I

From the Book:
Derwêş
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 49 minutes  3123 views

xunawî baran dwayî hat. şemał hewranî řamałî û asmanî şîn wek deryayekî mend û berîn xoy nwand. kolkezêřîne detgut awêney tewawniwênî siruştî kurdewarîye; cwan, řengawřeng, diłřifên. nîzîkey dû se’at pêştir mehabadim berew serdeşt be cê hêştibû. dîmenî bêwêne û xemřewênî çya û dołî serinciřakêş niqumî zeryay xeyałyan kirdibûm. le sûçêkî maşênekem řagirt û şirîtî miḧemmedî mamlê, hunerwerî benawim, hawîşte ser. dengî mamlê le nêw doł û kêwda dengî dedayewe û têkełî qaspey kewî kuřadexwardû debû:

bazî bêryan dûredeste
bêrî dên deste be deste
herçî řadebrê çawmeste...
 

le maşên dabezîm û derkeyîm her be awełeyî hêştewe, heta dengî asmanîy mamlê û dîmenî mestîhênî kelî zimzîran zyatir serxoşim ken....

le bestînî çomî naxî dołda çend řeşmał hełyandabû. hozanî «beharî kurdistan»y mamosta «hîmin» m hatewe bîr; le layek meşkeyan dejand; le sûçêk le ser sêł nanyan dekird; lew la tir şwane le ser tertêk bilwêrî lêdeda....

bon û beramî gyawgołî beharî, ’etrî le hewada biław dekirdewe... řewetenî bûm û nedekira zor řawestim. bew hîwayewe ke ta tarîk nebuwe bitwanim zyatir le siruştî řengawřeng û diłinşînî ew mełbende kelk wergirim, weřêkewtimewe.

çend pêçim be cê hêştin, geyştime pêçî «aram řûtkiraw». melî bîrim berew dwawe hełfiřî; bo çil sał lewewber.

«aram» m denasî, pyawêkî başî seruřûxoşî fele bû. ewdem řêgay mehabad serdeşt yekcar zor sext û sexłet bû. tenya dû sê maşênî lorî hatuçoyan dekird. ewîş be ḧewtûyek řêgay sed û sî kîlomîtryan debřî. yekêk le wan maşênî aram bû. aram carêk berew serdeşt deřwa û lew şwêney ke êsta pêy dełên pêçî aram řûtkiraw, cerde pêşî degirin û daydebezînin û řûtî dekenewe û napyawetî degeyênne řadeyek ke hêndêkîşî bîraz deken, aram qełs debê û dełê:

- bo lêm deden, direng hatûm, kemim bo hênawin?

lewdemewe «direng hatûm, kemim hênawe», debête mesel û êstaş le mukiryanda her bawe.

le pêçî aram řûtkiraw çawim be berqedî şaxî kewt. piř bû le gułałesûre. be xom nebû dîsan řamgirt û dabezîm û çepkêkim çinî. gułałe hemîşe îlhamderî şa’îranî kurd buwe û her kam lew şa’îrane be çeşnêk basyan kirduwe. be xom gut:

- şa’îr debê çi hestêkî naskî bê ke be dîtnî gułałeyek şê’rêk danê ke ta êsta negutrabê? lew bîreda bûm ke «baskî bêryan» serincî řakêşam. le destî çebî řêga, le nêw doł û deřřeyekda banûyekî sersewzî lêye ke pêy dełên «baskî bêryan». mêrgêkî şîn û diłřifênî be serda kişawe û zêde xoş û diłgire. le nakaw polekewêk le şeqey bałyan da û lew baskewe berew kêwî «kurtek», ke kêwêkî zor berze, hełfiřên. kewîş îlhambexşî zorbey şa’îranî kurdewarîye. le jêr lêwewe şê’rî şa’îrî payeberz mamosta «awat» m wirînge kird:

xasekewê lew keje hełnîştuwe

xałî řeş û sûrî be cût řiştuwe

řaweçî hemû lew kewe derkewtuwe

boçî? dize, cerdeye, kêy kuştuwe?

boçî kewîş bote birakurdekan

nabî bikêşê nefesêkî jyan

lêy geřê dindûkî be berd tîj bika

ẍuřře bika, bangî kuř û kîj bika

bên û biłên xawenî kêwan emeyn

sûre denûkman, be denûk şeř dekeyn

 

her le deryay xeyałda melem dekird. pêm seyr bû ke kurd bew wiłate cwaney ke heyetî bo debê hemûy şa’îr nebê?!

le kelî zimzîran weser kewtim. ew kele kewşenî nêwan mehabad û serdeşte, dîmenî mełbendî ew dîwey kelî zimzîran gelêk cwantir û hestbizwêntre. le tiropkî kelekewe hezarbehezarêkî lêř be serda kişawe û doł û deřřeyekî xemřewênî bêwêne xoy denwand. hewa şadîhên û xemtarên bû.

ta berew pêştir deçûy lêřewarêkî çiř û piřtir hezar hînde ew mełbendey deřazandewe. serawlêjî destî pêdekird. řêga piř pêç û pena bû, lay řastî cade doł û deřře û lay çepî, bendenî şîn û cwanî «kurtek» bû. kemêk řoyştim, geyştime «çayxaney gwêzan». le deştî çepî řêga, le amêzî kêwêkî piř dar û dewen, le şîwêkî diłřifên ke cogele’awêkî řûnî sertezênî be naxîda dehate xwar, le tenîşt daregwêzêkî berz û piř likupoda çayxaneyek saz kirabû. aweke leber derkî çayxanekeda le lûsawkêkewe deřjaye nêw ḧewzekewe. ew şwêne ta xuda ḧez deka cwan bû. cirîwey melanî lêřewar, xoştirîn mosîqayan xułqandibû. le berzayî û nizmayî şîwekeda çend seko saz kirabûn, bo danîştin beřřeyan le ser řaxsitibûn. le dewranberî ḧewzekeşda çend kursîyan bo řonîştin řonabû. de pazde kes le ser seko û kursîyekan xerîkî çaxwardinewe bûn. hewa bonî baranî lêdehat. sûregułêkî çûk le tenîşt řêga, le dawênî çyada serincî řakêşam û bo lay çûm. şirîtêk, dengî nask û birîndarî hunerwerî kurd biraym qadrî biław dekirdewe:

 

detgut biraym qadrî emin dedwênê! heway dway baran beharî tenanet gya û gułîşî serxoş kirdibû.

baran barane, debarê baran

le çî degeřêy? le gułî beharan

le ser sekoyekî nîzîk ḧewzekewe, le lay pîrepyawêk ke řwałetî derwêşaney hebû danîştim. pîrepyaweke wiłamî siławekey damewe û be xêrhatnî kirdim. pîrêkî xwênşîrin û řezasûk bû. mûy řeşî le ser û řidênîda nebû. wirdewrde qiseman dest pêkird:

- kakî xom xełkî kwêy?

- mehabad

- çi karêkî dekey?

- nûserim

- nûser...? çi denûsî?

- çîřok, sergurîşte, beserhat....

bizeyekî hatê û qumêkî le çayekey da û pirsî:

- îsta bo nûsîn çit be destewe?

- carê hîç. taze kitêbêkim tewaw kirduwe.

be bêdengî çawî têbřîm. bizey le ser lêwan wela nedeçû. çawî seyr bû, detgut hêzî hîpnotîzmî têdaye... dway îstêk gutî:

pêm wa nîye ta êsta kitêbêkit wek kitîbî sergurîşte û beserhatî min nûsîbê... lêy xurd bûmewe. bizey řwanînî, gincî tewêłî, akarî mend û pyawaney, giştî nwênerî beserhatêkî seyr û semere bûn. le xom pirsî:

- eme kêye..., çî le barandaye..., debê çi sergurîşteyekî hebê...?

be tasewe lêm pirsî:

- řenge sergurîşte û beserhatêkî serinciřakêşt bê.

dwayîn qumî le çayekey da û gutî:

- bełê... xoy kitêbêke..., bełam bedaxewe emin nûser nîm ta ewey dîwme û be serim hatuwe bîhênme ser kaẍez. sed mexabin etoş řewtinî.

gutim:

- eger pêwîst bê mangîkîş le lat demênmewe û gwê bo çîrokî jyanit şil dekem. be řezamendîyewe pêkenî û destêkî be simêłî dahêna û gutî:

- mangêk na, yek dû řoj lêre bimênewe beserhatî xomit bo degêřmewe.

