48

mîr leberyan dadenwênê
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  507 views
řasparde geyandî řaspêrî
cêyek nebû bekirî lê weşêrî
bo kewłê debînê řawî řêwî
çałêkî dekołî kewte nêwî
daxwazî jyanî şîrî řûte
çarî nebû kewte kilkesûte
mîrim: witî şil biçore pêşê
nabê diłî em kuřane bêşê
zor ḧesteme bêne berhełistit
nermî ke nekey deçim le destit
fermû ke leřêy dû çawî tajdîn
bexşîm mem û bête hawserî zîn
em agire damrêne carê
ta çarî dekeyn helêk be barê
kînet ne hemîşe aşkira ke
ałozî be hêmnî řeha ke
dujmin ke le to pitir behêze
cê mergî le baweş û hemêze
pêy nawê ke bergî ceng bipoşî
jehryan le gerû bike be xoşî
dû pyałe debê hebin lekin mîr
yek şîr û yekê jehir degeł şîr
yek xoşî le dostan peya kat
yek jînê le dujminan cya kat
yek fênkî bida betwêy leş û dił
yek zîndû berê bikate bin gił
pêk naye çi şit be tund û germî
westayî dewê û deho be nermî
sûřî şew û řoj lenêw cîhanda
biřwane xuda be mey nîşan da
tarîkîye laye laye řûne
daynawe leber me bo nimûne
karêkî be řoj nehate ber çeng
pêk dê le şewî řeşa bebê deng
ew zołî çirûkî dûzmane
bo mîrî ewende řist, lemane
řêy bîrî le pêş biřî becarêk
xunkarî le barê birde barêk
hênayewe hênde şêr û řêwî
řazandêwe pîsdiłî û dizêwî
mîr bibwe hesanî jêr zimanî
pêy daswewe ewendî twanî
zû baweřî kird be giftî bedfeř
geřnasî lebîr çû, kewte ser geř
fermûy be siparde, bêje tajdîn
min bo çime bê’ewan ser û jîn
ew mayeye bo şiko û bextim
lewřaye ke xêwî tac û textim
ew hoye ke min biłînde nawim
lêm bibřê minîş le jîn biřawim
gencînem û hejdehame tajdîn
tarîkeşewm, çirame tajdîn
xoy danê wekû birabeşî min
zîn û memî wîstuwe, pêşkeşî bin
çî xwastuwe min becêy nehênim?!
lêm zîz buwe, min seyr demênim!
herçî be dił û demî ewa bê
biřyar bê desewbecê řewa bê
řasparde geřawe kin birayan
gêřayewe giftî mîr lelayan
şêranî bekîne wa nerim bûn
bo mîr be nizaye sergerm bûn