dayê tu megrî

From the Book:
Şefaq
By:
Cigerxwîn (1903-1984)
 3 minutes  1486 views
rom û ’ecem tev welat vegirtin
bindest dijîn em, ji ber ku kurdin
çira û rewşen li me vemirtin
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
xwendin nehşitin li nav me kurdan
ne hiş,ne bîr man ji êş û derdan
ev bax û bustan, ji dest xwe berdan
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
şêx û began tev em kirne kola
bê maf û bê cî berdane çola
dan ser milên me darên dehola
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
mizgîn! tu şabe va em dixiwênin
azadîxwazên cihan dibênin
divê ku dijmin bi zor derênin
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
va em şyarbûn, xwende û zana
me rê tev girtin ji ber nezana
zû, zû me naskir ev reng dizana
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
dijmin du nifşin : hundir û derve
hinek di binve, hinek di serve
kurdên nezan jî tên me bi serde
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
divê ji bo te em rast bibêjin
bindest û kola tim jîndirêjin
nabin xwedî maf, xwînê nerêjin
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
em tev diçin tên, dolab û çerxin
mebîne ko em cwan û ferxin
divê ku dijmin ji nav xwe derxin
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
divêt bi leşker herin zinaran
konê xwe vegirin li pêş neyaran
êrîş bikin em bi gullebaran
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
reşa xwe bavêj, dayna cilên xwe
kelaşînkofê bavêj milên xwe
xeman em derxin ji nav dilên xwe
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
sûndê dixun em bi pût û late
heta ku negirin zab û ferate
serbest nikarin em bêne ba te
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
rabe bi hevre em herne şaxan
derman bikin jin : laş û kelaxan
ronî bidin xweş rengê çiraxan
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
milên xwe bidne milên me şêran
di şevreşan bin rengê sitêran
şêr tevde şêrin, çi jin çi mêran
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
dayê em xortin xwîna me germe
bindest bimênin ji bo me şerme
ta kengî dijmin paşa li ser me ?
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
îdî me navên ev reng û ev jîn
em tev şyarbûn ferhad û şêrîn
em guh didêrin dengê cigerxiwînPen name
ger bêne kuştin, dayê tu megrî!