êwarey řojanî dwayî mangî gułan bû. ta direnganêk demantiwanî le derê hełkeyn, bełam bo xewtin çî? wa dyar bû pîrepyaw fikirî minî xwêndibowe. gutî:

- şew le nêw çayxaneda denûyn. nwên û banî xawênî heye.

- nyazim be nwên û ban nîye, pêxefî xom pêye.

- baştir.

ewey gut û heray şagirdî çayxaney kird:

- hoy řeşe! dû çaman bo bêne.

le dwayeda pîrepyaw destî be gêřanewey beserhatî xoy kird:

- nawim «wefa» ye. pêm dełên «derwêş wefa». xełkî mełbendî «s» m. taqaney dayk û bawkim bûm. bawkim legeł mamim xawenî şeşdangî gundêk be nawî «berzok» bûn. pêřeweke bûm ke daykim be serda mird û dway çend mang bawkim le řaw engêwdira û legeł jyan mał’awayî kird. katêk famim kirdewe gwêbîst bûm ke bawkim be kełekî mamim kujrawe, bo ewey miłk û małî dagîr bika. amojnim emnî bexêw kird. mamim dû kuř û kiçêkî bû. kuřekanî nawyan «lawe» û «kawe» bû, kiçekeşî nawî «perîzad» bû ke pêyan degut «perî». lawe û kawe ke be temen gewretir bûn emnyan kirdibuwe jêrçepokey xoyan. be awatewe bûm carêk mamim ya amojnim le serim bikenewe û her nebê lêyan tûře bin, bełam bew awate negeyştim. mamim le diłřeqî û bêbezeyîda tay nebû, pyawî kuştiba û awî xwardibawe ferqî bo nedekird. amojnîşim her deyzanî zarciwe binêştêkî le dimî binê û le ser noker û qerewaşan ferman bida, bełam perîzad wek ewan nedeçû, mend û leserexo bû. her le temenî mindałîyewe emnî xoş dewîst. katêk deyannardime ber gwêlkan têşûy bo dênam û maweyek kayey legeł dekirdim. be qisey dekirdim û diłî nedeşkandim, emnîş gułim bo deçnî û pepûlem bo degirt. be yekewe gewre debûyn. dû sał le min çûktir bû. perî beřastî perî bû.

pêm le çarde sałey nabû ke mamim le gwêlkewanî gêřamewe û destûrî pêdam ke le dîwexan çay danêm. ewdem lawe şazde sałî bû û kaweş pêy le pazde sałey nabû. xełkî dê le çengyan we aman hatbûn. bedfeř û şeřanî bûn. çwar sałan le dîwexan çam dana. le beramber cinêw û ziman pîsîy mammida didanim be cergimda dadegirt û çim nedegut.

diłxoşîy min le jyanda dû şit bûn; yekyan eme bû ke katêk gewretir bûm miłk û małî babim dexeme berdestî xom û xawenî dekem. duwemyan «perî» bû ke řoj le řoj zyatir hogrî yektir debûyn. caran perîm wek xuşkî xom xoş dewîst, bełam wirdewrde hestim dekird xoşewîstîyekem şêweyekî dîkey heye. pêm wa bû perî beşêke le jyanim. perî heta dehat cwantir û diłřifêntir debû. katêk qisey legeł dekirdim xemim deřewîyewe û hîwam be dahatû pitir debû. ewîş be dił û gyan emnî xoş dewîst.

le bîrme řojêk le katî çadananda hełengutim û îstîkanêkim le dest şika. mamim le lay kwêxa «’ezîz», kwêxay awayî lêm tûře bû û be serîda guřandim:

- panêrî tewezil! le lay xoy bûye pyaw. le zyanî xuroyî zyatir çit lê naweşêtewe, emin bo tome, le dahatûda detewê çon bijî? xo ne miłk û małêkit heye, ne dezmaye, edî key debî be însan?!

be qisey mamim dûkełim le mêşkî hełsita. zanîm be temaye beşe miłkî bawkim her wa dagîr bika, serim hełêna û gutim;

- edî miłk û małî bawkim çî...?

mamim qaqayekî kêşa û gutî:

- miłk û małî çî? bawkit be zîndî serî hemûy pê firoştim, kaẍezîşim lê wergirtuwe. kwêxaş şayîde....

ewey gut û řûy le kwêxa kird, kwêxaş ke dersî xoy baş le ber bû gutî:

- bełê erê wełła emin şayîdim. be řeḧmet bê «kake swar» herçî heybû be «mînaẍa»y firoşt û dirawekeşî wergirt. le mizgewt xuda lê xoş bû mela kerîm kaẍezekey nûsî û sed řeḧmet le qebrî bê ḧacî ḧemedîş qamkî pêwena û emnîş morim kird. hêzî ejnom şika... dinya leber çawim tarîk bû... bo maweyek ne çawim dîtî û ne gwêm bîstî... hestim kird hemû derkêkim lê bestirawe... lew ḧałeda perîm we bîr hatewe... le dû kiłî jyanim, kiłêkî řûxabû, bełam kiłekey dîke her mabû. nemzanî çi maweyek bêdeng řawestawim...? wird bibûm... her çonêk bû wexo hatmewe û çawêkim le mamî dûr le mirovayetî û le kwêxay nokerî gwê le mistî mamim kird û serim berdayewe û wederkewtim.

witey mamî bê bizeyî û załmim le gwêda dezrîngayewe:

- miłk û małî çî...? bawkit ba zîndî serî hemûy pê firoştim... kaẍezîşim lê wergirtuwe. mamim bo debê ewende załim bê..., çî lêdeka..., miłk û małî bawkim le kwê dił şikandinêkî dînê? hatme ser ew biřwaye ke îdî êre bo manewe nabê. eger qerar bê her nokerî bikem deçme cêyekî dî û bê minet nanî şan û bahoy xom dexom. zigim be xom sûta. firmêskim de çawan geřa. hestim be bêkesî kird... le nakaw herawhuryayek hewday xeyałmî pisand û serincim bo derewe řakêşra.

tewawî xełkî dê leber derkey dîwexan ko bibunewe. şîn û řořoy jinêkî le nêweweçû we serewey hemû dengêk kewtibû. jineke nawî «xwazê» bû. xwazê termî kuře şeş ḧewt sałanekey le pêş xoy danabû û be serîda degrya û le xoy deda û heray dekird:

- mînaẍa kwa ewe musłimanetîye, bo waman lêdeken? kwa xuda hełîdegrê? hey dad... hey hawar... hey řo... hey qet kes nemaw xom... hey řołe řo... leber çawî xom xinkandyanî... hey «xule» daye řo, hey xuley babe řo....

xom pêřanegîra, çûme nêw aporeke bizanim çi qewmawe. mamim û kwêxa le ber pencerey dîwexan çawyan le xełk dekird. kwêxa heray kird:

- ewe çye? çi base? xwazê ewe bwa dekey?

xwazêy kuřkujraw ke neydetwanî çi be aẍa biłê, daxî diłî be kwêxa řişt:

- bêdeng be hey napyaw... hey xwêřî... hey çiłkawxor... kuřyan kuştûm, kurpeyan leber çawî xom xinkand, tîntînokeyan řêk kuşî ta pişûy lê biřa, hêşta dełêy ewe bwa dekem? ca be to çî quřê depêwim? be to çî awir le xom berdedem? hey sege dem pîs...! mamim ke ta ewdem bêdeng bû û zanî karesatêk qewmawe, gutî:

