III

From the Book:
Derwêş
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 39 minutes  2053 views

dengî mezher xaleqî ke besozewe, şê’rî şa’îrî benawbangî kurd «wefayî», le heway taybetî xoy dexwêndewe, serincî derwêşî řakêşa û gutî:

- wefayî ewîndarêkî řasteqîne bû. be ewînewe jya, be ewînewe mird. ew hewayaneşî ke bo şê’rekanî saz dekird le ewînêkî pakewe serçaweyan degirt, boye her mawin û her le diłî bîser denîşin. wefayî şa’îrêkî gewre bû. ahengisazêkî kemwêne bû. pispoř bû. le ’îrfan û nicûmda destîkî bałay bû. xuda hełnagrê xaleqîş mamostayaney dełê.

xalqî têy hełkirdibû:

ey awêney diłberî, nawit guł zulifit zerê
ba henasem netgirê, řûy xot bêne bem lawe
ba şew biřwa seḧer bê, baxî gułan weber bê
ger to meylit leser bê, kafir îslamî nawe

çayekî dîkeman xwardewe û derwêş gutî:

- her ew şewe legeł perî qerarman dana biřoyn, biřwên û lew mełbendey dûr kewînewe. beyanî qisem legeł mamostay kird û îcazey řoynim lê wergirt. mamosta gutî:

xudatan legeł bê, bełam deçne kwê?

- nazanim... her demewê lem mełbendey dûr kewmewe. carê berew mukiryan deçim.

mamosta le dwaye nawwinîşanî yek dû melay damê û gutî:

- emane hawałmin. ba em nawanet le la bê, dinyaye beşkim be kelkit bên. eger karêkit pêyan bû nawî min bere û biłê feqêy bûm, bot cêbecê deken.

sibeynê beyanî weřê kewtîn. mamosta û melajin û feqêyekan ta derewey awayî beřêyan kirdîn. mał’awayîman kird û řoyştîn. le derewey awayî le tenîşt řêga çawim be pereng kewt ke pałî be darêkî şatanewe dabû. ciłewî espekanman kêşa û çakuxoşîman legeł kird. pereng gutî:

- demzanî emřo deřon, hatûm bo dwayîn car çawim pêtan bikewê û mał’awayîtan legeł bikem.

ewey gut û firmêskî le çawan xizane xwar. be nahumêdîyewe dirêjey da:

- biłêy nemirim û carêkî dî bitanbînmewe...?

zanîm mebestî mine, gutim:

- xuda gewreye, beşkim řojêkî yektirman dîtewe. xuda bextewerit ka.

- to xuda agatan le xotan bê. zorim xoş dewên. êstaş biřon ba wedrengê nekewn.

ta le pêçî řêga awa bûyn her řawestabû û çawî lêdekirdîn û destî bo řadeweşandîn.

perî gutî:

- řûy sipî bê, çend kiçêkî leber diłane.

***
 

dway sê řojan geyştîne şarî «sabłax» ke êsa pêy dełên «mehabad». sabłax ewdem şaroçkeyekî xoş bû. çomêkî be tenîştida dehat û baxêkî zorî hebû. le çomekeman da û be lay çend bêstanda řed bûyn û çûyne nêw şar. yekem car bû sabłaxim dedî. şwênî karwanseram pirsî. çend cêgayan naw bird û gutyan karwanseray «kose» le giştyan baştire. be pirsyar dîtmewe. karwanserake le tenîşt gořistanîkî zor gewre ke pêyan degut «gořistanî mela camî» le kołanêkda bû. dabezîn. espekanyan dakird û alîkyan deber kirdin. êmeşyan bo hodeyekî řênwênî kird. her ew řoje le małêkî dîwêkman be kirê girt û hêndêk şimek û kerestey nêwmałman kiřîn û bo sibeynekey gwêztimanewe. ew řojey ke le karwansera bûyn be perîm gut dest be kaspî dekem. ewe bû ke dway mał girtin webîr ew nawane kewtim ke mela ’elî le katî mał’awayîda pêy dabûm, yekyan nawî «melay bizênanî» bû ke pêyan degut «mela řeşe» û nîştecêy sabłax bû û le mizgewtî seyd nîzamda pêşniwêjîy dekird û dersî be feqêyan degut. çûme lay û xom pênasand. zorî ḧuřmet girtim. mebestî xom pêgut. beřeḧmetî xuday şad bê be diłsozî û dilovanîyewe bo lay bazirganêk ke nawî ḧacî řesûł bû řênwênî kirdim. ḧacî řesûłim le şwênêk ke pêyan degut «karwanseray sîmonî» û nawendî kiřîn û firoştin bû, dêtewe. çûme lay û dway siław kirdin gutim:

- mam ḧacî! melay bizênanî emnî nardote xizmetit. emin lem şareda ẍerîbim û kes nanasim, demewê xerîkî kasbî bim, dekirê řênwênîm bikey?

ḧacî řesûł be řûxoşîyewe be xêrhatnî kirdim û daynîşandim û be şagirdekey gut çayekim bo têka. le dwayeda pirdî?

- çendit dezmaye heye?

- sî timen.

- zor başe, ta êsta kaspît kirduwe?

- nexêr.

- řibenî?

- nexêr, tazem jin hînawe.

- pîroz bê. carê werzî kasbî nîye, dwamangî payîze, bełam be hîway xuday karêkî dekeyn ta beharê serî xot řagrî.

- sipast dekem.

ḧacî şagirdekey ke nawî «bapîr» bû, bang kird û gutî:

- biçû bo lay sofî ḧesen û biłê ḧacî deygut çendî bîza heye bom řagrê, bişpirse bayî çendeye?

bapîř řoyî û geřayewe gutî:

- de xîgey hebû, her xîgey daway sê qiřanî dekird.

