46

tajdîn û birayanî le bîrî çaredan
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  522 views
pîrê ke le derdî dił bibû pîr
xoşgifit û şyar û zît û diłgîr
aga le cîhan, geřawî şaran
gêřayewe serguzeştî yaran
gîranî mem û girînî zînê
wek agirê kewte řûy zemînê
her tîre û hoz û řêz û çînê
her xêwî ewîn û diłbirînê
kê bibwe zedey desî ewînê
bo ew duwe kewte kořî şînê
em agire tenyewe le lawan
sûta diłî diłteřan letawan
pêçûn ewî dostî dûr û kon bûn
tajdîn û sitê mepirse çon bûn
bo zînê be derdê çû bû estî
giryan û şepoř biřî biřistî
tajdîn kułî mem be corê gestî
şêt bû, dił û hoşî çû le destî
hawarî debirde ber birayan
êwe û dû- sê pîr û keyxudayan
milkeç hemû řû le koşkî şa keyn
ba bo memî çareřeş tika keyn
mîr beşke nerim bibê be cûrê
le gunahî memî hejar bibûrê
’arf witî: ew le jîrî dûre
dewpêkê pilarî şerim û şûre
karêkî neyête çing be germî
bêhûdeye nûkenûk û nermî
xotan diłî meznû baş denasin
kê bîstî be fû nerim bê asin
pêk naye şitêk le koř û dîwan
meydan heye lêy bibîte mîwan
ke bimanewê bo memê bikoşîn
pêwîste ke bergî ceng bipoşîn
çwar awêne û zirê deber keyn
xûd biçne ser û peřî leser deyn
hełsûřnewe gurzî pałewanan
biswênewe dû demî debanan
yan mem debê bête der lenaw çał
yan her sê dexeyne çał ser û mał
mîr ew deme baş nehate pêşê
her yek le me şîrî derbikêşê
taqyan kenewe le laşî bekira
neg ew segeba! lemem çi dekira
ew bekirê be xenceran letupet
bo tołeyî mem debête derfet
mîr bêt û leser segî wedeng bê
padaştî kiłoye gaşeseng bê
hersêkî me aşî ceng degêřîn
wek denkegenim seran dehêřîn
herçî witî lel bicnirê pelpel
her ser ke bizût biçête şakel
sazkeyn lehîyek gerek le xwênê
kê ser bipeřênê bîfřênê
bidřên bipeřên be şîr û nêzan
swaran û seran zigan û řêzan
ew çiłk û gemarî zorî zorê
lanaçê be xwênî geş neşorê
pakeynewe cê le nalebaran
bîkeyne cejin lenaw hejaran
dîl bêne derê le kot û pêwend
dîlan bigeřê û bibête gowend
nazdar û cwan leser telaran
«destû neřzê» biłên hezaran
«bowbêw» bibyen le nazenînan
çepłe û guł û dengî aferînan
tajdîn û çeko le em witare
zanyan cige lew nîye çi çare