- xwazê! pêm biłê bizanim çi buwe?

xwazê ke degrya û seruřûy xoy deřnîyewe, destî bo lay termî kuřekey řadaşt û be xořajandinewe gutî:

- ca çi nebuwe mînaẍa...? beranî sułtan meḧmûdît le nêw xełkî berdawe, debiřn û dekujin û kes nawêrê çîyan pê biłê... le pêş çawî xom kak kawe ewendey ewk kuşî heta xinkandî. çon wa debê, le řîy xudayda bo waman lêdeken...? hey řo, řołe řo... hey xuley bêgunahim řo....

mînaẍa ke zanî kawe ketnî kirduwe, be dengêkî hêdîtir pirsî:

- kawe..., bo way kird, kes nebû pêşî bigrê?

xwazê ke her degrya û le xoy deda wełamî dayewe:

- le xoy bipirse bo way kird; kê dewêrê pêşî beranî sułtan meḧmûdî bigrê? heta xom geyandê pişûy lê biřîbû. her gutim bo wa dekey, weber mist û pêlaqanî dam... hey řo... hey zig sûtaw xom... hey řole řo, peleqajey dekird û kak kawe bezeyî pêda nedehat, ewende quřquřoçkey řêk kuşî ta le cûłey xist; ey hawar... ey xuda hełnagrê... be xuday kakî bizanê awir le dinya berdeda... hey řo... wey řołe řo... wey xule řo....

lew demîda kwîxa xoy geyande nêw xełkî û le çend kesan xuřî:

- ewe bo řawestawin? karêke pêş hatuwe. wîstî xuday buwe. werin ew termey berne mizgewt, yekêkîş biçê le dway melay.

em car řûy le çend jinan kird û gutî:

- xwazê bernewe małê. awîş weser nên em termey bişoyn. be şer’ nabê meyt zor bimênêtewe.

jinan xwazêyan be řikêş řikêş berew mał birdewe û pyawekanîş termî xuleyan birde mizgewt.

maweyek waqim wiřma. awrim bo xwazê têberbû. kawe çi diřendeyeke ke mindałêkî bestezmanî leber çawî dayk xinkanduwe? bêçare xwazê tenanet neydewêra tûkî lê bika. wirdewrde emnîş berew mizgewet weřê kewtim. hêşta meytekeyan neşordibû ke «xidir», kuře gewrekey xwazê le pêş miradî bawkîda xoy geyande ser birakey û xoy be ser dakêşa û le oqey giryanî da. miradîş geyştê. mirad pyawêkî mend û hêdî bû, le tenîşt termî xuley řonîşt û be tirs û lerzewe destêkî pêda hêna û wek şemêkî cerg sûtaw bebê deng firmêskî hełwerand... xidir heday nededa, be dem giryanewe gutî:

- kak nakawe î min û to bimênê. eger mûy pyawanim lê řwabê wek xuley detxinkênim....

xidirim başim denasî, qiseyekî kirdiba deybirde ser, zanîm karî xoy deka... her çonêk bû xuleyan kifin û defin kird û sê řojan le mizgewt boy danîştin. mamim ke nedeçuwe serexoşî hîç ře’yetêk, her sê řoj le pirseda beşdarî kird.

řojî çwarem mamim mangayek û bîst timenî be kwêxa û melay awayî û çend kesî dîke bo miradî nard û wîstî bew core mesłetî legeł bika. ewdem bîst timen yekcar zor bû, mamim le ewe detirsa newek xidir bełayekî be ser kawe bênê, dena zigî be mirad û xêzanekey nesûtabû. mirad manga û diraweke wernagrê û xidrîş dełê:

- řaste îme hejarîn, bełam xwênî xuley be tewawî dinya nafroşîn, tikaye bo aẍay bernewe.

ne şêr û řêwî hênawey kwêxa û ne pendî mamosta û ne qisey ewanî dî karî nabin û naçar degeřênewe berew małî mamim.

mamim ke zanê mirad û kuřekey mesłet naken û xwênbayîyekanî gil dawetewe, tirsî lênîşt û şew ta direnganêk legeł kwêxa danîştin û řawtegbîryan kird. katêk emin deçûme jûr, qisekeyan debřîyewe. nemzanî çi pîlanêkyan heye. nîweşew lay dabû ke kwêxa hełsita řoyşit û mamîşim boy xewt.

beyanî le dêda bû be qaw ke małe kak miradî têkyanewe pêçawe û řoyun. kes neydezanî bo kwê çûn, êstaş kes neyzanî. hêndêk kes deyangut çûne lay germênê. mamim be řoyştinî ewan be řwałet şad bû, bełam tirsî tołe estandinî xidrî her le diłda bû.

lew maweyeda emin weha gêj û kasî karesatî xinkandinî xuley bûm ke bernamey řoyînî xom lebîr çûbowe. wirdewrde basî xule û koçî mirad le kułuko dekewt. emin saz bûm biřom. bo kwê? xoşim nemdezanî. her demewîst le mamim û binemałekey dûr bikewmewe. demewîst dway řoyştin her çonêk bê miłk û małî babim bistênmewe. řojêk çûme lay perî û pirêskey diłim bo kirdewe. perî bê ewey bişemzê gutî:

- bo her kwê biçî emnîş dêm. man û nemanim legeł toye. řastit dewê emnîş le akarî bawik û birakanim weteng hatûm. deřoyn. deřoyne cêyek ke xemî lê nebê. boxoman małêkî pêkewe denêyn û pêkewe dejîn.

bełênîman da le yekem derfetda serman hełgirîn û biřoyn. le perî cya bûmewe û berew derkî mizgewt řêm dagirt. çend kes le bin dîwarî mizgewt xoyan le ber beřoçke hełxistibû. mangî gułan bû û taw û sawêkî xoş dinyay bûjandibowe. çêştangayekî germ û xoş bû. le nakaw dû sê mindałî awayî be helîngidan hatin û gutyan:

- werin! kak kaweyan kuştuwe. le daryan dawe. be petik hełyan’awesîwe. pirsîman:

- le kwê?

- le baẍî aẍay....

wêkira be řakirdin berew baxî aẍay weřê kewtîn. kwêxa ’ezîzîşman legeł kewt. mindałekan le pêşewe hełdehatin û êmeş be şwênyanda. her çonêk bû geyştîne baxî aẍay. be daregwêzêkî meznewe termî kawey colaney dekird. lêy çûyne pêş. destî le piştewe bestirabû be gurîsêkewe le qenare dirabû. her ke kwêxa çawî pêkewt gutî:

- karî xidrîye. ew gurîsey denasmewe. gurîsî małe miradîye.

termekeyan le daregwêzekey kirdewe û kwêxa mêzerekey xoy be serda kêşa. be dîtnî termî kawe xemêkî gewre û giran daygirtim. îme bo debê wa bîn, bo le cyatî karî baş debê xirapey bikeyn, bo mamim pêşî akare napesnidekanî kawey nedegirt ta ew karesate pêş neye? le katî hênanewî meytî kawe û naştin û serexoşîyekeyda xełkî awayî netenya xemîn nebûn, zorîşyan pê xoş bû, bełam aşkirayan nedekird.

ew řojey kaweyan denaşt, le gořistan be helim zanî û çûme ser giłkoy dayk û bawkim û fatîḧayekim bo xwêndin. giłkoyan le tenîşt yek bûn. giłkoy daykim kêl û berdî bû û dû taşeberdyan le ser û xwarekey çeqandibû. mamim her deygut kêl û berdî bo saz dekem, bełam her wepişt gwêy dexist. le ser giłkoy dayk û bawkim çûme nêw deryay fikirewe. bîrim le jyanî xom dekirdewe ke le piř yekêk gutî:

- xudayan lê xoş bê.

awřim dayewe «mende»y kuřî «mam wisû» bû. mam wisû wekû xoy deygêřayewe çapezî małe bawkim bû. mendeş wek bawkî kuřêkî be emeg û diłsoz bû. gutim:

- sipas mende gyan. xuda le kesukarî toş xoş bê. gutî:

- kak wefa xuda tołe’estêne û le załman xoş nabê. dyare kawe baş nebû ew mindałe bestezmaney be destî xoy xinkand, bełam ewe xodaye ke tołey le mînaẍay dekatewe. ewe akamî zułim û zorî mamte. pekkû çende załme... çi lew ře’yetane deka! çî le kak swarî řeḧmetî kird û çonî miłk û małekey dagîr kird! carê le کûێێەتی...?

qisekanî mendem pêxoş bû. qisey diłî min bû. lew demeyda kwêxa ’ezîz hate laman gutî:

- kak wefa bo dûr řawestawî? ba biçîne pêş dena mînaẍa tûře debê....