ḧacî řûy le min kird û gutî:

- sê timenim bideye.

sê timenim wêda û day be bapîr û gutî:

- ha em sê timeney bo bere û be kak hemzey biłê byanhênêtewe. serêkîş le dukanî ḧemekařşî bide bizane tûtin heye? bipirse çend tay heye û be çendî deyda?

dway tawêk de xîge bîzakeyan hênawe û ḧacî be minî gut:

- dû qiřan heqî hênanewey bideye.

serit neyeşînim heşt ta tûtnîşî bo kiřîm be no timen û şeşe qiřan. heqî hênanewekeşîm be cya da. ḧacî hêndêkîşî ketîrey cebbarî bo kiřîm û le dwaye gutî:

- çend řojî dîke karwan berew şarî tewrêz deçê, leser xuday deyannêrîn û sûdêkî başt we dest dekewê. dway ḧewtûyek karwan saz bû. karwanêkî dûrudrêj. bazirganekan şimekey xoyan beřê kird. ḧacî řesûłîş bîza û tûtin û ketîrekey minî legeł şimekekanî xoy nard û bo hawkarekey le tewrêz nûsî ke ḧîsêbî min be cya bika û hêndêk gorewî û soł û caw û xamî şînim bo binêrê. nîzîkey mangêkî pêçû, karwan geřayewe. řaspardekanî ḧacî řesûłyan bo hênabûm. ḧacî cêbecê boy firoştim û le ser yek bîst û dû timenim sûd kirdibû. dirawekem le pêş ḧacî dana û gutim:

- ḧacî aẍa! wêřay sipasêkî zor emin em sûdey le towe dezanim, êstaş çî lêdekey gerdinit aza bê.

ḧacî bizeyekî hatê û gutî:

- ḧełałî xote, emin karêkim nekirduwe. heta pêt xoş bê detwanî le ḧucrey min bî û lêre kasbî bikey. em diraweş hełgirewe.

dirawekey damewe. emnîş dû timenim lê cya kirdewe û gutim:

- dena îcaze bide em dû timeney bidem be bapîrî.

- xuda xêrit binûsê, bełam ewende zore. pênc qiřanî bideyey lêşî zyade. awa dest biław mebe. le êstawe fêre małdarî be û bo dahatût paşekewtêkî pêkewe nê.

bîst û yek timen û pênc qiřanekem de gîrfanî na û geřamewe małê û mizgînîm be perî da. perî zorî pêxoş bû. ta beharî sałî dahatû dû karwanî dîkeman beřî kird û sûdêkî başim hate dest. behar kar û kasbîyekem baştir bû. jyanêkî xoşim řadebward. małêkî başim pêkewe nabû. legeł jyanî řabirdû pêwendîm pisabû. beharî xoş bon û beramî jyanim destî pêkirdibû, bełam hîç beharêk dirêj nîye û beharî êmeş zor zû bałî girt û fiřî û cêy xoy da be payîz, bełam çi payîzêkî bê behar....

çend mang bû le sabłaxman řadebward ke řûdawêkî mêjûyî jyanmanî têkda. «simayl aẍay şikak» ke be «simko» nawbangî derkirduwe, ałay kurdayetî hełkirdibû û deyewîst kurdistan řizgar bika. hêzêkî zorî ko kirdibowe û beşêkî gewrey le kurdistanî êran azad kirdibû. le sałî 1301 da yekem řojnamey be zimanî kurdî le îřanda biław kirdewe. ew řojnameye le wirmê derdeçû û mela eḧmed [miḧemmed] turcanîzade berpirsî bû. her lew serdemeyda le dû şwênî dîkey êranda dû cûłanewey girîng destî pêkirdibû: yekyan le mełbendî «gîlan» û «mazenderan», «şuřşî cengeł» be pêşewayî «mîrza kûçek xan, ewey dîkeş le xuzistan,» şořşî gelî ’eřeb be serkirdayetî «şêx xez’el». taze «řezaxan» be piştîwanî û nexşey îngilîzîyan bibû be serdarispay êran û îngilîzîyekan bo ewey řêgay geyştin be şayetî bo xoş biken biřyarî kujandinewey ew şořşaneyan da. şêx xez’el ke pyawî xoyan bû zor zû destî le şořş hełgirt û legeł řezaxan kewt, bełam mîrza kûçek xan maweyek xoy řagirt. be pîlanî řezaxan hêndêk le hawřêyekanî mîrza kûçek xan xeyantyan pêkird û le akamda şořşekey kujawe. yekêk lew kesaney xeyanetî pêkirdibû pyawêkî kurd bû be nawî «xało qurban» le ’eşîretî zengeney kirmaşan. xało qirban dway ewe ke debête hoy le nêwçûnî mîrza kûçek xan, le řezaxan nîzîk debêtewe û řezaxan be lişkirêkî gewrewe deynêrête ser simkoy, bełam bextewerane nagate amancî, û le nîzîk şarî sabłax le deştî îndirqaş bo pişûdan çadir hełdeden û maweyek demênnewe. lew maweyeda ewey napyawetî debê beser xełkî gundekanî îndirqaş, qûnqeła û dêyekanî dewruberî dênin. be keyfî xoyan dekujin, debiřn, agir deden, tałan deken, be dîlyan degirin û ta ewpeřî deřendeyî deçne pêş. be hewałî hatnî xało qurban sabłax şiłeja, xełk le tirsan mał û mindałî xoyan řagwêst, emin çûme xizmet melay bizênanî û pirsim pêkird ke çibkem? ewîş fermûy:

- pêm wa nîye to pyawî şeřê bî û şeřit pêbkirê, ca ke waye wam pê başe bo maweyek le sabłax dûr bikewîyewe.

emnîş destî perîm girt û be mebestî «hewşar» sabłaxim be cê hêşt.

meznepyawanî sabłax ko debnewe û pêkewe gutubêj deken ke le beramber hêrşî xało qurbanda çibken. le ekamda biřyar deden ke berberekanî leşkirî xało qurban biken û bo ew mebeste le ’eşîretekanî dewruberî sabłax betaybetî «dêbukirî» û «menguř» yarmetî wergirin. ewanîş be yarîdeyanewe dên û hêrş debene ser xało qurban. têkhełdeçin. «şeř dekewête qopê». menguřan le hemuwan zortir azayetî le xoyan nîşan deden. serkirdeyan pyawêkî bałaberzî çawkałî mûzerd debê be nawî «swar’aẍa». swar’aẍa be azayetî û le xoburdûyîyekî bêwêne be swarî hêrş deba û deçête pêş. ewdem zorbey çekekeyan tifengî «řişokî» û «canbêzar» û «serpiř» debê, bełam leşkirî xało qurban çekî baştiryan pêdebê, tenanet çend topî «kelleyî» şyan debê. katêk swar’aẍa û ’eşîřetî menguř we nêw leşkirî xało qurnan dekewn, xało qurban tengî pêhełdeçnidirê û lîng dedate ser topêk. lewdemeyda swar’aẍaş topêkî we çeng dexa û lûlekey berew xało nîşane degrê û be yekem gulle lûley topî, xało qurban û topekey let û kut debin. be kujranî xało qurban leşkirekey têkdeşkê û řadeken û lêk biław debnewe. be têkşikanî xało, sabłax aram bowe û xełk jyanî asayî xoyan dest pêkirdewe, bełam le kitêbî beserhatî minda lapeřeyekî řeşî dîke hełdirawe.

