ew perçem û egrîce hemû dujminî dîne

From the Book:
Dîwanî Safî Hîranî
By:
Safi Hirani (1873-1942)
 1 minutes  5414 views
ew perçem û egrîce hemû dujminî dîne
ew zulf û řuwe afetî ser řûyî zemîne
’eşqit le diłim sabte, nek ’arze qurban
wek tuřřeyî şahan ke leser řûyî nigîne
’alem çi dezanê ke emin kuşteyî kême
lew tîrî mujet zahîre da’îm ke be xwêne
bê’are diłim çendî cefay dey heqe, emma
cêy řeḧme gułim çunkî řeqîb wa le kemîne
dił bûyte kebab bo mezeyî dîdeyî mestit
qurban lewe me’lûme ke lêwit nimekîne
cana were wa ẍerqeyî tofanî suruşkim
bê nûḧî wefat nabê necatim be sefîne
safîPen name ke le xakî derî to dûre be qurban
seg mergî nebê, hênde çilon qabîlî jîne