çawêkim lêkird û hêndêk le qisekanî mendem dûpat kirdinewe:

- kwêxa! xuda tole’estêne û le załman xoş nabê....

kwêxa pêy seyr bû ke mebestim lew qisane çye. waqî wiřma û dway îstêk gutî:

- bełî dyare xuda gewreye.

- ca eger waye qiseyekit lê depirsim û be xudat swêndit dedem řastî biłê.

kwêxa ke zor zîrek û wirya bû û şikî bo çûbû ke çî lêdepirsim gutî:

- ba bimênê bo dwaye, carê direnge ba biçîn fatîḧayekî bixiwênîn.

- başe deçîn, bełam ta wiłamî pirsyarekem nedeyewe nayem.

kwêxa çarey nebû gutî:

- fermû çi depirsî?

gutim:

- tełaqit kewê bawkim miłk û małî xoy be mamim firoşt?

kwêxa cigereyekî ke le pêşda hełîbestibû be demyewe na, berdî çexmaxî ba pûşûyewe na û be estêy xerîkî bû û gutî:

- xo ew řoje le dîwexan pêm gutî. bełê erê wełła pêy firoşt. pirsîm:

- bo bawkim nyazî be diraw bû?

- ca biłêm çî, xuda dezanê.

- be çendî pê firoşt?

- be xuday le ser yad nîm. nazanim.

- edî çon kaẍezeket qamk pêwena?

- xuda lêy xoş bê, mela kerîmî řeḧmetî nûsî û be minî gut etoş qamkî pêwenê, emnîş qamkim pêwena.

- xo eto ew řoje gutit morim kird, êsta dełêy qamkim pêwena.

- xudat lê řazî bê hênde lemêje, lebîrim nemawe morim kirduwe ya qamkim pêwenawe.

- ḧazrî swênd bixoy?

- yanî emin be řidênî sipîyewe diro dekem? eger be şer’ swêndim le ser bê swêndîşt bo dexom.

***
 

mamim bew pêşhate wek wirçî engêwraw xezrî. le xowe tûře debû. tenanet carêk pyawêkî řidên sipî weber şepan da. emin bew akaraney mamim têkdeçûm, desûtam û detwamewe, bełam çim le dest nedehat. legeł xełk hawderdîm dekird. hawbeşî xem û pejareyan bûm. ewanîş be dił emnyan dewîst.

lawe legeł çend nokeran be swarî be dêyanda geřa û we şwên xidrî kewt, bełam dway çend řojêk bê’akam geřanewe. mamim bełênî dabû ke her kes xidrî be zîndûyî ya be mirdûyî pêşan bida hênde û hêndey mizgênî bidatê, keçî kes bo wergirtinî mizgînî xoy sexłet nekird we şwên xidrî nekewt.

xinkandinî kawe bû be hoy wedwa kewtinî bernamey min. mangêk le pirsey têpeřî, bełam her le dûr û nîzîkewe xizim û nasyaw dehatne serexoşî. kawe bargînêkî ḧidûdî şêy hebû mamim be minî espard û gutî:

- wefa! agat le em bargîne bê, mûy lar nebêtewe. başî pêřabge.

emnîş hemû řojê alîkim leber dekird, řinekim lêdeda û dembird awim deda û demgêřa. wirdewrde małe mamim jyanî asayî xoy dest pêkirdewe. le mawey řabirdûda emin û perî lêk xafił nebûyn. yektirman dedî û peymanman nwê dekirdewe.

řojanî dwayî mangî cozerdan bû, legeł perî qerarman dana serêkî małe xałim bidem û hêndêkî diraw lê bistênim û perîş zêř û zêw û cilubergî saz bika û biřoyn. xałim xawenî gundêk bû ke legeł berzok nêwanêkî zorî nebû. katêk bernamey karî xom bo xałim gêřayewe, ewendey neẍdîney heybû le pêşî řonam. emnîş bîst timenim hełgirt. sozî katêk berew berzok geřamewe, yekem kesêk çawim pêy kewt mende bû. dway çak û xoşî gutî:

- dezanî çi qewmawe? kak lawe kiçî biraym aẍay hełgirtuwe.

- kiçî biraym aẍay! kameyan?

- kejał

- kejał?! xo marekirawî amozay xoyetî.

- mare kirabê ya nekirabê bo kak lawey ferq naka, bełam le cêyekî xirapî dakutawe, biraym aẍa xakî êre be tûrekan deba. emeş tołeyekî dîkey xudaye le biraym aẍay....

xêra hatmewe małê. mał şêwabû. detgut xemyan le ser dabêştuwe. mamim legeł kwêxa le dîwexan wituwêjyan dekird ke çibken. mamim tirsî řêkewtibû. biraym aẍa zordar bû, załim bû, řiq estûr bû, xawen tayfe û be desełat bû, boye mamim le tirsan oqrey lê hełgîrabû. her ew řoje pyawî narde lay çend aẍay xizim û nasyaw û daway lêkirdin bên biçne mesłetê. çunke lew řojewe bedbextî û çareřeşî min bû be sed hêndey pêşû. derwêş wefa bêdeng bû....

sibeynê desteyekî ḧewt kesî beru małe biraym aẍa weřê kewtin û êwarê geřanewe. xozge her negeřabanawe. tawêk çawî wêkna û hełîhênayewe. çawî le dar û dewenî bendenî zimzîran biřîbû. řeşe îstîkanekanî hełgirtinewe û be şeqey îstîkanekan derwêş wexo hatewe û çawêkî le řeşey kird û gutî:

- boman bênewe.

emin cigereyekim hełkird û mijêkim lêda. katî řojpeřan bû. derwês çûbuwe nêw deryay xeyałewe. bêdengîy derwêş bêdengîy derya bû, deryayekî ke hezaran şepolî le naxîda xewtibû... emin çawřiwanîm dekird şepolekan řabin, bixroşin... şepolî tołe, şepolî qîn, şepolî řabûn, şepolî têhełçûn... hirûjim berin, xo be bestîn dabden... legeł ew bestêney ke gemaroyan dawe û dest û pêyan bestuwe, berberekanî biken, nîłeyan bê, girfeyan bê, diłî bestên welerzîn bixen, sinûrî bestên têkbişkênin û bibne lafaw... lafawêkî dinyadagir... çaweřê bûm gwêm le paşmawey beserhatî bê ta bizanim ew deryaye çi deka û karî ew şepolane be kwê dega.... řeşe dû çay le pêş danayn. derwêş leberexoyewe gutî:

- nemrî. dengit le dił û gyanim karîye....

pirsîm:

- bełê? çit gut?

