kiçeke gyan

bo ew kiçe cwaney le kořî edebîy mewlewî kurd şê’rî xwêndewe.
From the Book:
Qeɫay Řaz
By:
Zhila Hosseyni (1964-1996)
 1 minutes  1158 views
kiçeke gyan
pêş çawî to gelê çawim dîwe
masîy xozgey nîgakanim
řûbarî zor nîgay tirîşî nasîwe
bełam hîçyan hêndey çawe nermekanit
le katî xwêndinewey şê’rî diłdarîta
germ nebûn
kangay ḧeya û şerim nebûn
piř be naxî daykayetîm
xoşim wîstî
ew katey wa şermêkî cwan
lêwî gestî