řeşeba
From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
2 minutes
1072 views
řeşebay tîj
demew behar kutote dûy
kiławî «tofî» ba birdûy
le dem çya berew pêdeşt
ruwew xwar û berew bay weşt
tund û betaw enirkênê
elûrênê... egirmênê
ełê.. behar beharî par
newroz legeł şeş řojî taze
mel ey xwên beste û ewaze
piř bû le hełbestî taweçem hajey
hêcgar be xuř bû
goranî bo mêrgî piř bû
le birîqey nêrgizî şeng
ya wenewşey çawşînî meng
bełam îmsał elûrênê
řeşebay tîj.. egirmînî wurde «mêru»
ئەبزûێێ
ehajênê... enałênê
ełê îmsał...
ne wirşe.. ne lutkey xał xał
ne pełey gułałey qedpał
ne nêrgisî mestî çawkał
ne sozî derûnî şimşał
nayełim hîçyan derkewn
ewendey tozê serkewn
ełê îmsał minî befîz
be wije ya be gîze gîz
řê le «direwşe» etenim
çał bo «geşe» heł’ekenim
keçî heyhû
heřeşey řeşeba wek «fû»
ya wek «kefî» kułî hełçû
wek serabî deştî xwarû
herçî biłê.. be wêney biłqî sabûne
xêra bûn zû le nawçûne
bełê. em komełî xełkî em wiłate
demêke çaweřêy geyîn be awate
ke serî derhêna çûzî azad kirdin
kewte gopke darî hîwa bo bergirtin
hêz nîye lenaweřasta bîwestênê
ba hezar hewrî řeş bêt û bigirmênê