betîrî ẍemzeyî cadûy diłaramê birîndarim

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 2 minutes  1058 views
betîrî ẍemzeyî cadûy diłaramê birîndarim
benazî çeşmî ẍemmazî guł’endamê giriftarim
ne kes bo zexmî piř êşim le fikirî merhemê daye
ne kes carê beḧałî zarme demsaz û xemxiwarim
meger carê bemîhrî tel’etî, dû dîde řoşin kem
şewê ta řoj, weku exter, beyadî subiḧ bêdarim
şew û řojim nîye yekdem, qerar û sebir û asayş
demê nałem le dewran û demê hîcranî diłdarim
eger carê bexembarîy, şewê çawim le xew řaçê
seḧergahan xemêkî new, le xew demka xeberdarim
xuda çibkem! le dest cewrî sipêhrî dehrî bed gewher
nebû satê ke farẍ bê le ’îşqî, řenc û azarim
egerçî şuhrete dinya; seray ’edil û mukafate
bebê curim û gunahê bû, beher corê sizawarim
cezay kifrî ena aliḧqArabic bû, eger mensûr-ê bê ser bû
benaḧeq, bê ena aliḧqArabic, bo le cêy mensûr leser darim?!
eger hewrî qeza, berdîş beser minda bibarênê
le wextî dadxiwahîda, musellem min xetabarim
direxşî gewherim ba’îs bekesrî gewherî zate
huner mayey xirapî kaxî hestî wek sinêmmarim
le mescîdyan wedernam û beke’beş destiřesî nabim
edebPen name babêynewe bitxane, xizmet pîr û zinnarim