kerîm guł bû

From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
 1 minutes  690 views
kerîm guł bû, bira bû pişt û kes bû
le tarîkayî şewa firyadřes bû
kerîm kes bû, gułêk bû wek çira bû
dirextêk bû, penayek bû, bira bû
nemamê bû le baxçey jînî kurda
qełayê bû le hestan û neberda
weku momê le tarîkayî şewda
esûta bo kes û karî be sewda
heta çawî le kurdistan bimênê
kerîm mawe le diłda her emênê