bazî dûrî wa be tîrî ẍem diłî kirdim nezar

From the Book:
Dîwanî Safî Hîranî
By:
Safi Hirani (1873-1942)
 1 minutes  1526 views
bazî dûrî wa be tîrî ẍem diłî kirdim nezar
qet mu’înêkim nîye ’erzim bibate koyî yar
derdî dûrî bew tebîbane ’îlacî nakirê
zamî teqdîrî ezel ba darûyî luqman çi kar
awrî hîcran le sînemda bê kifnim bo çîye?
xoy leber ew nałe nagrê sengî tabût û mezar
ey řefîqan ’îlletî dûrîme destim lê meden
qet şîfay naye birînim ta negate destî yar
tewqî ’eşqî wîm le gerdinda, necatîm bo nîye
koşşî bêfaydeye yadî xelasî û řistigar
min gedayî koy yarim padşahîm key dewê
dewłetî dunya û qyamet boçme bê çawî yar
’alemit bêzare lê safîPen name leber zarî, bese
meqsedit tefwîz bike bo xalqî perwerdigar