sêberî perit

From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
 3 minutes  810 views
giřey çilekey îmsał germ bû sikił baran bû
bay baweşênî caran nerim bû şine hênan bû
sêberî xestî areq fiřîn bû lew şax û daxe
pişûy jêr gełay giře bizên bû lew doł û baxe
hawîn termekey ebřaye şwênê wirşey geła bû
supay tewjim ke xoy ebînê lejêr çiła bû
lekwê hełatin ebû be barî heřetî germa
lew mile berze nîşaney nawî ekira be berma
sêberî bo dił û bo henaseye ke xwênawî bû
bo ax û eşkê, meylê, taseyeke temawî bû
lekwê dest ekewt lekwê ebînra lew sinûrane
be çepik lewê oxey eçnira lew çinûrane
ax milim, aman şemał û şine wadoş damawim
haře hajeye, kamît lekne bêne berçawim
to pîrozekey şînî asmanit peşêwe gyanim
to kefçerênî řuwe û damanit firyay amanim
bikewe be soz ya be şimşałî giřey derûnim
le gyan le ceste le leş damałê şay çend û çûnim
wełam kwa? wełam le kwêye? beşew ya be tarîkî
kê birîn pêçî birînmî pê ye? řêy be tarîkî
herdeye, berde, car çał û çołe carê hewraze
em destim pîre sawam le kołe awatim řaze
kê egate pał cestey şiksitem? lem řêga kûře
kê le gełmaye bom ełê bestem? le merg tûřem
kê laye le giř ya le dûkełê? sûk ekatewe
aman amanê bo çarem ełê gyan bîbatewe
kê baweş eka be sê dirinca? be şewî baran
kê der ekêşê sitem le binca? wek dêwî caran
kê fûyekî qûł eka be sîngima? henasem sware
kê bałê eka be bał û çingima? sałim nebare
kê dest ekate gerdinî çyam? řeş hełgeřawe
kê dem exate kanyawî syam? wey têřjawe
kê egate pał çałî awatim? lew wêraneye
hest weku şarî çołî nehatim şane şaneye
firyam kewe ey tirûskey dûrî be astem dyar
bimgeyenere goşe û sinûrî xeyałî hewar
bimgeyenere lêwarî çyay pêş xwardinewe
bimbere lutkey serpopî syay berzkirdnewe
ba biłêm hawar berubûmekey darim werîwe
lew řêçke berzet çile şûmekey têhełçeqîwe
îtir ey nûkî qełemî řastî destî têkoşan
norey êmeye beste le astê çûzerey jyan
norey êmeye be kurdî dengê deng bidatewe
xunçeyê, gułê awazî zengê xoy bikatewe