pêşekî

From the Book:
Karmamz
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 3 minutes  967 views

xwênerî xoşewîst!

sałî 1343y hetawî (1964z), ew katî le zîndanî «qizłiqeła» y taranda be tawanî kurdayetîyewe gîrabûm, çîrokêkim be zimanî farsî nûsî be nawî «runak ahwî kuhistan» wata «řûnak mamzî kwêstan» ke bedaxewe le hełsukewtekanî jyanda, legeł zor şê’ir û nûsrawe û çîrokî dîke fewta û le nêw çû, bełam çonyetî çîrokekem her le bîr mabû takû le sałî 1358 (1979y z) le binarî qendîl be degmen legeł pêşmergeyek aşna bûm û bîrewerîyekî xoy bo gêřamewe. beserhatî ew zor wek beserhatî qaremanekanî çîrokî min deçû. legeł xom biřyarim da ke beserhatî «řastî» y ew pêşmerge qaremane legeł beserhatî «xeyałî» y qaremanekanî çîrokî xom awête bikem û bîkeme çîrokêk, destim pêkird. hêşta nîweçił bû ke be daxewe lêm le çomî «kełwê» kewt û legeł hêndêk nûsrawey dîke aw birdî. serlenwê destim pêkirdewe. be hoy jyanî pêşmergayetîyewe bo her kwê deçûm legeł xom debird û le her derfetêk bo nûsîn kelkim werdegirt takû şewêk le gundêkî lay «hewşar» ke le hodeyekî damnabû, topêkî dujmin we dîwekey dekewê û çîrokekey minîş debête bełagêřewey êwe. wazim lê nehêna û bo carî sêyem nûsîmewe, bełam em car xudawřastan twanîm le řojî 1360/8/20 le gundî kawłanî nawçey gewrkî mehabadda tewawî bikem.

wek îşařem pêkird «karmamz» pirdêke le nêwan «hebû» û «nebû» da, bełam beşî «xeyałî» yekey zortire.

le «karmamz» da jyanî kurdewarî, řabwardinî pêsmergayetî, dab û nerîtî dwakewtuwane, zułim û zorîyek ke le kiçan dekirê, xirawete ber çaw.

«karmamz», yekem çîrokî dirêjî mine ke de sał lemewber nûsîwme, dûr le kemukûřî nîye û lew barewe daway lêbûrdintan lêdekem û xudalêxoşbû mamosta «hejar» gutenî:

be kurdî pêt biłêm lêm megre îrad

dyarî şwanewêłey ałekoke

lem çîrokeda nawî qaremanekan û cêgekan «řastî» nîn, ca eger nawî kesêk ya cêgeyekî aşnatan weber çaw kewt, ewa be hełkewte.

bo hêndêk wişe ke řenge bo hêndêk kes namo bin, be zarawekanî kurdî ferhengokêkim le dwayî kitêbekeda saz kirduwe, lew ferhengokeyeda ew wişe «’eřebî» û «turkî»yane ke le zimanî kurdîda bûne baw be (’) û (t) dyarî kirawin. hêndêk le wişekan manay dîkeşyan heye, bełam ew manayane ke pêwendîyan be nêwerokî çîrokekewe heye destinîşan kirawin. ca ewe êwe û emeş karmamz.