baran barane

pêşkeşe be hunermend kak ḧuseyn yûsfizemanî
From the Book:
Qeɫay Řaz
By:
Zhila Hosseyni (1964-1996)
 1 minutes  1020 views
tinok tinok
lew dîw şûşey pencerewe şew ebarê
pencerekan ekemewe
baweş baweş bonî baran dête jûrê
-to des ebey kemançeket heł’egrî-
nêwçawanî monî bêdengî şeq ebat.
heta beyan
legeł baran sema ekeyn
semayekî nebînraw
awazêkî nebîstiraw
îtir şew û bêdengî û xew
ezřên û tinok... tinok
etwênewe û ebin be hełmêkî namo
pencere řêgayan eda
ew dîw şûşe
bonî sing û berokî ’aşîqan eka
baran...baran
baran çaw û....baran dił û...baran der û baran ban û
baran hemû jûrekemî piř kirdewe.
nemanzanî çendan sałe
çendan mang û řoj û kate û
le keyewe legeł baran sema ekeyn
ke xoretaw
bizeyekî piř bextyarîy tê girtîn
bûyn be wişe û le şê’rêkî baranîda
bûyn be goranîy
jînêkî heta heta....