nwêjêk bo bałay dûrî to

From the Book:
Qeɫay Řaz
By:
Zhila Hosseyni (1964-1996)
 1 minutes  763 views
ke bałat ekem be kołeyekî nûranî û
le kanîy çawekanîşta destinwêj egirim
xwa dête xwarewe û îtir
bo dîtnî ser hełnabiřim
xoy dê le beranbermewe řa’ewestê
ke kiřnoşî bo ebem û
ser le sucdey heł’esawim
pê’ekenê û
diłnyayîm pê ebexşê
ewsa ebim be hetawêkî teqawe û
herçî azarî dûrîte
eysûtênim
ey azare kełegete
çawgeşeke!