min însanim

From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
 2 minutes  995 views
pêstim řeşe wek şewe zeng
lêwim estûr liçim zeqe
nîgam mate wek gomî meng
bizem nerim û serim řeqe
***
min êstaş le hendê cêga
řeşîm mayey têz û bêze
lem kołan bê û le ew řêga
sipî lêm dûre perêze...!
***
bełam min îmřo şêrane
pêm le zewî gîr kirduwe
eneřênim dilêrane
ziřawî sipîm birduwe
***
min le konẍo ya le kînya
ełêm wek sipî însanim
dengim çû bo binî dunya
îtir xom xawen fermanim...!
***
min řengim zerd û lût panim
řûm piř bû le loç û çirçî
tifit û tał bû guzeranim
berî jînim her be kirçî
***
dujmin eybird minî nexoş
cêy zorbem bendîxane bû
dîlî řijêmî xo firoş
beşim her twanc û tane bû....!
***
bełam îmřo minî řeng zerd
xom xawenî kar û barim
sikim têre û dûrim le derd
serferaze ladê û şarim...!
***
min bûm le şeş yekî cîhan
awatim girte baweşim
řegî dujminim hełtekan
be zebrî şor û şořşim..!
***
minim le (çîn), min însanim
minim řêkxerî jyanim
fêrkirdine têkoşanim
xomim gewrey nîştimanim...!
***
minim be tenya û be takî
lêm qedeẍeye û tawane
(dwan) be wişey zigmagî
encamî kot û zîndane...!!
***
minim le kwê?.... le turkya
seyr gořa nawnîşanim
be (min) ełên turkî çya
wek řû çûbê kurdistanim....!
***
bełam... minî kurd însanim
wekû to ey biray řeşim
xawenî nirke û hestanim
her çende êsta dabeşim
***
minîş wekû to însanim
ey (kake), ey biray zerdim
dostî gelanî cîhanim
řołey meydan û neberdim...!
***
sa îmřo bê ya xo sibey
egeme sewda û mebestim
heł’ekêşim pişûy oxey
têr lew bayey ke pêy mestim