49

bekirî şofar dawî merg bo mem denêtewe
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  489 views
êware ke řoj çiray kujawe
perdey řeşî şew ke dadrawe
’asman wekû sêłî piř le pişko
estêre tya direwşî koko
ew mîrî hemîşe şad û diłxoş
ew řoje peroş û mat û xamoş
diłpîsî giławî zołî bednaw
meznî be kizî ke hate berçaw
gewrem! witî: damenîşe xembar!
kar wa nîye bot neyête berbar
dexwazî ke şadî bêtedawê
to zîn û memê le dił derawê
hoy agirî kêşe em duwanen
makey kuł û derd û xem ewanen
ger řêge bidey geřêkî wa kem
bê kêşe memî le naxê řakem
jehrawê le to ke lêy neken sił
tajdîn û biray dexate bin gił
karêkî ke pêk dê sûk û hasan
pêy nawê hera û guřîn û řasan
to heste biřo biłê be zînê
mem bote xełûz leber ewînê
mem tînuwe, toy ke awî jînî
hetwan desî toye bo birînî
to xot heře mem le çał derêne
ew bendî le desye bîçřêne
zanîwme ke mem gelê nizare
perwaneyî jare çaw le yare
her çawî kewê bezînî çawmest
najî demê, gyan deda demewdest
sûtawe, zuxałe cerg û nawî
xo nagrê leḧastî mestî çawî
bew bone gyanî mem bikêşe
jêr gił bike makî derd û kêşe
serdar hene baş û kar durustin
kemyan eweye ke gwêlemistin
xoşbaweř û sadeyî le bawan
řêşandere bo gunah û tawan
gwê nadene dił ke zor becêye
gwêçkey diłî wan be destî gwêye
be gilêne sipîn gelêkî çawřeş
pîsan be cwan degirne baweş
baweřkerî pyawî dûzmanin
řast lar û xwar be řast dezanin
çyan pê biłê her dełên beçawan
naykołnewe bîxene binawan
xořanegirin, dijin, bekînin
hêmnayî û pişû bekem debînin
gwê nadene řastî û diroyan
zû bayî debin be bîrî xoyan
karyan despêrne dest çirûkan
bê binîçe û hîç û pûç û sûkan
dezgay meznan ke řijd û bedfeř
lêy kowe bû, bû darî bêber
serdarê ke xêwî bîr û hoşe
bo çînî hejar diłî peroşe
baş taqî dekatewe derawan
dananê ledewrî xoy giławan
çil car degirin, çelêkî debiřn
goştêkî genîwe çonî dekiřn?
herkes ke debête karbedestê
ba hoşî hebê û bexoy bwestê
lew giftî jyanî gel deken tał
ba gwê kip û keř bika û ziman lał