ey dotey şoxî weten

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 1 minutes  900 views
ey doteyî şoxî weten, diłxiwahî řeng û řûyî tûm
řoḧî řewanim bimirmîş îlla le baweşt denûm
destî lemlitaya řeqîb, çon bû weha boy bûy firîb
fewtam le daxî to ’ecîb, zeqqûm enoşim zehir ecûm
şew ta beyanî nanûm, dulber birîndarî tûm
le kirdewe û karim bûm, em bîre çibkem bote xûm
ew wexte ’îşqit kewte ser, le cê wu řêm bûm derbeder
ey nîştimanî xoşewîst bo to ewa aware bûm
gyan le baweşt der eçê, bo çîmenî fîrdews eçê
řenicit lebîrim der’eçê, germe bo ewsa arezûm
dulber be’eşqit demkujî, paş mirdinîşim demguşî
destit le milma demmijî, řeḧmet denêrin gel le dûm
wa xoşewîstît bû beẍem, cerg agir û çaw piř lenem
bîrit leser hîç nabê kem, lawaze gyanim zerde řûm
bo to ewa řîswa bûm, takim le ’alem cya bûm
dêwane wu şeyda bûm, dinyayî piř kird hayu hûm
bo to esîrîPen name bû bepen, daym bebed nawî eben
ey doteyî şoxî weten, diłxiwahî řeng û řûyî tûm