***

hewa tarîk bibû. çirayan hełkirdibû. řeşe hat gutî:

- çi dexon?

gutim:

- çitan heye?

- hêlke û temate, şorbawkifte, mast, penîr, şîrêj....

le derwêş wefam pirsî:

- çi dexoy?

lemêje kiftem nexwarduwe.

be řeşem gut:

- dû cêgaman kifte bo bêne. doşt lebîr neçê.

dway şêw kirdin derwêş wefa pirsî:

weřez nebûy?

- le çî?

- le bîstinî beserhatî min.

- nek weřez nebûm, zorîşim pêxoşe ta dwayyekey bîbîsim.

- ca ke waye leserî deřom.

derwêş wefa çayekey xwardewe û gutî:

- wek bom gêřayewe be mebestî çûne hewşar le sabłax weder kewtim. espekanman her mabûn. berew bokan řêman kuta. be dû řojan geyştîne bokan. bokan ewdem gundêkî çûke bû. şew le wênderê maynewe, sibeynekey weřî kewtînewe, be řojêk û danêkî geyştîne gundêk ke pêyan degut «camerd», gundêkî yekcar xoş û diłgir bû, dar û dirextêkî zorî bû, be lapałî tepkêkewe saz kirabû. demwîst biçme lay mela «ẍefûr», melay awayî ke mela ’elî řeḧmetî nawwinîşanekey pêdabûm. katêk geyştime ewênderê tûşî pyawêkî werzêř bûm. dway siław kirdin nîşanî małe mela ẍefûrîm lê pirsî. bedaxewe gutî:

- şeş mang debê êrey be cê hêştuwe. çote gundêkî lay tîkantepe, nawî gundekey nedezanî. le çend kesî dîkeşim pirsî hîç kamyan neyandezanî mela ẍefûr le kam şwêne. be hîway dîtnewey mela ẍefûr û dozînewey cêgayekî xoştir řêgaman girte ber. zor geřayn mela ẍefûrman nedîtewe. her şewe le cêyek û her řoje le şwênêk bûyn. le hîç kwê oqirman nedegirt. pêman xoş bû her bigeřêyn. detgut destêkî nadyar berew çarenûsêkî řeş pałman pêwe denê. dway çend řojan nawçey hawşarman be cê hêşt û pêman de mełbendî gerûs na. le geřan û sûřan mandû bibûyn. wîstiman le gundêk nîştecê bîn. gundî ḧuseynawaman hełbijard. çûme lay aẍa ke nawî «baram xan» bû. dawam lêkird řêgam bida le gundekeyda bimênmewe. baram xan çawêkî le min kird û çawêkî le perî kird û be kwêxakey ke nawî «kwêxa řeḧîm» bû, gut:

emřo seyd «ḧeme» deřwa, małekey bide be emane.

baram xan le temenî çil sałîda bû. pyawêkî řeştałey tengezlî be fîz bû. kwêxa řeḧîm pyawêkî penca sałey kok û poşte û be řewałet pak û xawên bû. we pêşman kewt małekeman pêşan bida. le qisekanîyewe zanîm debê zor ziman lûs bê. małekey nîşan dayn û xêra çû řaxerêk û pêxefêk û hêndêk defir û amanî bo hênayn û tawêk le laman danîşt û le pyawetî û pyawçakîy baram xan dwa. kwêxa zor zît û wirya û qalb sûk bû. hêşta neřoybû ke çend jin û pyawî awayî lêman we jûr kewtin û be xêrhatnyan kirdîn. le dwayeşda yekyan ke nawî kak «se’îd» bû legeł xêzanî êmeyan birde małe xoyan. kak se’îd hawsêy dîwar be dîwarman bû, pyawêkî baş bû. zoryan be xêrhatin kirdîn û řêzyan lênayn. dway şêw kirdin kak se’îd gutî:

- ewe çone êretan bo danîştin hełbijarduwe?

gutim:

- çarenûs wa bû.

- emin xerîkim lêre deřom.

- bo?

- ca biłêm çî, ba maweyekî lêre bê, hemû şitêkit lê řûn debêtewe

- nakirê pêm biłêy?

- bo nakirê. le xuday nebê le kes natirsêm.

şik hełîgirtim, debê mebestî kak se’îd lew qisane çi bê?

kak se’îd tawêk bêdeng bû le dwaye gutî:

- em awayîye xêr û bereketî lê hełgîrawe.

- bo? leber çî?

- her cêyek zułmî têdabê xêr û bereket řûy tênaka.

- bo êre zołmî têdaye?

- nazanî baram xan gurgêke tay nîye. herçî xuda û pêẍmiber pêyan naxoşe deyka. heqî ře’îyetan nada. çawî le namûsî ře’îyetane, ziman şiř, le řidên sipîyan hełdeda, ca biłêm çi zułmêkî naka? hemûşî be destî kwêxa řeḧîm dekirê. kwêxa řeḧîm şeytanî bezanduwe.

be qisey kak se’îd diłim dakewt: «çawî le namûsî ře’îyetane..» neka leber perî emnî řagirtibê? le dwayeda xom diłxoşî dayewe û be xom gut:

ca çî pêdekirê? xo perî le min zyatir kesî pê pyaw nîye. emca eger zorim pênaxoş bû lêre deřom. bo sibeynê hêndêkim ard û řon û pêxor kiřî. baram xan le dway nardim û gutî:

- wefa! zorim xoş le to hatuwe. wa dyare kuřêkî jêr û têgeyştûy. emin mîwanim zor dên, pêmxoşe bêy le dîwexanê çay danêy.

- bełê çun defermûy wa dekem.

nizîkey mangêk le dîwexanî baram xan çapezîm kird. řojêk pêy gutim:

- wefa! sibeynê zû biçû bo bîcař hêndêkim şimek bo bikře.

- wek çî baram xan?

