diłî bulbul le dewrî baẍî guł yarî neka çi bika?
From the Book:
Dîwanî Safî Hîranî
By:
Safi Hirani (1873-1942)
1 minutes
2968 views
diłî bulbul le dewrî baẍî guł yarî neka çi bika?
letawî ẍunçe herdem şîwen û zarî neka çi bika?
zemanî lezzetî řoyî û dewrî zîlletî wa hat
îtir yaran lemewla řû le diłdarî neka çi bika?
le ahî germewe wa lêwbebar û hîşke êstêke
le ’eynî çawekanî xwên û aw carî neka çi bika?
şewî hîcran xeyałî yar deka esła xewî nayê
be yadî řojî wesłî ḧez le bêdarî neka çi bika?
be kufrî zulfî řêy îslamî bestuwe boyê dił êstê
wekû sen’anî da’îm meylî zînnarî neka çi bika?
diłim ’eybî nîye ger řûy zewî teř ka be xwênî eşk
be ahî dûdnakîş asman tarî neka çi bika?
le layê fîrqetî yar û le sûyê mîḧnetî eẍyar
le her dû la diłî miskîn řecakarî neka çi bika?
heway yarî le ser dernaçê esła lew cefay dûrî
diłî bêçarekem herdem wifadarî neka çi bika?
egerçî bêwefa yarim cefay da ew diłî miskîn
weku safîPen name le bedbextî fîdakarî neka çi bika?