- legeł mamosta «’elî merdan» me. dengîm zor pêxoşe....

seyr bû emnîk ke ewende dengî mamosta ’elî merdanim pêxoş bû wa çûbûme nêw dinyay fikir û xeyałewe ke her gwêm le şirîtî dengî ew hunerwere mezne ke le nêw şax û dołda dengî dedayewe, nebû. mamosta meqamî ełławeysî degut:

qurban! qurbanen, cejnen, şadîyen

des ne gerden, řoy azadîyen

qurban! meşêw ce ’eyb berî bo

fîday xak řay koy diłberî bo

derwêş gutî:

- ewînî řastî, dinyayekî xoşe. ewîndar çige le diłdarî çi nabînê û bîr le hîç nakatewe. ewîndarî řasteqîne le ’eyb berîye. bo geyştin be koy diłdar xo fîda deka, le hîç teng û çełemeyek naprîngêtewe û hîç berhełistêk pêşî nagrê... çayekeman xwardewe û derwêş dirêjey be gêřanewey beserhatî da:

- bełê kořî řidên sipîyan le małe biraym aẍay geřanewe. nazanim bo be dîtnî ewan diłim daxurpa! berew małe mamim we şwênyan kewtim. le xowe nîgeran bûm, be xom gut:

- biraym aẍa debê çî dawa kirdibê, berxiwên...? biłêy perî newîstibê...? na... îşałła wa nîye... eger wa bû her emşo hełîdegirim û deřoyn... deybeme şwênêk xuda nebê kes nezanê... başî bo çûbûm. le małe mamim hemzaẍa ke le gişt řidên sipîyekan meznitir bû gutî:

- biraym aẍa zor tûřeye. le pêşda ḧazir nedebû mesłet bika, deygut:

- mînaẍa etkî pêkirdûm, çon kiçî minyan hełgirtuwe? eger xizmayetî minî pêxoş bû dengî kirdiba kiçî dîkem dedaye, bo kejałyan hełgirt ke marekirawî menafî birazame? serit nayeşênim zorî qisey dîke kirdin, axrî pêm gut:

- biraym aẍa dyare eto gewrey hemû layekî, eger karêkîş biqewmê, her debê xot dirustî bikey. êstaş pêm wa nîye qisey ême le erzî bidey û xatrî řidên sipîman negrî. ca ewe xoman le małit hawîştuwe çi defermûy serman le řêdaye... biraym aẍa serî berdayewe û gutî:

- êwe řêztan le lay min heye. êsta ke hatûne êre her çwar kuřim ser bibiřn pyaw nîm nêwçawanim girj bikem, bełam bexom nîye ew sûkayetîyey mînaẍa be minî kirduwe natwanim le bîr kem. emnîş gutim?

- karîke hatote pêş. bedaxewe ewe dabêkî zor xirapî kurdewarîye. hîwadarim řojêkî ew řusmane xaşebiř bin. ewêsteş çi defermûy wa bikeyn?

- emin eger mesłetîş bikem sebaret be êwey dekem, dena be serî mam bayzim demkirde gepçarî zemaney. xakim be tûrkan debird. êstaş debê mînaẍa kiçekey be berxiwên bida be menafî birazam û sêdangî berzokîş be serxiwên bida be min.

derwêş wefa çayekey xwardewe û henaseyekî hełkêşa û gutî:

- îdî hêzî ejnom şika... demzanî biraym aẍa qisey yeke û nabê be dû. perî û sê dangî awayî dewê û hîçîşî legeł nakirê... hatme der. maweyek wek şêtan xulamewe. axrî berew mał bûmewe û perî be çawî piř le firmêsk berew pîrim hat û gutî:

- dezanî çi qewmawe? biraym aẍa....

qisekey tewaw nekird û le hoqey giryanî da. wa dyar bû ewîş zanîbûy. gutim:

- megrî. cêy giryan nîye. her emşo deřoyn.

be qisey min perî aram buwe û gutî:

- zor başe. çon biřoyn?

- eşmekekanit saz ke nîweşew espekanî lawe û kawey hełdegrîn û boy derbaz debîn.

***
 

derwêş wefa bêdeng bû. bêdengîyekî gyan û leştawên. beserhatî heta dehat serinciřakêştir debû. destêkî be simêłî dahêna û henaseyekî hełkêşa û gutî:

- lem dinyaye ke ême tîyda dejîn, řojê hezaran cenayet dekirê û dway maweyek lebîr deçnewe. wetî mirof hatote dî her zordar zułmî le bêdesełatan kirduwe, bełam emeş bizane destî xuday le serewey hemû destane. xuda «heqî marî be ser mêrûyewe nahêłê» xuda tołe’estêne.

mamim wa le gîr kewtibû ke çarey nebû debwaye dest le kiçekey û sê dangî berzok bişwa. ta ewdem min be hîwa bûm derfetêkim bo hełkewê sê dang miłkî bawkim bistênmewe. ewînî perî û hîwa be tołe’estandinewe minî bo jyan, bo dahatû han deda. lebîrme şewî heynî, wekû qerarman danabû se’atêk le nîweşew laydabû ke perî berew derewey awayî weřê kewt û emnîş xom geyande tewîley û espekanim zîn kirdin û wederim xistin û berew derewey gund řêm dagirt. kes be derewe nebû. geyştime ser kanîy tenîşt awayî. perî be xoy û be pirêskeyekewe çaweřêm bû. xêra swar bûyn û řikêfman lêda û teqłekut boy derbaz bûyn. maweyekî be piřtaw řoyştîn ta dûr kewtînewe, emca be nermeẍar ta melabangidanan řêman biřî.

taze mela bangî dabû ke geyştîne gundî «mêrgeşîn», řûman le małêkî kird û lêyan mîwan bûyn. leber mandûyî řêga xirp xewman lêkewt. direng le xew hełsitayn. destuçawman şurd û nanuçaman xward û weřê kewtînewe. le nizîk yekem awayî destim le baxełim na, kîfe dirawekem pê nebû, tewawî darayîyekem sê timen bû. bîst timenim le xałim wergirtibû, de timenîş dirawî xom bû le nêw kîfêkim nabû, webîrim hatewe ke le mêrgeşîn lew małey lîy dabezîbûyn le bin destenwênanim nabû û katêk weřê kewtîn lebîrim çûbû hełîgirmewe. gutim perî le małêkit dadenêm û xom degeřêmewe û kîfekem dênmewe. her waşim kird. le yekem awayî ke nawî «berdeqît» bû le małêkî dabezîn û perîm pê espardin û espekem le tewîley bestewe û xom berew mêrgeşîn geřamewe. le nêwey řîgada le ser swêyek teputozêk serincî řakêşam. çwar swar be terextan dehatin. tirsim řênîşt. neka be şwên êmeda hatbin? lûr bûme nêw şîwêk û xom heşar da. be dizedze çawim le swarekan dekird, ke nizîk bûnewe nasîmnewe. lawe û sê kesî dîke bûn ke be çekewe berew gundî berdeqît deřoyştin. lêm sûr bû be şwên êmeda hatûn. dinyam le ser serîda sûřa. çîm pêdekira? weçengyan kewtibam letî gewrem gwêm debû. edî perî...? demzanî perî nakujin. eger kuştibayan cwabî biraym aẍayan çi dedayewe? le cêy xomda espekem be dewenêkewe bestewe wa çaweřê mamewe. nîw se’atêk pêçû swarekan geřanewe. espî perî le pêş lawey řîy debřî. hatim weşwênyan kewm, wîstim hawar bikem:

- bo ewende załmin, bo nahêłn dû dił be yek bigen, bo perî be zorî û be nabedłî be berxiwên deden, bo řêtan be miroqayetîda nebirduwe? bo...? bo...? bełam demzanî sûdêkî nîye. demzanî wek deřendan dekewne serim û encin encinim deken. gutim wa baştire carê didan be cergî xom dagirim û bo řizgarîy perî nexşeyekî bikêşim. derwêş wefa îstêk bêdeng bû. çawî le dûrî biřîbû. dway maweyekî kurt be dengêkî lerzokewe gutî:

- her xuda dezanê çi ḧałêkim bû... tenyay tenya mabûmewe... pêm wa bû tewawî xum û cexarî dinya bo min hatûne xwar... perîm le dest dabû. min mabûmewe û tenyayî û dinyayek xem û pejare... be şwên xoşewîstekemda çawim le řêga biřî. tozî swaran le hewada biław bibû, dway maweyek kem û kemtir bowe. emin her wa kas bûm. her çunêk bû weřê kewtimewe. niqumî deryay xem û xeyał bûm... çibkem...? çim le dest dê...? tan û poy fikirim wa lêk tirazabû ke nemdetwanî le ser biřyařêk sax bimewe. geyştime mêrgeşîn. lew małey şewm řabwardibû kîfe dirawekem her le jêr destenwênan bû. pêyan gutim:

- çwar swar be şwên êweda hatne êre, pêman gutin şew lêre bûn û beyanîş weřê kewtin; nazanîn bo kwê çûn.

mêrgeşînim be cê hêşt û hezaran bîrî bîr lê nekirawewe, řêgem dagirt. hewsarî espekem şil kirdibû, ewîş řuwew berzok řêgay debřê. se’ate řêyekim be gêj û wiřî pêwa. le dû řêyanêk melayekî řidên sipî takî tenya le ser berdêk danîştibû. siławim kird. mandû nebûnî lêkirdim û pirsî:

- kake bexêr bo kwê deçî?