- dû dane qelyan, dû cût gorewî pyawane û çwar cût jinane, hêndêk qend û ça, destêkîş kewawpatoł boxot û destêkîş ciluberg bo xêzanit bikře.

- be çawan.

şew be perîm gut ke debê biçme bîcař. lew maweyeda hîçim be baram xanewe nedîbû, bełam diłim xerpey deda ke şitêk deqewmê. şew ta direnganêkî xewm lênekewt. şewekî mał’awayîm le perî kird û be swarî berew bîcař weřê kewtim. zor dûr nebû, be swarî kemtir le dû se’atî xayand. şimekekanim kiřî û nanî nîweřoyem xward û geřamewe, hêşta mabû bigeme gundekeman le dûr û nizîkî kêwêkî berz, dîtim yekêk le mahuzerdêk dagraye xwar. le pişt berdêkî mezin xoy ḧaşar da. ciłewî espekem kêşa û be aramî hatme pêş. destim leber piştêndim na we bîrim hatewe ke xencerekem le małê cê hêştuwe. be hîway xuday hatme pêş ke nîzîktir bûmewe dîtim kak se’îd le pişt berdekey hate der û be dest îşařey kirdim ke bo lay xiřî tenîşt kêweke řadem. çawim le dewruberim kird, kes dyar nebû. kak se’îd dîsan îşařey kirdim, lamda. ewîş lapałewlapał kêwekey dewr dawe û berew xiřeke lûr bowe. nîgeranim hate berçaw, her awřî dedayewe û çawî degêřa û ke lêm nizîk bowe siławim lêkird. siławî estandimewe û gutî:

- leber to hatûme êre. meyewe bo awayî. xêra biřo û lêre dûr kewe, lêt degeřîn bitgirin.

waqim wiř ma. ḧebesam. zorim pê seyr bû. pirsîm:

- bo, bo dûr kewmewe, kê lêm degeřê, çi qewmawe?

- baram xan şikayetî lê kirdûy. janderme çawřêtin.

- bo pêm nałêy çi buwe, baram xan bo şikayetî kirduwe?

lebîrte řojî heweł pêm gutî nedebwaye bêye êre. gutim baram xan gurge. dawên pîse, we dway namûsî xełk dekewê?

- dey ca?

- dey çî? carê biłê bizanim le kwêwe دەگەڕیێەûە?

- çûbûme şar. çûm le bîcař hêndêkim şimek bo baram xan kiřî, boxoy gutî biçû.

- her eweye. be kełek etoy beřê kirduwe.

- bo? diłim toqî, zû herçî heye bom bigêřewe.

- sebirit bê. herçî leser sebrane leser xêrane. emřo beyanî xêzanim wîstibûy biçête ser kanî, temaşa deka kwêxa řeḧîm leber derkey êwe řawestawe. dengê naka û xoy kela deda û xo mat deka bizanê çi base. dway nîw sa’atêk temaşa deka baram xan be ser û cilî xwênawîyewe le małe êwe dête der û be kwêxa dełê: ba biřoyn xêra be.

ke baram xan û kwêxa řeḧîm deřon, hat emnî we xeber hêna û ewey dîbûy boy gêřamewe. xom pêřanegîra legeł xêzanim çûyne małe êwe, le pêşda heray yay perîman kird û cwabêk nebû ke we jûr kewtîn çit bo bigêřmewe, yay perî şełałî xwên bû, xencerêkî debanîşî le tenîştî kewtibû....

be bîstinî ew qiseye şêt bûm. xom le bargînekem fiřêda xwar û gutim:

- dełêy çî kak se’îd! çon perî kujra. baram...

- aram be kakî xom! karêke pêş hatuwe û be qełsî û tûřeyî çi nakirê. debê fikirêkî bikeynewe.

- axir çon, çon biřwa bikem, çon şitî wa debê?

- çarenûs wa buwe, bełam řûy dayk û babî sipî bê, beřastî debê şanazî pêwe bikey. gyanî xoy le dest da, bełam namûsî le dest neda. eger cwabî baram xanî dabawe ew pyawe neydekuşt.

- kak se’îd çibkem?

- carê hîç meke. lêre dûr kewe. eweşt bo bigêřmewe. ême ke ew karesateman dî, destiman le hîç neda û hatîne der. maweyek gêj bûm. xêzanim quř’anî hełîna û tûkî le baram xan û kwêxa řeḧîm kird. nanuçay beyanîm pê nexura. ḧecmînim nebû. xor kewtibû, weder kewtim çûme ber derkey mizgewt, xełk řawestabûn lewdemîda kwêxa řeḧîm hat gutî:

dezanin çi qewmawe? wefa jinekey kuştuwe û hełatuwe, êstaş baram xan pyawî narduwe be janderman xeber biden.

nîw se’atêk pêneçû janderme pêwerbûn. kaxezêkyan nûsî û qamkî hemuwanyan pêwena, nazanim çîyan nûsîbû? îdî emin řanewestam, çunke nemdezanî bo kwê çûy, xêzanim narde ser řêgay ew berî gund û boxoşim hatme êre ta pêt řabgeyenîn neyewe nêw awayî....

îtir nemzanî kak se’îd çî gut. firmêskim be xuř le çawan dehate xwar, detgut dinyayan be serda wêran kirdûm. le jînî xom cařz bibûm. gutim:

- xudaye! axir min çim kirduwe ke debê ewende bedbextî û çareřeşîyey bibînim? nazanim çun bû qisey feqê eḧmedim webîr hatewe ke deygut:

- dinya be xeman pêk naye. eger xem hurûjmî bo hênay leberî mebeze. be çekî hîwa têkî bişkêne.

serim hełêna. kak se’îd be aramî bom degrya. gutim:

- małit awa bê, zeḧmetit bom kêşa, bełam her êsta deçmewe dê û tołey perî le baram xan û kwêxa řeḧîm destênmewe.

kak se’îd çawî zeq bû gutî:

- çî, le serî dawî? destit nagate ewan, janderme encin encinit deken. xo janderme pyawî heq û qanûn nîn, dardestî derbeg û dewłemendanin.

- mirdin lew jyane baştire.

- bełam gyanit be fîřo deçê û çit pênakirê.

- taze gyanim bo çîye? henûke deçmewe û ca emin dezanim û ewan. qeydî nîye ba bimkujin.

- debê be ser kelakî minda biřoy dena nahêłim.

- dełêy çibkem?

