mudîrî cazîbe

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 2 minutes  742 views
ey mudîrî cazîbey goyan û zeřřey ka’înat
şayedî bûnî tuwe sûřanî mang û řojhełat
bîrî laplasî le fîsaẍorî çatir şayede
goy biłindanî zewî geřdîdeyî çolî serat
çûme karxaney eletrîkî, ke nwařîmê bedił
serbexo mumkîn nebû hergîz peyaka tertîbat
dûkełî řoşin buwe mêjûy biłindanî zewî
wa esîrî pê dełên peyda çilon bû kowehat
fermesonan wadełên bê madde peyda nabê hîç
madde nebû, çon peya bû ew temey řeng řoşnat
bendekanit hendêkî řêgay behîwa birduwe
gum buwe, hendêkîşî şêwawe damawe leřat
hewr û ba û baran û řoj û şew hemûy pêwîstîye
ḧîkmetî toye feqîrî û dewłemend, hat û nehat
lem îdarey to ke deykey tê denořim çatrê
bo benî adem nîye, bo řêkî wu pêkîy wiłat
’aciz û damendeyî zanînî kar û kirdete
sed hezarêkî weku luqman, eresto û suqrat
her leyek ’erda hewayek, awî yek řûnakî yek
ber eda zehre yekêkî, noşe ewdî dû nebat
tom eger te’sîrî em corey bwaye serbexo
dûnewey jêrî, lejîrî û kołîda çon ferq ekat
to heyu nabînrêy bê cê, le hemmû cêyê hey
řoḧ û ’eqłî xom delîlêke le desma wek berat
řêkîy dewrî cîhan têk naçê dyare her yekî
bem yekît dyare nîye řołe û kes û bawik û birat
řoḧî gewre to çîy û çonî biłêm ḧeddim çîye
bîrî peşşe bo çiłonîy goy zewî çon řê ekat
yaxwa, bê cêye em guftare ger ’efum nekey
řû le kwê kem kê necatim da le řojî ’eresat
zînduwe mirdûy hezar sałe eger meylit bibê
her leser nû ’alemê peyda bikey hîçe lelat
ey xwa řeḧmê beqewmî mîlletî kurdim bike
meyl û fermanit bibê asane, zû pêk dê ewat
lawî min to kargerî û zanîn û, peyda ke diraw
řû le dergey xwa du’a ka seyîd û şêx û melat
zû bezû pêkdê (esîr) ewca hîwayî gelit
bexşişî zore dehendey nabřê hełbet xwat