gułî saray xwarû
From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
2 minutes
1041 views
gułe şînekey lask kurt û sewz
bay nermî deştî kakî be kakî
řat ejenêt û pêt eda winewz
ezanî wêł û tarîk û takî
***
çî geyanêtye em merz û bûme?!
çon řway kam bay ser û hênatî?!
ya wek demêke û min zû witûme
ke toş perwazey destî xebatî..!
***
to witit nabê řêy geşanewem
pel hawêştin û birîqey dûrim
řêy lê bigîrî û cêy ḧesanewem
girdolkekane û herdey řengînim
***
witit bo min û hełałey lêwim
bo henge zerdey řêgay dûr biře
bonî biław û pexşanî kêwim
bo ew diłeye le awat piře
***
bimda le yexey dway fermanî sext
soz û henisk û nałênî şimşał
řaman weşênê û keylî bikeyn bext
řîşey sizaman derkêşê tał tał
***
nek deskenem ken bimxene gułdan
bimbene berdem bitanî sitem
bimxene jûrî kiřnûş û westan
şemał û hetaw nebînim be çem
***
le cyatî dengî lûlk û beste
tedbîr kirdinî zincîr kirdin bê
çirpey çonyetî azarî ceste
mosîqay şewî beser birdin bê..!
***
to ewêt newîst řeşebay qaym
toy fiřanî bo em peřî dûr
bo ew cêgayey hemîşe û daym
piř le lûreye û le nînokî sûr
***
bełê.. wekû to minî aware
wîstim bixiwênim çon diłim ełê
xwêndim, řûm kirde ew şewqey dyare
ke wa xerîke aşkira hełê
***
xwêndim çon diłim boy note kirdim
eşxiwênim heta cûłem têda bê
serê bû sed car hênam û birdim
řizgarî ebê be xwên peyda bê