- biřo serî xot be fetřat mede. ba maweyek pê biçê, jîrane tołey xot bistênewe.

ew qiseyey kak se’îdim be dił nîşt. xurcênî paşterkî bargînekem dagirt û dû qelyanekem wirduxaş kird û şimekekanî dîkem da be kak se’îd û gutim:

- ewane bo xot bibewe, emin namewê û ba be we dest baram xanîş nekewn. kak se’îd gutî:

- ca megîm le zendewałêkda byanşarmewe û be şîneyî byanbemewe, çunke êsta dê şiłezawe û dembînin.

yektirman řamûsî û mał’awayîm legeł kird û berew şwênêkî nadyar řikêfim lêda.

derwêş wefa dîsan bêdeng bû. serî le nêw dû destan girtibû û degrya û detwayewe. peykerey nehatî bû. konektêbî bedbextî û çareřeşî bû. honrawey bêpsanewey xem bû. be xom gut:

- lem dinya pan û berîneda bedbext zorin, bełam lêqewmawî wek derwêş wefa kem heye.

dengî «sêwe» serincî řakêşam. detgut be çareřeşî derwêş wefada hełdełê:

- kuř dełê yaxwa herçî debête ba’îsî dû diłan

xêr le menził û małî xoy nebînê.

axrî sał řenc be xesar bê.

hey załim... hey załim

bezeyîm be derwêş wefada dehat. bo ewey ke le gomî řeşî xem û pejare derîbênmewe gutim:

çay dexoyewe?

serî be aramî hełêna û be lepî destî firmêskekanî estiřînewe û gutî:

- bełê, çît gut?

- gutim çay dexoyewe?

- bo naxomewe.

heray řeşem kird dû çaman bo bênê. derwêş away dirêje pêda:

- serî xom hełgirt û řoyîm.

- bo kwê?

- boxoşim nemdezanî. maweyekî zor geřam. hestim dekird řîbwarî řêgayekey dûr û bê pisanewem ke naçarim berew şwênêkî nadyar biçme pêş. le mełbendekanî geřûs, kereftû, hobetû, hewşar û mukiryan dexulamewe. le lay xom nexşey tołem dekêşa. le mamim, le baram xan, le kwêxa řeḧîm, bełam tan û poy bîruřam lêk detraza û hewday fikirim lêk depçiřa û leser nexşeyekî sax nedebûmewe. zistan be serda hat. le hewşar bûm. řêgam le gundêk kewt be nawî «çirax’ewdał». xaneqayekî lêbû. xaneqake şêxêkî hebû be nawî şêx eḧmed, pyawêkî xudayî bû. sergurîştey xom bo gêřayewe, diłxoşî damewe û be řeḧmetî xuday hîwadar kirdim. legeł ewey ke lawêk bûm zorî řêz lêdenam. wirdewrde zistanî tûş welaçû û dinya jyanêkî nwêy hate ber, bełam le dił û gyanî minda her zistan bû. be tema bûm kemêk řêgawban xoş bê, serêkî mełbendî xoman bidemewe û le mammewe dest pêbkem. taze be hîway miłk û małî bawkim nebûm. diłim be dinyawe nebû ta bîr le miłk û mał bikemewe. hatbûme ser em biřwaye ke dinya bêwefaye, pûçe, çi nahênê. detirsam emnîş bibme xawen miłk û mał û wek mamim û baram xan dest bikem be zułim û zor û pyawkuştin, ke eweş legeł xûxdey min řêk nedekewt. dwayî řojanî mangî xakelêwe bû ke weřê kewtim. lew maweyeda tawêk bîrewerî perî wazî lênedehênam, her legełim bû. xuda dezanê çend le çolganda be yadî wî firmêskim hełwerand... perî kelênî bêkesî û çareřeşîy jyanmî piř kirdibowe. êsta kes nebû ew kelêne bigrêtewe. her le řabirdûda dejyam. bîrewerîyekanî řabirdû her leber çawim bûn. carcare perengim dehate bîr... axo debê mabê, debê ew çî beser hatbê? dway maweyekî geyştime gundî behare. be geyştine ewênderê diłim kirayewe. hestim kird le ẍerîbayetî řizgar bûm. yekřast çûme ber derkî mizgewt û xizmet mela ’elî. mela ’elî û feqêyekan be dîtnî min zor şad bûn, bełam katêk sergurîştey xom bo gêřanewe xem daygirtin. mela ’elî zorî diłxoşî damewe. çend řojêkyan le la bûm. duwem řoj legeł feqê xalîd bo pyase weder kewtîn. çûyne bestênî çumî. lenakaw çawim be pereng û şaşan û gułan kewt. le feqê xalîd dûr kewtimewe û berew ewan çûm. perengîş bo lay min hat. dîsan xeyał hełîgirtimewe. lexowe pêm wa bû perîye... bełam zor zû perdey xeyałim welaçû û pereng gutî:

- feqê wefa be xêr bîy.

- řût sipî bê çonî?

- başim, doynê bîstim hatûy. hemû şitêkîşyan bo gêřawmewe. boxot xoş bî.

- sipast dekem. le kwêt zanîwe?

- qise kewte zarêkî, dekewête şarêkî. kes nîye neyzanîbê.

- dey eto çonî...?

- ca biłêm çonim. başim. leser qewlî xom řawestawim, heta eto û ew xuda lêxoşbuwe pêk geyştin, ca dwaye...

- ca çî? şût kirduwe?

awî le çawan geřa û gutî?

- bedaxewe direng hatîyewe. payîzê gwêstyanmewe....

maweyek hertikman bêdeng bûyn, le dwayeda gutim:

- bextewer bî... pereng....

- jyanêkî xoşt bo le xuday dexwazim... wefa...

le ḧałêkda dû tinok esrîn le çawe kałekanîyewe tikane ser kułme xiřekanî, lêk cya bûynewe... bo hemîşe... jyanî xom pê seyr bû, çim dî û çim beser hat! le dway řoyştinî pereng bexom nebû têr giryam. bo xom, bo diłî xom, bo jyanî xom... le xom depirsî:

- bo hatme dinya... bo ewende çermeserîyem beser hat, bo perî way lêhat, bo legeł pereng aşna bûm, bo...? bo...?

feqê xalîd hewday xeyałmî pisand û gutî:

- kake zorî bîr lê mekewe. legeł çarenûs çi nakirê. eto pyawî, kar le pyawan deqewmê. debê be ser gêr û giriftekanî jyanda zał bî. hênde xem bixoy xem le pêt dexa. wirdit deka....

be çawêkî piř le firmêskewe bizeyekim hatê û gutim:

- sipas kak xalîd gyan! ca biłêm çî? beşî minîş ewe bû....

