çeşmî to; mestî şerab û ḧałî xembarim xirab

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 2 minutes  1182 views
çeşmî to; mestî şerab û ḧałî xembarim xirab
çîhrî to; pişkoy nar û sîneyî zarim kebab
cîsmî me û dû sunbulit: dûhemserin mayl betaw
bextî me û dû nêrgist: dû tew’emin mayl bexwab
ẍeyrî çeşmî fîtneza, wa xałekey dunyaleye
zu zeneb; kê dî tilû’î bê, beqursî aftab
ger serî riştey bedił rebtî nîye, boç ey senem
ta kemê zułifit deşêwê; min dekewme îztîrab!?
bê sebeb xom kuşt emin, bê to, le dûrî řûyî to
ne gunahî kewte ser to, ne bexomî bû sewab
dił weha ogir bezułfe, sa’etê bêy nasrewê
ta ser’encamî çîye, ew suḧbetey kebik û ’eqab
ger le bê mîhrî, xîtabî to, degeł eẍyare, qet
kotehî naka le min, zułfî dirazî to: ’îtab
riştey mîhirit le mil xistim, dełêy bo kwê deçî!
to dezanî meqsedim, cana; bedest toye tenab
şorî ’îşqit; kewte ser ’uşşaqê bê berg û newa
boye bê perde denałênin, weku tar û rubab
mergî to, ta weqtî mirdin; zeḧmete hełgirtinim
dił: le ’îşq û dest: le saqî, leb: leser camî şerab
zayqey bosey lebim bê; boçme camî sibuḧ!
rayḧey tuřey etom bê; çim le nafey mişkî nab!
şî’rî min; wecdî çîye bo ew kesey zewqî nebê!
neẍmeyî bulbul, çe tefrîḧêke bo meẍzî ẍurab!
sed hezar efsûs bo: ehlî bîladî me: edebPen name
qet nebû ferqî biken: kê zeřgere; kê kûre tab