damaw
esrîn desřî le çawî giryaw
hetwan ke dexeyte ser birînêk
şadî ke dedey be diłxemînêk
dîlan ke wederdexey le zîndan
diłxoşî dedey bewey le şîn dan
ta pêt heye pîtî kurdewarî
çend hełdekenî řegî hejarî
dermange û fêrge, řêge û pird
mizgewt û mîwange çît dirust kird
çend řêz denrê le text û tacit
çend kowedebê pîtak û bacit
manganeyî karbedest û nûser
pêşmerge û efseran û noker
çend xwênê le dujminan deřêjî
herçendî ke xwênmijan denêjî
tałan û biřo le dujminî kurd
çî dête dest hemûy giř û wird
ba giştî leser nyazî min bê
way danê benaw cyazî min bê
pêm nakirê hîç berim legeł xom
paşbarê bełan beřêkirê bom
şanazî bikem lekin ew û em
kes neyjê şitî keme jinî mem
perdûy me egerçî gořî tenge
bo bûkê ke babeçenge nenge
ew cêgeye dûr le bejin û bałat
bo êmeye cêy nyaz û awat
řaspêrî ke zore lêm bibûre
yekcarîye koç û řêge dûre
çendî le dest dê zor eger kem
dermawê le bîrî xot min û mem
xizmayetî mem be kem mezane
mem tac beserêke lem cîhane
termê ke deçête gořexanan
hełdegrê hełîgirin beşanan
herçende minîş lelay ewe cêm
bo goř û berew merg be pê dêm
xwa key neçî çîdî bêbeşim key
lem mirdineşa bextiřeşim key
bimnêje lejêr giła degeł mem
řûman leyek û desî le mil kem
mîwanî memim çi xoşe mirdin
bo ême necêy peroşe mirdin
mîr kewte girîn û dad û řořo
fermûy diłekem sûtawe bo to
swêndim be xuday xoya û nedîwan
bo êwe ledłimewem pejîwan
xot heste serê de bîdwêne
bîhêne le mirdinêy bisêne
zîndû bin û biçne naxî xaka
kes nabê le yektirû cya ka