çend řojêk le behare mamewe û le dwaye mał’awayîm kird û be amancî tołe estandinewe berew berzok weřî kewtim.

***
 

bo kuştinî mamim nexşem dekêşa. nemdezanî lew maweyeda le berzok çi qewmawe. le dûr û nizîkî gundekeman tûşî pyawêkî berzokî bûm be nawî kak birzû. her ke emnî nasîyewe, bo lam hat û gutî:

- kak wefa! ewe etoy? lemêje nemdîwî, le kwêy?

- boxoşim nazanim. çarenûs awarey henderanî kirdûm.

- xot xoş bî.

pêm seyr bû le kwêy zanîwe perî nemawe! gutim:

- eto xoş bî le kwêt zanîwe?

- çim le kwê zanîwe?

- ke perî nemawe û serexoşîm lêdekey.

- bo yay perî nemawe?

- bedaxewe na... edî bo serexoşîm lêdekey?

- kak berzû henaseyekî hełkêşa û gutî:

- xuda her boxoy dezanê çi deka. mebestî min mînaẍa û kak lawe bûn.

- bo.. nemawin?

- netzanîwe?

- na...

- neqłekey dûre.

- dabezîm û gutim:

- pêm xoşe her çîyek qewmawe bom wegêřîyewe.

- ca çit bo bigêřmewe; kak lawe şewêkî deçête zig jinî ’ewłay xecîcê ke taze gwêzrabowe. ’ewła beseryanda deçê û nakate namerdî herdûkyan weber xenceran deda e řadeka. êstaş neyandîwetewe. jinî laweş çowe małe bawkî û řanewesta û şûy be birzûxanî kuřî qadraẍay kird.

- edî mindałyan nebû?

- şukur wicaxyan kwêr bû.

- edî mînaẍa?

- mînaẍaş nexoşîyekî girt bałindey asman boy degryan. hemû gyanî zinickawî derkirdibû. sê mangî řebeq le cêda nałandî. axrî ’umrî dirêjî bo to be cê hêşt.

- edî amojnim?

- ewîş çowe małe birakey. be kurtî ew binemałeye terit û tuna bûn. dezanî çendyan zułim kird? sed řeḧmet le gořî bê her kake swarî bawkityan pyaw têdabû, ta jya kes diłî lêy ne’êşa. ewîş xuda dezanê dełên be destî mamit lenêw çû.

katêk le kak birzû cya bûmewe, serim hełîna û gutim:

- xudaye her etoy ke heqan dedey, heqan destênî, şukir nemirdim û nemanî mamim dî.

***
 

katêk le kak mendey nîzîk bûmewe. ḧebesa, siław û mandûnebûnîm lêkird û gutî:

- kak wefa ewe xotî, le kwêy, řoyştî û hewałit lêbřa?

- beserhatî min dûre...

- dezanî...

- bełê kak birzû hemû şitêkî bo gêřamewe....

- řaste gutuyane «her załmey zewałêkî heye». xo dîtit çon xuda tołey le mamit û binemałekey estandewe? kwêxa ’ezîzîş ke bew derdey çû.

- êsta berzok î kêye?

- eger lebîrit bê mamit sê dangî serxiwên da be biraym aẍa.

- dey?

- dway mamit, biraym aẍa sê dangekey dîkeşî dagîr kird. ewîş leser westaye, her bîna emřo û sibey piştî têkird.

- dey birajne zêřn çone?

- xudat lê řazî bê başe. her bo êwe degrî. kuřêkman buwe be yadî to nawman na wefa.

- be dayk û bawik gewre bê.

- dey edî yay perî bo way beser hat.

serim berdayewe û hîçim negut. mende pêy seyr bû, lêm xurd bowe û gutî:

- çon buwe? birzû her ewendey bo gêřamewe ke nemawe.

beserhatî xom û perîm bo gêřawe. xem daygirt û gutî:

- xot xoş bî. çarenûse. legeł karî xuda çi nakirê.

- řaste... êstaş hatbûm tołey le mamim bistênmewe.

- xuda tołey lê estandewe, dey êsta detewê çibkey?

- degeřêmewe zig baram xan û kwêxa řeḧîmî. way naxon.

- başe debê maweyekman le la bî.

***
 

sê řojan le berzok mamewe. xełkî awayî be wird û diriştewe dehatin bo lam û serexoşîyan lêdekirdim. hestim dekird be dił bom peroşin. dway sê řojan berzokim be cê hêşt, berew geřûs weřê kewtimewe. mende heta derewey awayî legełim hat. le ser tepkî kema maweyek řawestam û bîrewerîyekanî zemanî mindałî xom û perîm be ber çawda dehatin û deřoyîn. beserhatî xom pê seyr bû. řojgelî xoşî jyanim her ewdemey bû ke mindał bûm û deçûme ber gwêlkan û perî têşûy bo dênam û maweyek le lam demayewe. nemdezanî xem řêgay be kwêdaye?

weřê kewtim. her řoj le şwênêk bûm tenya hoy manim tołe le baram xan û kwêxa řeḧîm bû, bełam wek yekêk le derûnmida biłê peley meke, le karî xomda sist debûmewe. řojêk le nawçey serşîwî seqiz bûm, dîtim le gořayîyek dom çadryan hełdawe, bo layan çûm, řêzyan lênam. danîştim çayekem le layan xwardewe. yekyan xerîkî saz kirdinî çeqo bû, gutim:

edî kake! xenceran saz nakey?

- gutî na, bełam eger xencerit pêwîste yekî başim heye.

- dekirê bîbînim?

- bo nakirê.

ewey gut û heray xêzanî kird:

- hoy naskê! da xencere debanekem bo bêne.

xencerêkî debanî cewherdarî cwan bû. be mebestî kuştinî baram xan û kwêxa řeḧîm lêm kiřî û mał’awayîm lêkirdin û weřê kewtimewe. be nawçey xuřxuře û hobetû û tîkantepeda berew geřûs řoyştim. le dûr û nizîkî ḧusên’awa kabrayek le coxînê xerîkî gêre bû, mandûnebûnîm lêkird. wiłamî damewe û lêm xurd bowe û gutî:

- eto kak wefa nî?

