tepił

From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
 1 minutes  1288 views
kam gêje kewtûme nawî?
bo kam gêje meley sistim
peley bałî lego kewtûm
kam çiłe kewtote mistim?
boçî bû hełpey caranim
bo kwê bû.. bazreqey bestim?
bo kam řîsî be xurî bûm
hełm tekan şan û bałim?
bo kam nîweřoy řûnak bû
bêdarî şewgarî tałim?
ya bo kam hengawî dûr bû
tewjimî awatî kałim...?
wam pê ełê... way ejenê!
tepłî ew teşyey řistim..!
xiř bîjene dunya kipe
mawe text û firawane
bişîřêne nek be çipe
kutek bo serî tawane..!
tawanim kird nira pêma
morî ew cûte çawane...!
her çîm heye lêm wergire
leşim.. nawim.. cûłem.. tînim...!
bîgro pêstî endamim
bîke be beydaxî jînim!
berełayke, hewrî twanc
bo estêrey bextî şînim..!
bełam.. şitê le moxmaye
(etom) nayhênête derê
hîç desełatî natwanê
penaw zeferî pêberê..!
ezanî çî? emin kurdim
gełay kurdanem nawerê..!
de bîjene... dunya kipe
dił le towî arama (xipe)