gelî hejar

bo şehîdî nemir simayl şerîfzade (simko)
From the Book:
Gunah
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 1 minutes  1163 views
gelî hejar û xemînim, le zułmî bêgane,
le gwên sehołî serî dundî lend û hewşînan,
ke taqetî nye xo řagrê leber germa,
twawe tik tik û řêy girte ber berew hîçî
gelî hejar û xemînim,
le katî hewłî dwayî ke nemrê, xo bigrê,
wekû sitêrî beyanî le astî tîşkî hetaw
legeł humêdî beserçûnî řoj û hatnî şew
nema, meḧu bowe...
gelê ke daneyî topî zemane neydeşkand,
le jêrî barî giranî gunahî pêşînyan,
wekû wenewşey milkeç le astî hêrşî ba,
bebê ewey ke bipařêtewe û binałênê,
çemawe, kom bowe..
xuda! çi zułmêke?
şiney şemałî beyanî ke bonî guł dênê
le bo me tînî semûme, ke mirdinî le gełe
ewey ke xadmî gel bû, dehat û xoy denwand,
le bextî ême ewêstê le dujminanî gele...
 
xuda! hełînegrî,
xem û ewende be kê hełdegîrê ey hawar...?
çilon bimênê gelî wa hejar û řenc be xesar...?