hełfiřînî nêw tarîkî

bo hunermend ḧiseyn şerîfî
From the Book:
Qeɫay Řaz
By:
Zhila Hosseyni (1964-1996)
 2 minutes  855 views
to ’aşiqî bêdarît û
swarî espî xoretawî
to çirîkey, to hawarî
min zirîkem
jan û gîngiłî şewanem
to goranî û hełfiřînî û
serçiłî guł jwangete
min bêdengî û nałe û qefes baş enasim.
le małêka gewre bûyn û
le baweşî azarêka bałaman kird.
min kotir û berzeḧewayle û hełfiřînim xoş ewîst
bûkeşûşeyan edamê
ḧezim le serban û nêw kołan ekird.
nêw metbex û pişt pencere bû be cêgam.
ew katey wa to swarî xoretaw ebûyt
min bêzûm be řûnakî ekird.
lew řojewe çirîkey to
berz û beriztir ebêtewe....
xewekanim bała eken
çi gerdelûlêkî seyre
em xewaney eyanbînim
çi sermayekî naxoş pencey xistote ser şanim
çen sermame û
em şewanî çaweřwanî û çirkey se’at jimardine
bê kotayîn
biçrîkêne
xew le pêłûy çawekanim bitarêne
minîş ḧez le beyan ekem
girawî ’eşq û řûnakîm
hełfiřînim be xew dîwe û
daçłekîwim.
seyrim ke çon şewnxûnî buwe be hawřêy şewanim
em şewanem qed be jyanim nedîwe
şewanî bê biřanewe
xewbînîn û şewnxûnî?!
hełfiřînî nêw tarîkî û berizbûnewey berew asman
keçî le mîç gîrsanewe û birîn...birîn.