mindałî dwênêm to pîrit kirdim

From the Book:
Qeɫay Řaz
By:
Zhila Hosseyni (1964-1996)
 6 minutes  1229 views
«şew direnge
asman jinêkî awsî pê le mange
şar xamoşe
şeqamekan bebê çirke
leser singî řakşawin.
dartelekan
polîsêkî şewbêdarî řawestawin».
denke zîxê fiřê dira
pencereyek kirayewe
sûkê destê hate der û
destêkî tir xoy hełbiřî.
xirîngey bazne
bizeyek û
henaseyek
tirpey çen pê
qoxeyek û
sûçî çen perdey ladraw.
- xwaḧafîz.
- xwat legeł bê.
-xoşim ewêy!!
- çaweřêtim.
dway çirkeyek
pencereyekî daxraw
birûskeyekî nûştawey
çesp lêdraw
lenaw miştêkî qûçawda
parêzraw
ser û qijêkî şêwawî ałozraw
lařûmetî sûrewebû
serê şikaw
ax û oxey têkeł kiraw
desřeyekî bon mêxekî girê diraw.
tawê leser dem û dił û tawê serçaw.
 
şew direnge
asman jinêkî awsî pê le mange.
şar xamoşe
jûrekeyan
perdeyekî diłxiwazaney piř le şadî û mêhir û awat
zawa tûle nemamêkî qît û qoz û
bûkekeman
şoxe kiçêkî qeşenge.
 
şew direnge
mamanêk û çen serejin
çayî û şîr û xwaye aman.
jinêkî cwan leser kase jan bijardû
çaw derpeřîw
’areq û firmêsk têkeł bû
le takewşî mêrdekeya aw exwat û
maman şeket xew lê kewtû.
 
şew direnge
bêşkeyek û zeřneqûtey xew lê ziřaw
jinê mandû beser bêşkewe danûştaw
laye laylaye, řołekey daye...
pirxey bawkê
letaw azarî řojane
şeket kiraw.
 
şew direnge
qûtabîyek, momêkî çaw be firmêsk û
sopayekî piř biłêse
beser kitêb û deftera
nûştanewe
wenewzêk û dwan û syan
çaw pirwandin, çayî xwardin
kitêbêk û dwan û syan.
 
bûmelêłî beyanîye....
asman jinêkî awsî pê le mange
řeng biřûsqaw
şar piř le dengî qur’an û katî bange
katî bange.
darteleke
polîsêkî şewnexewtûy
kałewebûy zor bêdenge.
çawî zerdî
biřîwete desřeyekî bon mêxekî girê diraw
be sozewe
leser sing û çaw danraw
pencereke kułmî nawe be řûmetî kiçêkewe
miştî qûçaw
çaw hełmasîw
birûskeyek
be firmêskî şadî û azar
lenaw lepya loç û xûsaw.
 
bûmelêłî beyanîye
bûkekeman xoş xewtuwe
zawa engustîleyekî
lepişt serî bûk
danawe
 
bûmelêłî beyanîye
espenere esûtêt û
beser serî jinekeda
eygeřênin.
melotkeyek şetek diraw
lelay destyewe danraw
nêw çawanî be hewrîyek
tund tund pêçraw
bonî şîr û qoymax têkław
 
bûmelêłî beyanîye
pyawekeman
buxçey nanî nîweřokey
lelay destyewe danawe.
pûzewane heł’ekêşê.
jine bêdeng pyałe û kewiçk eşorêt û
her henase heł’ekêşê.
herçî eka diłî nayet daway lê ka û
lem kiraseş çaw epoşê
 
bûmelêłî beyanîye
mom sûtawe û
serî xamoş
le cestey twawe nawe.
qûtabîyek be şeketî řakşawe
xew ebînê direng çuwe û
le ezmûnekey cêmawe.
 
nîmeřoye
asman jinêkî awsî
tengetawe.
jan eygirê û mindałekey
tewaw qursayî dadawe.
şar piř le ẍełbey jyane
kuřekeman desřeyekî
bon mêxekî cwan qedkiraw
-çî nemawe, her emşew ta sibeynê.
kiçekeman
bo çen care
eçêtewe bo jêrxan û
be dizediz
birûskeke le goşey leçke derdênê
małewe biřyaryan dawe
dêyne dawat dûsbeynê
 
nîmeřoye...
bûk û zawa
dar û ’eşqen
nîga û pencere le yektirda
hełpêkawe.
xewnî řengawřeng ebînin
şadî û hîwa têkeławe.
 
nîmeřoye...
bezim bezmî kuřaneye û
nuqił û pûłe û be ser zeysana řijawe.
pêkenîn û gałte û cefeng
herkes nawêkî lê nawe
řizgar....řêbwar.... şêrko.... kawe.
pêkenîn û gałte û cefeng
herkes nawêkî lê nawe
řizgar... řêbwar...şêrko... kawe.
 
nîmeřoye...
pyawekeman
sûkê le kar des ekêşê
’areqekey nêw çawanî esřêt û
nan û penîr der’ehênê
ledwayîşa cigereyek da’egîrsênê.
be xoy ełê:
baş kar ekem bełkû newroz
kirasêkî tazey bo bikem.
jinekeman
mindałekey elawênê
mindał germî giřugałe û
etrîqênê
 
nîmeřoye...
qûtabîyek
berew mał egeřêtewe be fîkefîk
sirûdêkî zor aşna
ełêtewe,
her hemû pirsyarekanî
bêhełe cwab dawetewe
xoy ebînê mamostaye û
leser kilas dersî taze ełêtewe.
pizîşkêke û serêşekey daykî derman ekatewe.
 
êwareye...
asman jinêkî zeysanî
piř le xem û pejareye.
řengî zerd û çawî temawî
řołe kûjraw memkey le şîra tirincaw.
şar xamoşe
şar jinêkî kos lê kewtûy syapoşe
şeqamekan
le henasey bogenîwî
êwareda kip xinkawin.
dartelekan
polîsêkî laremlî bêdesełat
çiray çawyan danegîrsaw
biřwanête kostî wiłat.
kuře desřey bon mêxekî
le des berbû
çen teqela û îtir bêdeng
bêdeng xewtû
kiçekeman birûskekey
qaym girtû.
be awatî beyanewe
aram xewtû.
babe û kake û daye û dade
heryek le şwênê pał kewtû
çaw derpoqîw bê henase
 
êwareye...
bûk û zawa dû peykerey leyek aław
řeş dageřaw.
 
jine ebłeq
çaw le pencêreke piřbû
mîwanekan her kameyan le şwênêka
bêdeng xewtûn
korpe çawî nepşikûtûy
aram...aram...heta heta
xew lê kewtû.
 
dayke xinkaw
bawke mindał eřfênê ta berheywan
xoy ekêşê beser leşya û îtir
tewaw
qutabîyek beser kitêbewe nûstû
bizey şadîy serkewtinî her parastû.
 
serî şewe...
şar piř le dengî hawarî waweylaye
birařoye řołeřoye
çepoke û be sera edrê
destî ḧesretî bawkane û ejno egrê
bira biray xoy nanasê
her çepke gułî jakawe
em des û ew desî pê ekirê.
darteleke
polîsêkî kwêrî bepawe westawe.
şeqamekan
gořistanêkî gewren û
derkekanyan awełaye
demêkî piř le hawarin
çawêkî piř xak û xołî be pirsyarin
asman jinêkî zeysanî
xefetbare.