wirde xałî êstekeş nazê leser perwîn deka
From the Book:
Dîwanî Safî Hîranî
By:
Safi Hirani (1873-1942)
1 minutes
3012 views
wirde xałî êstekeş nazê leser perwîn deka
çawî bazî da’îma bazî be ahûy çîn deka
řojî cêjne ’adete destî ḧenayî ka meger
sa ke wa bê dê be xwênim pencekey řengîn deka
teyrî dił lem nawe dernaçêt û ew ḧeddî çîye
çunke yarim bazêke nexçîrî sed şahîn deka
ḧeqî kuştey xoy eda eẍyar û emma yarî min
qatłêke deykujê, xwênîşî lê tezmîn deka
ger meramî kuştine yarim çi bakim ser nîye
wa esef emma, ke damênî be min xwênîn deka
zamî hîcran zor be êşe her kesê neydîtuwe
bêt û binwařî ke dił lem derde çon nałîn deka
«bo pyadey canî min ger bê řuxî şay derkewê
bo fîrarî ferze ger ew fîl û espî zîn deka»
safîPen name toy şadî be awî çaw deçênît û ke çî
çî bika lem tal’e? xaşakî ẍem wa şîn deka