pêşekî

From the Book:
Şarî Wêran
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 2 minutes  1117 views

xwênerî xoşewîst!

emin ne xom be nûser dezanim û ne pêm waye em kitêbe biçûke dembate řîzî edîbanî wiłatekemewe. nûsîn karêkî yekcar gewre û girane, betaybetî bo kesêkî ke hergîz be zimanî zigmakî xoy neyxwêndbê. ca ke wa bû çon detwanim îd’ayekî wam hebê? emin le ser em biřwayem ke debê le hemû derfetêk bo xizmet kirdin be edeb û ferhengî kurdî kelk wergîrê û eger lew barewe kemterxemî bikirê, tawanêkî gewreye. boye destim kird be nûsînî em çend meqaleye, bem hîwayewe ke lawekanman bo nûsîn han bida.

le nûsînî em kitêbeda têkoşawim be sakarî binûsim, pêm waye asewarî edebî - wek hemû hunerêk - nabê zor le řadey têgeyştin û hest kirdinî xełk nêwanî hebê û be kurtî «hunerî faxir» m be lawe zor pesind nîye. le saz kirdin û dataşînî wişe xom parastuwe çunke pêm waye, le layek zimanî kurdî, zor pan û berîne û zorman nyaz be saz kirdinî wişe nîye, le layekî dî eger saz kirdinî wişeyek pêwîst bê, ewe karî yek kes û dû kes nîye û debê kořêkî lêzan ew erke we esto bigrê.

lem kitêbeda de meqaley corbecorim hênawete ser kaẍez. ewaney ke serukaryan legeł nûsîne, baş dezanin ke nûsînî «meqale» zor hasan nîye, ca eger kemukûřîyektan çaw pêkewt, tikaye bom binûsin ta le nûsrawekanî dîkemda le ber çawyan bigirim.