şêx meḧmûy têkoşer
From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
2 minutes
854 views
be xulêkî tir estêrey mirovdar
newey kawey geyande yadî par
kam yadî par?, kam mirovî ser řûy bûm
yadî koçî naw katêkî bed û şûm
yadî kesê berubûmî peymanî
beẍday řizîw hat kirdî be qurbanî
koçî kesê le teqelay bêbeş bû
jînî şořş, mirdinîşî şořş bû
koçî serok şêxî meḧmûdî kurdiperwer
řołey gelî řapeřîwî cengawer
kuřî satî, mirdin bê nirx herzan bû
xobexşînî lela hîç û asan bû
heta katî nahemwarî zemane
temen zorî fiřufêłî bêgane
pencey teqey ta řadaye xist lego
kişanewey la baştir leşeř û şo
kam yadî par, kam mirovî ser řûy bûm
yadî koçî nawyadêkî bed û şûm
--------Missing
katê nêçîr bo dawî dujmin gel bû
ketê weçey bedfe sałî tuluz xan
qînî konî hênabuwewe kurdistan
betema bû bezuxawî napakî
ta tenanet wişey kurdî zigmakî
qedeẍe ka le şarêka zincîrey
têkoşanî neştere bo ew bîrey
ey şêx meḧmûd, ey řû leberzî kurdî
to nemirdî, hîç kesê nałê mirdî
bełam yek ax nekewtîte ew kate
wiłat baxçey piřî geşey awate
asoy hîway netewey kurd beyane
birayetî kurd û ’ereb nîşane