- nazanim... xoşim nazanim....

maweyek her dûkman bêdeng bûyn. wa dyar bû melake lêm têgeyştibû ke kewtûmete nêw dawî xemêkî gewre û giran, boye gutî:

- wa dyare xembarî. xuda xawen řeḧme. zemane be xoşî û naxoşîyewe řadebrê. dinya le ser ḧałêk namênêtewe. etoş cwankîley, bo debê xem datgirê...? dostêkî hawdił û hawziman boxot bidozewe û pirêskey diłtî bo bikewe barit sûk debê û xemit kem debêtewe. ewey bizanim dinya her xem û xefet nîye, şadî û pêkenînîşî tîdaye... qisekanî melam le dił nîşt. wa dyar bû miroqêkî jîr û têgeyştuwe. her çend be temen nêwanman zor bû, bełam witekanî aramîderî dił û derûnim bûn. xuda bo minî bêkes û sergerdan, minî bê cêge û řêge dostêkî hawdił û hawzimanî geyandibû. pêm gut:

- mamosta gyan! zorit sipas dekem. edî eto bo kwê deçî?

- deçme gundî «behare», be swarî se’at û nîwêk debê. bem řêgeyeda deçê.

mamosta řîgay destî çepî nîşan dam. detgut dengîkî ẍeybî pêm dełê:

- swarî ke û biřo bo behare... biřo û le berzok dûr kewe...

gutim:

- mamosta fermû swar be bitgeyenmewe.

mamostam le pişt terkî xom swar kird û berew behare weřê kewtîn. mamosta qisexoş bû, be qisekanî sêbûrîm dehatê. xemim deřewîyewe. gêřayewe ke le behare pênc feqêy heye û dersyan pêdełê. katêk sergurîştey xom bo gêřayewe, diłxoşî damewe û hanî dam ke le behare bimênmewe û fêrî xwêndin û nûsîn bim. emîş řazî bûm. le behare mamosta ke nawî mela ’elî bû zorim legeł baş bû. destim be ders xwêndin kird, bełam bîr û hoşim her le lay perî bû. oqrem lê helgîrabû. xew û xwardinim nebû. be byanûy małe xałim dû řojim îcaze le mamostay wergirt. mamosta ke hemû şitêkî dezanî gutî:

- kuřim xudat legeł bê, bełam qewlim pê bide tixûn gundî berzok nekewî.

bełênîm pêda û weřê kewtim. be tema bûm biçme mûçe û mezarî mam wisû û mendey bibînmewe û hêndêkî hewał lê wergirim. le řêgada dîsan fikir û xeyał wazyan lê nehînam. mamim, lawe, perî, biraym aẍa, menaf, kwêxa ’ezîz û... we... be ber çawimda dehatin û deçûn. bîrî corawcor mêşkyan desmîm. qisey feqê eḧmed yekêk le fêyekanî beharem webîr hatewe ke deygut:

- dinya be xeman pêk naye. eger xem hêrşî bo hênay leberî mebeze. be çekî hîwa têkî bişkêne. xuda gewreye. eger baweřît be xuday hebê be ser hemû teng û çełemeyekda zał debî.

bizeyekim hatê û řikêfêkim lêda û tozim le dway xom be cê hêşt. bangî êwarê geyştime mûçey mam wisûy. mende xerîkî řoyştinewe bû. be dîtnî yektir xuşḧał bûyn. dway çakuxoşî pirsîm:

- mende gyan! çi base?

- carê hîç. perîyan sengewberd nawe û nahêłn le jûrê bête der. qerare sê řojî dî wata řojî heynî sê dangî berzok be nawî biraym aẍa bikirê û perî le menaf aẍay mare ken û dway xerman hełgirtin bîgwêznewe. le toş degeřîn bitbînnewe. zêřnî desgîranim perî dîbû gutbûy: «eger bimênim î wefam eger mirdîşim î giłêm.» gutim:

- mende gyan! emin çibkem?

- carê hîç meke. bem helumercey ke pêş hatuwe natwanî dîsan hełîgryewe. êsta le kwêy?

- le behare, le ḧucrey feqêyanim, ders dexwênim.

- zor başe. be min dekey carê didan be cergî xut dagre ba bizanîn çon debê. emnîş de pazde řojî dî dêm serêkit lêdedem.

- dełêy çî taye û xermanî małe mamim awir dem?

- karî wa meke. sûdêkî nîye. segî xewtûş le xot wexeber mehêne. carê xot řagre xuda gewreye.

***
 

katîk mendem be cê hêşt detgut be zorî le berzok we dûrim dexen. liẍawî espekem bo lay řast kêşa û berew tepkî «kema» ke cê leweřî male mamim bû řoyştim. ewdem ke mindał bûm û deçûme ber gwêlkan û perî têşûy bo dehênam, emin pepûlem bo degirt. perî deste biçûkekanî bo dekird řike û deygut:

- pepûle zêřim deye, berit dedem.

le dwaye destekanî dekirdinewe, tozêkî nermî zêřîn le bałekanî pepuleke cê dema û perîş pepûlekey azad dekird hełfiřê. carî waş bû xałxałokem bo degirt. xałxałokekey le ser destî dadena û deygut:

- xałxałoke! małe xałim le kwêye?

xałxałokeke berew her layek hełfiřîba be pêkenînewe deygut:

- wefa! małe xałim lew bereye.

perî le dinyay bêxewş û xałî mindałîda dejya. eger gwêy le dengî pepûsîmane debû deygut:

ya eger leglegêkî dedî ke çîlkey be demewe heray dekird:

- ḧacî legleg pûşkey dizî, wełła be mamey dełêm. ḧacî leglegî gel gelî pûşkey dizî beşqî ’elî.

bîrewerîy zemanî mindałî seyre hergîz lebîr naçêtewe. tawêk le tepkî kema mamewe û řabirdûm hêna berçaw. axrî weřê kewtimewe. derwêş wefa dîsan çuwe nêw dinyay xeyałewe. katî şêw kirdin bû. řeşe hêlke û tematey le pêş řonayn û awxorîyekî do le tenîşt dana. goranî le dway goranî biław debowe. ḧesen zîrek, řesûł nadrî, tahîr xelîlî û... xudaxudam bû zû nan xwardinekeman dwayî bê û gwê bideme paşmawey beserhatî seyr û semere û serinciřakêşî derwêş wefa. xerîkî ça xwardinewey bûyn ke maşênêk leber derkey çayxaneke řaygirt. dû kes lêy dabezîn. ke çawim pêyan kewt geşamewe, kak ’ezîz şařox û kak ḧusên řehber dû hunerwerî gewre û benawbangî şarekeman berew mehabad deřoyştin û bo wiçandan layandabuwe çayxaney gwêzan.

kak ’ezîz şařox dengî zor xoş û nask û hestibziwêne. katêk deyłê pyaw debate nêw dinyay xeyałewe. kak ḧusên řehber mamostay mosîqaye û çend sazan be karameyîyewe lêdeda, bełam «bizok»ekey dengî dawetewe. yekřast berew ême hatin. danîştîn û şewêkî xoşman řabward. derfetêk hełkewtibû ta le hunerî ew hunerwerane kelk wergirîn. tikam lêkirdin û diłyan neşkandim. kak ’ezîz destî pêkird:

- to deryamî!

be řwanînî dû çawî şînî bêbinit...

to deryamî...

be şepolî lence û larit,

be tûřeyî car be carit...

be şenge jînît, be samît...

