mergî ewîn

From the Book:
Qeɫay Řaz
By:
Zhila Hosseyni (1964-1996)
 1 minutes  775 views
bo negryêm bo nekem giryan û şîn
dił le kułdaye û derûnî min xemîn
asman tarîke aso piř le kîn
wa ewîn emrê ewîn emrê ewîn
 
ke to hatî legełta pêkenîn hat
ke řoyştî henasey sard û heyhat
hemûy her hatuçûne karî dinya
be tenya her xeme herdê eger hat
 
xoş ew yarey şerîkî kat û dem bê
le şewgarî dirêja nûrî şem bê
dijî řojgarî çewt û tûş û naxoş
bo xatû zînî dił ew kake mem bê