xofroş

From the Book:
Gunah
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 1 minutes  1106 views
her kate cêyek,
herdem le şwênêk,
her şew be mestî,
mîwanî nwênêk...
 
bêkes û tenya
dîlî dawî xem,
řojgarî şewgar
ogrî matem
 
berew nehatî
deçête pêşê
tawanbar nye
tawan dekêşê
 
tirîfey mange
le nêw kelawan
şemamey cwane
bo destî lawan
 
camî jyane
bełam şikawe
taze yek bigrê?
xeyałî xawe...
 
řojê deybînî
gułêk peřpeř bû
yek be yek dełê:
- ewîş le des çû