seferî wawan

From the Book:
Gunah
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 2 minutes  1063 views
«ferhadPerson» ke serqafłeye baş dezanê
řê hetłe bika bo kej û ko û çom û derawan
carêkî demanbate çya û estem û bistû
carêkî demanxate çem û gom û kenawan
tirsim emeye hênde biřoyn takû degeyne
lêř û kejî «dawdawêLocation» û «mamkawêLocation» û «sawanLocation»
«nokanLocation» û «zełêLocation» û «tûjełLocation» û «nêwzengîLocation» bipêwîn
řû keyne gelî bê’emegî derpê nemawan
pêman hemû kun kun buwe bem tîẍ û pelane
diřkî de benê êstê penamane le tawan
bem çingeřne çon debřê bendenî wa řijd?
tînûyî çilon deşkê be swêrawî giřawan?
bîstûme dełên lew geweye gey sedî wek min
lêk botewe bê derfetî řêy çare be gawan
pêy pêwe debê herçî nepêwî û bipêwê
řêy zebir û zirîngane ne naḧałî û xawan
 
naka le nekaw pê bixzê lem gewe sexte
biglêyn û nebînînewe serkewtin û kawan
pêm wa bû ke nîzîke keçî êstê detirsêm
bê dîtnî wawan bigeme dû geze cawan
hîç care nîye basî sere řexne le «ferhadPerson»
zor zebir û zirînge û gelêkî dawe le awan
wa başe ke bêdeng bim û «ferhadPerson» neẍezrê
çim dawe le basan û le demgiwan û le qawan
min pîrim û «mam qalePerson» le min konektêbtir
kes nê biłê pîrîne çitan dawe le lawan?
«îqbałPerson» legeł êmeye emřo ke, egîna
nawman deşorawe le nêw defterî nawan
min tobe dekem lemřokewe ta demî mirdin
nakem hewesî dîtnewey kawlî wawanLocation