- ba. edî eto kêy?

- emin cafirim. xełkî ḧusên’awam. namnasîyewe?

- nawałła. ewendem çermeserî beser hatuwe, wexta nawî xoşim lebîr biçêtewe.

- heqte. bełam kar nîye xwa xasî neka, bar nîye xwa řasî neka.

tawêk le lay řawestam, gutî:

- dezanî baram xan û kwêxa řeḧîm çîyan beser hat?

- na...

- dełên segî har çil şewî ’emre, xuda way tołe lê estandinewe ke ’alemyan pê tenbê bû.

- çon?

- řojêk xełk temaşa deken espekey baram xan bêswar degeřêtewe bo ḧusên’awa. pêyan seyr debê. we şwênî dekewn. êwareyekî direng debê, temaşa deken cendekî le xwênda şełał buwe. deyangut sî û dû xencerî lê dirabû. kelakekey dênnewe. êstaş kes neyzanî kê kuştûyetî û leser çî kujrawe. xuda dezanê, bełam ewendey dezanim leser karî çak nekujra. kwêxa řeḧîmîş gul buwe. le dê wederyan nawe, le ser tepkêkî qerax awayî çaweyekî boxoy saz kirduwe, êsta xełk xêrî pêdeken her xuda... xuda....

serim hełêna û gutim:

xudaye şukirit. netwîst destim be xwênî hîç kamyan sûr bê. ledwaye gutim:

- kak cafir çit lê bişarmewe, geřabûmewe herdûkyan bikûjim.

- heqit bû. gişt kes deyzanî ke yay perî be destî baram xanî kujra. xuda lêy xoş bê. hemû dełîn: gyanî le dest da, bełam namûsî le dest neda.

- edî kak se’îd çi deka?

- kak se’îd dway řoynî to le ḧusên’awa bend nebû, têkîyewe pêça û berew hewşar koçî kird.

lew qisaneda bûyn ke swarêk le dûrewe be şêneyî peyda bû. kak cafir gutî:

- hat, ewe kwêxa řeḧîme... dête ser coxînî bo xerman loẍey. diłim wekute kewt. destim le ser xencerekem dana û gutim:

- êsta kelakî dexem.

kak cafir gutî:

- xo na bimênê baştire. bote pendî ’alemê.

kwêxa řeḧîm nîzîk bowe û siławî kird û gutî:

- xerman bereket.

kak cafir wełamî dayewe:

- xêr û bereket.

emin piştim têkirdibû ke newek bimnasê û bigeřêtewe. lew demeda be tundî wergeřamewe û řûm têkird û gutim:

- kwêxa řeḧîm...

- bełê... bełê... kak wefa... boxomim... herçî beserim hatuwe heqî xome....

gutim:

- dezanî hatbûmewe etoş û baram xanîş be qurbanî em xencere bikem?

- heqte kak wefa! êstaş pyawî çak be bimkuje û lem jyane řizgarim ke řojê sed car awat be merg dexwazim.

- xo na... natkujim. debê bew derdewe carê bijî. debê xełk lêt fêr bin ke akamî zułim kirdin û małe xełk wêran kirdin çîye?

- emin pyawêkî xirap bûm. her çîyekî pêm biłêy, her çîyekî lêm bikey hêşta keme.

- ca çit pê biłêm, çit lêbkem?

serî berdayewe û henaseyekî hełkêşa û gutî:

- bêzim lêdekey, dena xom dehawîşte ser pêławekanit û demgut gerdinim azad ke....

emin gerdinit azad kem? azadîşim kird le perî çon gerdin azadî dexwazî?

kwêxa řeḧîm destî kird be giryan, be kuł degrya... be tewawî řiq û qînêkî lêm bû bezeyîm pêyda hat. ew kwêxa řeḧîmey caran nebû. êsta mirovêkî damawî çareřeşî lêqewmawî bêzraw bû....

***
 

şew direng bibû. ḧesen zîrek be dengî kemwêney xoy em hozaney mamosta herdî dihgut:

le tarîkî şewî jîna denêm hengawî kwêrane

nye destê derim bênê lenêw em goře wêrane

xawen çayxaneke neyhêşt goranîyeke tewaw bê, kujandîyewe hat bo laman û gutî:

- wa dyare qisekantan zor xoşe û xewtan naye.

bew witeye dinyay xeyaławî derwêş wefay şêwand. derwêş be aramî çawêkî lêkird û gutî:

- ba dexewîn û dwayî qisekanman bo beyanî řadegrîn.

***
 

beyanî, taw û sawêkî xoş, lêrewarêkî diłřifên, dengî xemřewênî melanî lêř, şiney şemałî beharî, ew mełbendeyan be wêney beheşt derhênabû. goranî be dway goranîda biław debowe. nanuçaman xward û çawim le derwêş wefa biřî. zanî mebestim çîye gutî:

- wa dyare çaweřêy paşmawey beserhatekemî.

- bełê zorim pêxoşe gwêm lêbê.

bizeyekî hatê û gutî:

- mełbendî geřûsim be cê hêşt, nemdezanî bo kwê deçim. çend sałan geřam, tewawî kurdistanim le jêr pê na. řojêk serim le çiraẍ’edwał derhênawe. çûme xizmetî şêx eḧmed. beserhatî mamim û lawe û baram xan û kwêxa řeḧîmim bo gêřawe. fermûy:

- her debê xuda xoy heqyan bike. xuda xoşî wîstûy ke destit be xwênî hîç kamyan sûr nebuwe.

le hîç kwê diłim oqrî nedegirt. nazanim çon twanîm dû řojan le çiraẍ’ewdał gîr bim. ewêşim be cê hêşt. berew mukiryan weřê kewtim. le nawçey axtaçî sabłax geyştime gundêkî yekcar xoş be nawî suncax. çumêkî řûnî be tenîştida dehat. le çomekey bargînekem aw da û xerîkî demuçaw şurdin bûm ke yekîk le piştewe gutî:

- kake be xêr bêy. wa dyare le řêgeyekî dûrewe hatûy û mandûy.

awřim dayewe. pyawêkî nûranî û seruřûxoşî pak û xawên bû.

sipasim kird û gutim:

- bełê le lay geřûs û hewşarewe dêm.

- bo kwê deçî?

