bo ḧîcabî ’îsmetî çîhre; le qursî aftab

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  940 views
bo ḧîcabî ’îsmetî çîhre; le qursî aftab
perdeyî gêsû, leser xurşîdî řû, bote nîqab
kewte dawî zułfî qullabit: diłî azadî min
...............................................Missing
hadîy diłme ẍurabî zułfî toye û řûmetit
axrî xêr, řehřewêkî řahnimayî ka: ẍurab
ger le lutifit kotehe, destî wefa, bo ḧałî min
kotehî naka le min; zułfî dirazî to: ’îtab
ger meges řêy nîştinî qendî lebî toy bidenê
ta beřojî řestexêzîy, şekker alûde lu’ab
mergî to, ta řojî mirdin; zeḧmete min hełgirim
dił le: diłber; dest le: saqî; leb: leser camî şerab
hênde řawesta le dawên; awî firmêskim bekuł
ger bexuř bê, eşkî dîdem; qetreyekî sed ḧubab
bo neşatî bezmî mestanit le lutfî to: edebPen name
çunke: sîne nałezare; dengî dê herwek řubab