kifnime em mêzere

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 1 minutes  594 views
sebir û aramim nemawe, teng û tarîke diłim
em leşem pûke weku, ka sûke meřwane zilim
bîrî xak û gel, kes û komeł weha kewtote ser
řastîy baweř bike amadeyî şîre milim
her ke bîstim ew serokane benaheq bûn şehîd
tûşî řomatîzme bûm ey řołe êsta wa şelim
kifnime em mêzerey wek lingedestaře û zile
petme bo hełwasranim herke mirdim, kelpelim
xom bezîndû řoḧ leber nazanim ey lawî ’ezîz
wa dezanim bo to kujrawim le řêget pel pelim
ger be’agir bimsutênin kurdim û kurdim dewê
kuştîy xakî pakmim, qurbanî xizmanî gelim
ey esîrîPen name xakî pakit pêt dełê xwênit biřêj
da bibête lale wu ře’na wu nesrîn û gułim