azadîxwazim

From the Book:
Şefaq
By:
Cigerxwîn (1903-1984)
 3 minutes  1265 views
tîp û lekên kurd ketin zinaran
li hawîr bumba bû gułebaran
êrîs dibin der komên neyaran
de rabe ser xwe, kurê min rabe!
şev ta sipîdê me nîne qet xew
cihan li ber me dibîte rewrew
nêrkew nexwenî, çi bê’î mêkew?
de rabe ser xwe, kurê min rabe!
bavê te çû şer, şêre li meydan
êrîş dibin ser îran û tûran
destên xwe dan hev kurmanc û dostan
de rabe ser xwe, kurê min rabe!
kengî mezin bû, divêm bixiwênî
rewşa cihanê tu xweş bibênî
ji nû tu karî dijmin derênî
de rabe ser xwe, kurê min rabe!
keç û kurên kurd hemî şîyarbin
ji bo serbestî hemî li karbin
ji hevre dostibin, dijê neyarbin
de rabe ser xwe, kurê min rabe!
dijware dijmin, tûran û firse
gernas û mêrbe, ji wan metirse
sibê şyarbû, li min mepirse
de rabe ser xwe, kurê min rabe!
ji bo xweşbin dem û gevên te
ezê sipîdê biẍê bavê te
bere zwabin herdu çavê te
de rabe ser xwe, kurê min rabe!
milên xwe bidme milên berane
di şerda en tev xûşk û birane
êrîş bikin em, lê şer girane
de rabe ser xwe, kurê min rabe!
bizane, xwendin ji bo we derman
da ku bizanin qanûn û ferman
derxin ji dil em van tirs û şerman
de rabe ser xwe, kurê min rabe!
destên xwe bidne destên çepên rom
bibin partîzan bi leşker û kom
carek metirsin ji «hok» û «fantom»
de rabe ser xwe, kurê min rabe!
dibî bavê te di şerde bimrî
zinhar kurê min nebî tu bigrî
em tenê kuştin ji bo tu nemrî
de rabe ser xwe, kurê min rabe!
dijmin naçî der bi lav û gazê
xwînê nerêjî naẍê daxwazê
siba diçim şer divêm tu razê
de rabe ser xwe, kurê min rabe!
şex û melan em tev kirne derwêş
ev bû du sed sal, em bûne berbêş
ba bêne kuştin, nemên ev eş
de rabe ser xwe, kurê min rabe!
şîn tê bi xwînê dara serbestî
îdî naxwazin dîlî, bindestî
ev êlperestî, ev olperestî
de rabe ser xwe, kurê min rabe!
mirovperestim mîna cigerxiwîn
serbest bijîn tev, ne wek «mem û zîn»
jîna serbestî, divê me ev jîn
de rabe ser xwe, kurê min rabe!