- boxoşim nazanim. hêç kwêm nîye.

lêm xurd bowe û gutî:

- carê ba biçîne małê, bo dwayeş xuda gewreye.

be yekewe çûynewe, hodeyekî gewre bû. çend defe û keşkoł heławesrabû û çend wêney pyawçakan û çend nûsrawey ’arîfane be dîwarewe bû.

zanîm debê xaneqa bê. pyaweke ke le dwayeda zanîm şêx «cesîm»e, zorî ḧuřmet lênam. çend kes leber destan dehatin û deçûn. fermûy:

- nawit çîye?

- wefa...

- xembarim dêye berçaw.

- beserhatî min dûrudrêje.

- eger pêt xoşe bom bigêřewe, beşkim barit lê kem kemewe.

ewey beserim hatbû bo şêx cesîmim gêřawe. fermûy:

- jyan her naxoşî nîye. xoşîşî têdaye. şew heye, řojîş heye. êsta eto wek babirdełeyekî ke ba bo hemû layekit deba, bełam eger řîşe le cêyek dakûtî şîn debî, hełdedî, liq û po derdekey, çiro dekey, ber dênî, xełk le sîbertida deḧesênewe.

ewdem le qisekanî şêx cesîmî hîç tênegeyştim, legeł eweş qisekanîm pêxoş bû. sêbûrîyan pêdedam, aramyan dekirdimewe. be qisekanî nûrêkim le dił û gyanîda degeřa, pêm xoş bûn, bełam nemdezanî bo?

le dwaye řûy le pyawêk ke lewê danîştibû kird û fermûy:

- derwêş kerîm! bo ewey wefa xemekey lebîr biçêtewe, emşo bezmêkî saz dekeyn. be beraderan biłê emşo debê le caran gerimtirî ken.

- be çawan.

şew kořyan best û zikiryan kird, řixisyan kêşa. dengî defe û goranîy derwêşane berz bowe. wirdewrde destyan kird be zerg weşandin, awir xwardin, şûşe kiroştin û berd qûtdan. xemêkî ke hergîz be cêy nedehêştim, tozîşî dyar nebû. hestim kird sûk bûm, xaw bûmewe. le deryayekî pan û berînda melem dekird, bînem dekêşa. dinyayekî dîkem dedî, dinyayekî na’aşna, bełam xoş û aramîder, wek xewnêkî xoş....

bezmeke tewaw bû. şêx cesîm be dengêkî xoş û be hewayekî derwêşane defekey be destewe girt û em şê’raney xwêndewe:

mey zor û zewende were ger badeperestî

meylane cimey dê were toş fêr bibe mestî

mestî emeye tûřî bidey bîrî jyanit

ca hênde binoşî netwanî ke hełestî

bo çoře şeřabê megeřê derke be derke

meygêřê webîne binê pencanî le destî

biřwane bize û řewt û wite û řwanînî meygêř

çawit bikewe, wird bewe ca hest bike hestî

dawênî le des bermede û xotî fîda ke

ta řadeyekî bade degate binî xestî

estêre wela nê dexuşê win debê deřwa

sed xozge be wane ke debin mestî elestî

mestane bijî, lêre hemû mestin û serxoş

bê bade meřo çunke le hewrazê dewestî

gwê bigre le hawar û le hûhû û le hewhew

des hełgire besyetî îdî mestî be qestî

ew şê’rane û dengî asmanîy şêx cesîm seyr karyan têda kirdim. derkey baxêkî piř gułyan bo kirdimewe. mestyan kirdim, bełam nemdezanî çîye, bo mest bûm? ew ’aleme debê çi bê ke ew derwêşane bebê ewe ke çawenwařîyekyan bê xoy bo dekutin? bo emin natwanim derzîyekî le xom řakem ya dest le awir bidem, bełam ewan deyan zerg le leşî xoyan řû deken û awir wek nuqil û nebat dexon? şew ta direnganêkî xewm lê nekewt, katêkîş xewtim her xewnim be derwêşan û pyawçakanewe dedî. le xewnimda şêx cesîm destî girtim û be yekewe be ser deryayekî bê bestênda řoyştîn, bê ewey têkewîn û bixinkêyn. le dûr adeyekî pêşan dam piř le dar û dewenî sersewz û piř guł û gya. mełbendî awa xoşim le temenî xomda nedîbû. şêx cesîm fermûy:

- pêt xoşe biçîne nêw ew adeye?

gutim:

- bełê.

fermûy:

- carê zuwe ewîş debînî...

le xew řapeřîm, xewm lê nekewtewe. beyanî xewnekem bo şêx cesîm gêřawe. bizeyekî hatê û fermûy:

- pyaw hemû cêgeyek deka, bełam debê şarezay řêga bê.

tênegeyştim mebestî çîye, bełam hestim dekird şitêk dezanê ke emin nazanim. pêm xoş bû bizanim. wek kesêk deçûm ke şitêkî win kirduwe, bełam nazanê çîye. şêx cesîm pirsyarekemî le çawanim xwêndewe û fermûy:

- detewê hemû şit bizanî?

- bełê...

- ca hewł bide. leser min řêga pêşandane û leser toş řîga biřîn.

le suncax mamewe. şêx cesîm wêřay ewe ke dersî pêdegutim, dinyay ’îrfanîşî pê nasandim. hezar řeḧmet le gořî bê.

***
 

çayekman xwardewe û derwêş gutî:

- le řastîda şêx cesîm emnî le sergerdanî řizgar kird.

dway îstêk gutî:

- ewînêkî gewretir û pîroztir û paktir hate nêw diłmewe. ewîn hoy jyan û hoy mane. her kes ewînêkî heye. her çend em ewîne tewawî gyan û diłmî dagîr kirduwe, bełam bîrewerî serdemî jyanim û betaybetî bîrewerî perî her legełme....

***
 

katêk legeł derwêş mał’awayîman dekird, gutî:

- detewê çibkey?

- yekem kar nûsînewey sergurîştey toye. xuda yar bê deykeme kitêb.

bizeyekî řezamendî hate ser lêwe jakawekanî û gutî:

- xuda yarit bê...

ke lêy cya bûmewe, dengî diłinşînî şwan perwer biław debowe:

min bîrya te kirye

baweř ke bîrya te kirye

bipirse ji řengê buharê

bipirse ji gulên wê darê

min bîrya te kirye

baweř ke bîrya te kirye

...............