şêt û şeydayî bitêke, diłekey piř le xeyał

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 2 minutes  824 views
şêt û şeydayî bitêke, diłekey piř le xeyał
le dûsed we’de yekêkî; ke wefay bûbê, miḧał
saḧîre, şêwezene, çîhrenma, cîlwegere
bê wefa, piř le cefa, şerit û beqa û ’ehdî betał
diłbere, şox û guł’endame, benaz û becefa
şuhreyî encûmene û fîtneyî can; afetî mał
saqî û badexur û řend û xoş awaz û ḧerîf
sadeye, muẍ beçeye, serû qed û mah cemał
mûmyan teng, dehan taq, cîhan cût perî
dîn kiř û nazfiroş û cergibiř û ’eqił zewał
sîm ten, sêb zeqen, ẍunçe dehen, cebhe kemen
mah řû, sîlsîle mû, şîfte xû, piř xet û xał
zahîd û nasxî teqwa, şeřî ta’et, serî kufir
dizî dîn, sarîqî dił, kesrî zeka, neqsî kemał
senemî zułf bexem, ’îşqî sitem, fîrqetî sem
dem ’edem, qurbî ’elem, hîcrî elem, wesłî miḧał
kebik xet, baz řewş, seqer seda, pence ’uqab
çaw merał, ask nîgeh, şêrifken, simit ẍezal
degeł ew yare hemû şew, be edebPen name ’eyş û neşat
řadebûrd; çon? beşerab û ney û ẍewẍa û qewal
dwê şewê, tewsenî xewî: serkeşîy kird û nehat
barî xem kobuwewe lew deşte, belinge û becewał