kitêb

From the Book:
Qeɫay Řaz
By:
Zhila Hosseyni (1964-1996)
 1 minutes  909 views
lew kateda
dirincî xem û tenyayî
henasekanim ebjêrin
nahumêdî derkey azarim lê edat
sîmirxî awatekanim
bałî mandûy lêk edat û
herçî ekat
penaberdê bo pişûyek
bedî nakat
katê serî kas û mandûm
êsgey ḧewanewe û têfkirînî
xoy win ekat
to dêyt û bew bize cwaney ser lêwanit
uxjin be gyanim ebexşî
namoyî û xem û tarîkî etarênî
baranî tîşk û řûnakî
beser kêłgey tînûy mêşkima
ebarênî
carî waşe
wek awêney bałanma
sîmay řeşî nezanînim pê enwênî
xoşim ewêy
ey to hawřê bêdenge mêhrebanekem
xoşim ewêy
ey kitêbî ser řifey dîwexanekem.