bestey bê deretan

yekem
From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
 1 minutes  694 views
ne çił dyare ...
ne bêxê
destî bermê
le tînwana
exnikê
çawî çare ...
exnikê
sûk etasê
quřgî gîngił ...
le řox
derya ... ke gêjawe
lay eda leş
be komeł
şew ...
le tirsana
enûqê ...
mor
da’egîrsê
pêstî şewgar ...
wek ewřoje
ke tya kujra
biłêse
wek ew řojey
ke asman
hełpiřûka
wek ew ... êwareyey
heta zirîke ...
le kołincî ...
sirûştî
piř
le bêzû ...
be laşey
komełî
dastan
mêjû ...
le řojêka ...
ke dił
zêr û zeber bû ...
le katêka ...
heta
serpiştî
masî
řimî
bê derfetîm
nabû
be naxa ...
le tînwana ...
ewî witra û ...
ewtirî
hemûyîm
tifîşim kirdewe ewsa
le daxa ...!