şê’rî xuda lê xoş bû kak sware bû. kak ’ezîz çakî gut. dengî diłinşîn û asmanîy kak ’ezîz diłî piř kułukoyî bîseranî awpiřjên dekird. dengî melêkî nazdar bû ke hełdefřê, sûřî deda û hawřê legeł şîbay diłřifên le nêw dar û dewenî lêřewarda melanî daristanî delawandewe. kak ḧusên řehber gyanî weber bizokekey nabû. le nêw dengî le diłan aşnay bizokekeyda twabowe û berew kořî perîyan bałî girtibû. ew dû hunerwere, deryayekî pan û berînyan dehêna ber çaw. deryayekî piř şepol... deryayekî şîn û bêbin, bê ewpeř, deryayek ke xo bo bestên dekutê, nasrewê, naḧecmê, aram nagrê, nawestê, degate bestên û degeřêtewe... bestên bê deng û mend, le cêy xoy řawestawe û çawî le diłřifênekey biřîwe... diłekuteyetî, bełam xořagre, sebrî zore, be hîwaye řojîk diłdarekey řam bê û xoy le amêzî bawê... herçî diłî heye, deryayekîşî heye. ewîndar debê diłî be qera derya bê ta bitwanê bijî û bajwê....

- to deryamî....

be aramî serim hełêna û çawim le derwêş wefa kird. be kiłołîm hate berçaw. şemêk bû ke bebê hawar kirdin desûta û detwayewe... gyanî bibû be esrîn û le deryay qûł û bêbnî çawe şînekanîyewe tik tik be dem birjangewe deřjane xwar... firmêskekan hełdewerîn û nedeman, win debûn... gyanî derwêş wefa ewîndarî řasteqîne, debû be firmêsk û pêşkêşî xoday ewîn dekira. zigim pêy sûta. awrim boy têber bû. demwîst hawar bikem:

- besye derwêş! bełênît pêdedem beserhatit binûsmewe. bîkeme kitêb, biławî bikemewe ba tewaw xełk bizanin ke çit dîwe û çit beser hatuwe... tuxuda derwêş! besyetî metawêwe... nîwegyan bûy. ba em nîweyeş bimênê ta beserhatî xotim be tewawî bo degêřyewe. ba qewlî xom bitwanim berme ser....

wîstim hawar bikem:

- kak ’ezîz! bezeyîtan be derwêşda bê. giřtan têber da... awirtan da... êwe le kwê dezanin le pişt em řwałete mend û hêdîye çi deryayekî piřşepol heye. nazanin ke le diłî em pîrepyawe, em konektêbeda agirpijênêkî piřxiroş girfey dê weha ka agir kifare bika û min û êwe û tewawî lêř û doł û çya bisûtênê û bika be xełoz..., bełam zimanim bestirabû û nedegeřa... dû hunerwer hoyan dabowe... be cadûy huner emnîşyan wek derwêş telîsim kirdibû... her çonêk bû goranêyeke dwayî hat. derwêş be bêdengîyewe çawî le şwênêkî nadyar biřîbû. dyar bû wek pelepûşêk le ser deryay bê sinûrî xeyałda çewaşe buwe. xozge bimtiwanîba biçme nêw mêşkîyewe bizanim çî têda řadebrê?

kak ’ezîz şařox ke ḧałetî derwêş serincî řakêşabû, řûy têkird û gutî:

- mam derwêş wa dyare toş dił aşnay. dekirê etoş be şê’rêk, goranîyek mîwanman bikey?

derwêş be aramî serî wergêřa û çawî lêkird û gutî:

- pêşînyan gutûyane «şê’ir, sêḧrî ḧełałe». şê’rî cwan gyanî mirof awpiřjên deka. şa’îr be cadûy şê’ir kar le mêşk û bîrî bîser deka. dyare her kes çeşne şê’rêkî pêxoşe eger pêtan xoş bê şê’rêkî ’arfanetan bo dexwênmewe.

wêkřa gutman:

- zorman pêxoşe....

derwêş be çeşnêkî diłgir em hozaney xwêndewe:

ey etoy deryay piřşepol û bê sinûr

bo şew û şewgarî min kangay nûr!

çoře’awim, dîlî çwarçêwey řikem

to zirêy bê ew peřî, emnîş tikem

’îşqî toye hoy jyan û manî min

yadî toye agirî sûtanî min

to minî, min to, edî bo dûrî lêm?

çolbiřî řêtim keçî besrawe řêm

em diłem tawê bebê to nasrewê

dêm berew to, berhełistim dête řê

berhełistî pêgeyînî min, «min»e

xom debînim, xawenî xom lê wine

«min» minî xistuwe be dem bestênewe

to minî, to min le «min» bistênewe

xom nîşan de ey selîbî tom le mil

ba wekû sîna bisûtêm, bibme kil

leş ke sûta serdemî hermanme

leş řikey tarîk û tengî gyanme

destî min bigre ke bo dîn bûme dîn

ba çiro derka nemamî pêgeyîn

katêk derwêş şê’rî dexwêndewe zanîm ke le ’îrfanda zor lêzane. katî şê’ir xwêndinewe le dinyayekî dîke dabû, derwêşêkî le ewînda sûtabû, ’arfêkî xodayî bû katêkîş beserhatî xoy degêřayewe ewîndarêkî tasebarî bêqerar bû ke le diłdarekey bew lawe hîçî nededî. pêm seyr bû debê kesêk gîrodey dû ewîn bê? ya ewînî dinyayî be sûřî zeman cêy xoy dabû be ewînî xudayî? şê’rekey tewaw bû. sipasman kird. řûm le kak ’ezîzî şařox kird û gutim:

- kak ’ezîz emşo be asanî le yexet nabînewe. noret hatuwe. kak ’ezîz be řûxoşîyewe gutî:

- be çawan, şê’rî xembartan bo dełêm.

katêk kak ’ezîz goranî xembarî dest pêkird û dengî sazî kak ḧusên berz bowe, dîsan gole şînekanî dû çawî derwêş bebê dengî xiroşan, tofanyan lê hełsita û firmêsk řijane xwar....

diłim dîlî xeyałî xawe emşo

hemû dinya le min gořawe emşo

le dundî estemî bûn û nebûna

peşokarim, serim sûř mawe emşo

ecel bo girtinî kotrî jyanim

xerîkî dan û tepke û dawe emşo

leber çawim wenewşey sîsî hîwa

milî keç kirduwe û jakawe emşo

......................

