ke zulfî ’arzî dagirt û řojî řûnî kird awe

From the Book:
Dîwanî Safî Hîranî
By:
Safi Hirani (1873-1942)
 1 minutes  1156 views
ke zulfî ’arzî dagirt û řojî řûnî kird awe
’eceb sîřřêke lem kufre ke îmanî le nêw dawe
le derganet eger destim kewê xakê be serma kem
le lay xom qîblekem, tacî keyanim wa leser nawe
le řûyî řeḧmewe carê binoře ḧałî muştaqan
ke nałey wan be sanî nefxî sûr û ḧeşre řûydawe
le hîcranî gułim can û diłim ẍaret bû ey yaran
le cismim ger depirsin wek muqebba îsmekem mawe
le şerqî şewqî wesiłit řojî ’umirim wa ẍirûbî kird
le mewla çon ebê jînim kewa meḧşer hełsitawe
le beḧrî ’eşqî îzharî ẍewasîm kird û nemzanî
hezar ẍewwasî wek min lew ’emîqî kêje damawe
nîgar fermûy le ’eşqî xome safîPen namem kuştibû emma
muḧeyer mam çi segmergêke êstêkeş dełên mawe