pîrî řêbwar

From the Book:
Gunah
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 2 minutes  1306 views
pîrî řêbwar gutî:
zorî nemawe řêga
lem gewey serbikewîn
mêrgî diłxiwazî me xo denwênê
her tikey areqeyek
gułêkî deřwênê.
gel hemû tozawî
hemû mandû û şeket
areqe xwênî demî diřkî deşuşt
berzeko hêzî dekuşt
be wirdî tund û pitew
le gewey serkewtin
be şeqey bałî heło
bize hate demî xor
be çipey nermî şine
guł û gya derkewtin
pîrî řêwîng gutî:
ewe êwe û ewe mełbendî behar!
ewe êwe û gułî sûr!
katî wey hatuwe hełken ała
le hemû dundî sinûr!
pêşeway pîr gutî:
şew û şewgar řima
piştî zordar çema
tûşî û sexłetî û koyleyî û dîlî nema
sêbere û hełdê berew tarîkî.
 
bû be gowend û zemawend le hemû şwênî wiłat
hate ber darî xebat
hełkira agirî agirdanan
têkşika derkî hemû zîndanan
xoşî lawlawêkî geş bû ke dehała le wiłat
qafłey hatî berew xełkî dehat
her dehat
her dehat
şewnim, awêneyî bêgerdî xeyał
řûmetî nêrgize çawmestî le amêza bû
nwałe bijwên û berîn
le çya hałabû
zemzemey mosîqa
hełpeřînî kiçî nûr
hatuçoy espî keḧêl
kolkezêřîne mîdałî şadî
her yekew bałî fiřînî gel bû
řeng û deng têkeł bû