......................

katêk kak ’ezîz geyşte em şê’re:

kizim, soranî şînim, mil be kwênim

perî bextim le min torawe emşo

 

derwêş řûmetî le nêw lepî dû destîda şardewe û serî berdayewe û le cûłe û hełbez û dabezî şan û pîlî zanîm be kuł degrî. zanîm wişey perî giřî le koy bizûtî gyanî berdawe. perî bextim le min torawe emşu... webîrim dê katîk mindał bûm û degryam pêyan degutim:

- eto pyawî, pyaw nagrî....

emnîş giryanekem qût dedawe û wam denwand ke negryawim. be bîrî mindałî xomewe pêm wa bû giryan bo pyawan şûreyîye, bełam ke gewre û gewretir bûm zanîm wa nîye, pyawîş degrî. kes natwanê le beramber nihêmî kułukoy derûnîda xo řagrê. katêk xem û cexar be lûzew hêrşyan hîna, bitewê û netewê esrîn hełdewerê. hełwerînî esrîn pêwîste. be giryan kułukoy derûn dademirkê. polûy xem û pejare debête jîlemo. pyaw aram degrê û hêdî debêtewe. herçend demzanî ew giryane derwêş aram dekatewe û eger firmêsk be hanayewe nehatba têkdeşka, wird debû, dehařdira, legeł eweş bezeyîm pêyda dehat.

mîwanekan, ew dû hunerweraney ke serukaryan legeł hestî derûne û le hewraz û nişêwî bîrî bîser degen û be yekem serinc dezanin kê ehlî diłe û hestî heye, ke çawyan be derwêş kewt firmêskyan de çawan geřa. hestim kird ke hemû hêz û twanay xoyan wekar xist û wîstyan goranîyeke tewaw biken, bełam çi tewaw kirdinêk? wîstyan ew hestey ke wirdewrde deryandebřî koy kenewe û yekcê wederî xen... agiryan le dar û berd berdabû... derwêş desûtaw, bê dûkeł detwayewe. kak ḧusên tewawî hêzî xoy dabû be sazekey. nałenałî sazekey geyştibuwe asman. kak ’ezîz le gyanî xoy mayey danabû. goranîyekey hełpaçî û be tewawî hêzewe dwayîn şê’rî xwêndewe:

şine dîlî şewî şewgare hawar

ne estêre, ne şewba mawe emşo

 

goranî dwayî hat, yekêk gutî:

- tek nemirin, yaxuda her řawestaw bin....

çawim gêřa, çayçîyeke û řeşe û çwar pênc mişterî çayxane ke giştyan le dewranberî êmeda řawistabûn û wek ême efsûnî huner bibûn, kak ḧusên daway le min kird şê’rêkî bixiwênmewe. emnîş em şê’rey mamosta hîmnim dest pêkird:

egerçî şew direnge saqî bom têke kemêkî tir

ke wa emşo serî hełda le naxmida xemêkî tir

le bade em jeme têr ke minî tînûy cigersûtaw

be çî dyare ke deybînim şewêkî tir, jimêkî tir

katêk geyştime em dêře:

nema xanî heta çîrokî ’îşqî ême dařêjê

dena hêşta le kurdistan dejîn zîn û memêkî tir

derwêş lebere xoyewe wirtey lêhat:

- her mem dejî. gyanî zîn lemêje le asmanan degeřê.

pêm waye her emin gwêm le dengî derwêş bû. bew qiseye xem daygirtim. derwêş akamî beserhatî perî dirkand. perî nemawe, bełam çon? mird, kujra, xoy kuşt?

bezmî şê’ir û goranî dwayî hat. çayekî dîkeman xwardewe û kak ḧusên řûy le derwêş kird û pirsî:

- mam derwês xełkî kwêy?

- xełk tewawî erdî xudam.

- wa dyare zorit sard û germî dinya çêştuwe, dekirê bîrewerîyekî xotman bo bigêřîyewe?

derwêş wefa henaseyekî hełkêşa û gutî:

- jyanî min hemûy bîrewerîye. em biraye bełênî dawe beserhatî min bikate kitêb. eger xuda yar bê deyxiwênîyewe.

kak ’ezîz gutî:

- legeł eweş pêman xoşe gwêman le beserhatîkit bê, wa dyare zorit dinya dîwe....

derwêş destêkî be simêłîda hêna û gutî:

- sałêk çûme hewraman. hewramanim nedîbû. mebestim zyařetî ḧezretî weysî mahîdeştê bû. ew sał le tewawî kurdistanda wîşkesałî bû. le gundekanî hewraman «bûkebarane» yan saz kirdibû. pêyan degut «wêwebałê», mindałan deyangêřa û deyangut:

wêwebałê! serû pîran

waran bwaro pey feqîran

wêwe wate bûk le mełbendî sineş pêy dełên «wewî» «bałê» be menay bałe. le seryek wate «bûkî bałdar». wêwebałê ya bûkebaraneyan swênd deda be serî pîran, pyawçakan ke baran bibarê bo feqîran. ke çawim be wêwebałê kewt, bûkebaraney mełbendî xomanim webîr hatewe ke mindałan be kûçe û kołananda deygêřn û dełên:

bûkebarane awî dewê awî nêw dexłanî dewê

hêlkey bařokanî dewê herzanî sałanî dewê

geyştime gundêk be nawî «nêcar» le nîzîk «pawe». ewdem ew gunde penca mał debû. řûm le tekyeyek kird be nawî tekyey «şêx ḧeme’ezîz», şêxêkî lêbû be nawî şêx «qadir». pyawêkî xudayî bû. be řûxoşîyewe be xêrhatnî kirdim û řêzî lênam. şewî sêşemo bû. dway şêw kirdin bezmêkî derwêşaneyan saz kird. nezmî wam nedîbû, dengî defe û hûhûy derwêşan ta dûr deřoyî. derwêşan zergyan le xoyan deda. awryan dexward. şûşe û bizmar weber nedekewt. bezmî derwêşanim zor dîbû, bełam hîç kamyan be qed ew şewe karî lênekirdibûm. hestim kird ta ew dem pûşêk bûm be dem bawe. ba le her layekewe hatba emnî legeł xoy debird, bełam ew şew be diłimda hat ke eger cêgeyek hebê destî pêwe bigirim le sergerdanî řizgar debim. ḧałetêkî seyrim be serda hat. katêk zikir tewaw bû erzî şêx qadryan kird:

- qurban! xełk zor nîgeranin. wîşkesałîyekî kemwêneye. çon debê?

şêx qadir fermûy:

- xuda řeḧîme. dûsbey îşałła baran debarê.

nemzanî bo gutî dûsbey? pêm wa bû leber diłxoşîy xełk way gut, bełam wek botan degêřmewe wa bû.

şêx qadir be zarawey hewramî dedwa. her çend ewdem be başî têy nedegeyştim, legeł eweşda qisekanîm pê xoş bû. pêm xoş bû her bimdiwênê. beyanî mał’awayîm kird û berew pawe řêm dagirt. pawe şaroçkeyekî diłgir bû, xełkêkî mîwandostî bû. lamdaye çayxaneyek. her mestî qisekanî şêx qadir bûm. bo gutî: dûsbey baran debarê...? lew fikiraneda bûm ke qisey dû kes serincî řakêşam. be zarawey hewramî qiseyan dekird, bełam hêndêkî têgeyştim. basî wîşkesałîyan dekird. yekyan gutî:

- qerare sibey «şêxe barane» biçête zyařetî ḧezretî weys. diłnyam nagate ewê baran debarê. bîrim lêkirdewe debê şêxe barane kê bê? sibeynê çone baran debarê? şêx qadrîş her bełênî dabû ke şewî heynî baran debarê! çi pêwendîyek le nêwan qisekanî şêx qadir û seferî şêxe baraneda heye? xom pêřanegîra, řûm le dû kesekey kird û gutim:

- birayne! ew şêxe barane kêye?

yekyan gutî:

- wa dyare ẍerîbî û xełkî êre nî, dena şêxe baranet denasî. şêx «nesreddîn» pyawxasêke lêre tekîyey heye. katêk wîşkesałî dê, berew ḧezretî weys deçê û le řêga nwêjebarane deken û hêşta nwêjekeyan tewaw nabê ke dest be barîn deka. her boye pêy dełên «şêxebarane». nawnîşanî tekîyekem wergirt û weder kewtim. şêx nesreddîn pyawêkî nûranî û xudayî bû. ewîş be seruřûyekî xoş zorî be xêrhatin kirdim. şew le xizmetîda bûm û sibeynê berew mahîdeşt weřê kewtîn. penca kes debûyn. le řêgada nwêjebaraneyan kird. hêşta nwêjeke tewaw nebbû ke destî be barandin kird, ewîş çi řêjnebaraneyek. derwêş wefa îstêk bêdeng bû û gutî:

- legeł řeḧmetî xuda şad bê, êsta ne şêx qadir mawe û ne şêx nesreddîn.

***