dûbeytî

From the Book:
Gunah
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 4 minutes  3568 views
zemendî ’îşqî min kwa şîne bê to?
henasem sard û dił xemgîne bê to
řeşe řojim le çeşnî çawekanit
hetawî bextekem bêtîne bê to
***
demêk awir, demêk awim bebê to
melî hêlanesûtawim bebê to
serim sûř mawe ey sirwey beharan
heta emřo çilon mawim bebê to?
***
giřî, nûrî, bitawênî, betînî
gułî bonxoş û cwan û agirînî
biłê ey axrîn hîwa leber çî
weha şêwaw û şemzaw û xemînî?
***
le badey çawî to min mestî mestim
xudakirde kewa cwanî perestim
kemêkî dî le çawanim binoře
biła bibziwênê hoş û bîr û hestim
***
eto pak û betînî çeşnî polû
xeyaławî legwên ’îşqî ledesçû
min û toyan le yek kird dûzmanan
xudaye! małî şêwê dostî dûřû
***
le çawîda xemanî ko kirawe
be řûyda derkî hîwa daxrawe
nemawe, peykerêke cwan û bê gyan
vênûsêke le sûçêk řonrawe
***
le min hawar û řoye tom le des çûy
wekû estêrey awabû le bistûy
be dił min tom dewê wek şê’rekanim
keçî bo min le gwên hełbestî winbûy
***
legeł bîrî ewînit ogirim min
le nêw xoma desûtêm, agirim min
çema piştim le jêr barî xemî to
gułim! em bare ta key hełgirim min?
***
behare û kurdewarî xemřewêne
kej û lapał û nwałe diłřifêne
be sirwe guł hemû xemłîwe emřo
beharî min! etoş çawan hełêne
***
eger şêtî kiçêkî çawkejałim
meken lomem, mełên xawe xeyałim
tewjimî ba gułî jînî řifandûm
ewîşim bo nemênê wey be ḧałim
***
wişey to cwantirîn şê’rî xudaye
qiset, maçit, bizet bo min řewaye
le astî min debête şê’rî şeytan
cwanê! kwanê şertî yarî waye?
***
beharî ême dê û xunçe dexemłên
der û deşt û çya giştî deřengên
legeł yarî betasey dûre zêdim
deçête seyrî nwałe û mêrg û bijwên
***
ewa zistane bendî bendî bendim
nemawe pêkenîn û qam û bendim
becêt hêştim le dawî bend û bawa
keçî detkut: leber to lêre bendim
***
ewa newroze xemłîwe kej û ko
eto pêt waye min çonim bebê to?
xemînim, lêwbebarim, diłişkawim
le naxî cerg û dił hełdestê boso
***
wekû kwêstanî temgirtûy wiłatim
le şewgarî xema damaw û matim
bełam nûrî humêdim her le diłda
heta hem çaweřwanî řojhełatim
***
mełê çon bûm û êstê boçî awam?
mełê boçî legeł yaran nehawam?
diłim piř bû le dawa û pirsyaran
ne cwabim bû, ne kes gwêy da be dawam
***
pejare û sexłetî hawałî řêmin
berew her kwê deçim kołêke pêmin
be tenya hoy jyanî min gułêke
ke cwan û naske wek şê’rî hêmin
***
be tenya mamewe wek dûre’ade
were tawêk xemî jînim be ba de
lenêw camî meya řûy tom bedî kird
ke firmêskim tika nêw camî bade
***
demê ko nîweşew hełdê le dem ko
be ko esrîn le çawim dê le swêy to
demit bêne demê bo dem demanê
mehêłe xem le dewrî min bibê ko
***
xwên eger biřjê le ser ta pêmewe hêşta dełêm:
kurdim û kuł nadem û dujmin le xakim derdekem
çit le destî dê bike ey dujminî bedfeř! ke min
ya dekujrêm ya kelakî pîsî to senger dekem
***
«zemend» m mosîqay xoşî ewîne
gułî bonxoş û cwan û awrîne
dwanî herwekû qaspey kewane
bizey mend û dił’estên û betîne
***
ḧałetêkî ke dû çawit heyetî
emnî xistote nêw gêjî xeyał
gêj dedem, sûřê dexom nasrewm
bûme babirdełe û dîlî şemał
***
çaweket sêḧre, telîsme, řemze
çon detwanim ke le ḧandî nebezim
řazî hermane û aramîdere
şadîye bo dił û gyanî weřezim
***
lêweket kanîy jyane, cwane
be bize dîn û diłim deřfênê
bo wite katê depşikiwê wek guł
xem le řûbergî jyan namênê
***
to vênûsî, perîy, awatî diłî
cwantirîn şê’rî xuday řûnakîy
giřî nêw tarîkîy şewgarî řeşî
xwajnî cwanî û çakî û pakîy