26

From the Book:
Karmamz
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 8 minutes  806 views

zemawend û hełpeřkê taw le tawê xoştir û giştitir debû. kîj û kuř be hoy temenî lawetîyewe bê wiçan xoyan hełdawîşt. zorbey kuřekan le mizgênî manî wirya diłxoş û serxoş bibûn. mindał cilkî řengawřengî şayîyan leber dabû. tenanet jin û pyawî geřawe xemî jyanyan le bîr kirdibû ya lanî kem be bîrewerî kate xoşekanî jyanî řabirdû xoyan hełdefrîwand û sermest debûn. ewaney ke carcar wiryayan we bîr dehatewe yan çarenûsî mamz û tarayan dehênaye ber çaw, bo ewyan řeḧmet denard û bo emane bextewerîyan dexwast. yay guł û pereng le hemuwan pitir be mamzewe xoyan sexłet dekird. be dizîyewe firmêskyan deřişt, bełam be řwałet diłxoşîyan dedayewe û le çakî! we pyawetî! ḧemedempel dedwan. mamz pêkenînî pêyan dehat û ewanîş deyanzanî řast naken.

bangî îwarê dû deste jin berew małî kwêxa emer û ḧemedempel weřêkewtin ta be dab û nerîtî xoyan bûkekan bênne meydanî ber mizgewt û dway ewe ke řûberûy yektiryan řagirtin, byangiwêznewe û berew małe zawayan berin. legeł her destejnêk goranîbêjêk û dûzelejenêk bo bûk hênan çûn.

le katêkda bûknîyekan bo bûk hênan deçûn, aso be nihênî çawêkî le şîne dagirt û şîne zor be espayî, bê ewey kes bizanê bo piştewey mizgewt xuşî û lewêwe be telêkî hełgeřaw û dway tawêk bew çeşne geřayewe û xoy geyande aso û gutî:

- hemû şit amadeye û çawyan lêmane... .

hêndey pêneçû ke be şadî û çepłeřêzanewe bûkekanyan hêna, gořanîbêjekan goranî «tedarek û mubarek» yan degut û be heway goranîyekewe xoyan hełdesûřand û ser û destyan tekan deda. dûzelejenekan be tewawî hêzewe le dûzeleyan detûřand. bûkekan taray sûryan be ser dadrabû. awêne û çira û quř’anyan le pêş řagîrabû. her bûkêk baskî le qołî dû jinî geřawe dabû û çend kîjołe semayan le pêş dekirdin. gewre û biçûk têkdeçřijan û dewrandewrî bûkekanyan bernededa. mamz û tara legeł her hengawêk ke hełyandehênawe diłekuteyan zyatir debû. carcar destêkyan le piştêndekeyan deda ta le manî çeqokeyan diłnya bin.

bûkekan geyştine meydanî ber mizgewt. kwêxa emer û ḧemedempel her kam le layek le ser berzayîyekî řawestabûn. çend kes le dewruberyan bûn. her yeke mistêkî nuqił û wirdedraw le gîrfanda bû û amadey kirdibû ta be ser bûkekeyda hełîhawê. goranîbêjekan û dûzelejenekan yekyan girt û giştitir le pêşû bo yekdyan degêřayewe û be bûk û zawakanyanda hełdegut. katêk mamz be ber demî ḧemedempelda řed bû, ḧemedempel destî le gîrfanî na û nuqił û dirawekey be serda heławîşt. kwêxa emerîş her ew karey le barey tarada kird û mindałekan têweřûkan û her yeke bo ewey nuqił û dirawêkî zortirî weçing kewê pałî be ewî dîkewe dena. çelçeleş şeřyan le nêw dekewt û ewey zordartir ba deybirdewe.

gewrekan mindałekanyan řaw dena û řêgayan bo bûkekan biř deda. bûkekan wirdewrde le nêw herawhurya û çepłe û gořanîda berew pêş deçûn ta geyştine nêweřastî meydan û beramberî yektir.

dengî goranî û dûzele û çepłe û hera geybuwe asman ke le nakaw teqey dû tifeng giştî bêdeng kirdin... hemû seryan sûř mabû... le nêw diłî ew lawaneda ke deyanzanî çi base, şayî degeřa... be bîstinî teqe mindałewrdike destyan be zîqezîq û qîjeqîj kird û xoyan le baweşî kesukaryan hawîşt. hêşta derfetî bîrkirdinewe be kes nedrabû ke dengêkî pyawane guřřandî:

- mebzûn! eger gyanî xotan xoş dewê bê qiseyîm meken!

dengeke tawêk xamoş bû. lew nêweda mamz xawen dengekey nasîyewe û be pełe tarakey tûř hełda û wirtey lêhat:

«derwêş» ...!

ewaney le dewruberîda bûn wişey «derwêş» yan bîst. be taybet tara. taraş ke le bin tarawe çawî le mamz bû, tarakey xoy fiřhełda. derwêş dirêjey be qisekanî da:

- xuşk û birayne! kes netirsê: ême tenya karman be dû napyawe, dû gelfiroş, dû caş, dû diřinde ke bo damirkandinî hewa û hewesî xoyan dû kîjyan fîda kird û nexşey kuştinî «wirya» yan kêşa... .

emca dengî beriztir kird û gazî kird:

- kwêxa emer! ḧemedempel! werne pêş...!

kwêxa emer û ḧemedempel tewawî leşyan delerzî, řengyan be řûyewe nemabû, quřgyan wîşk bibû. detgut gey bendenyan yek be yek tirazawe. şayîyan lê bibû be şîn. pîs pêwe bibûn û řêgey řizgarbûnyan bo nemabû. çaryan nebû, be leşî lerzokewe çûne pêş. çawêkyan le dewruberî meydaneke kird; çwar kes be çekewe çwar qujbinî meydanyan girtibû. yekêkîş le nêweřastî meydanda destûrî deda. ḧemedempel gêj bibû, neydezanî ew pyawey le kwê dîwe. her çonêk bû kwêxa emer wedeng hat:

- kake! ême wiryaman nekuştuwe. qerar bû wirya bibête zawam. kes neyzanî bo kwê çû. paş maweyek hewałî kujranî hat... .

- diroyan meke dirozin! eto ewê şewê neçûy le xewt wexeber nehêna, nameyekit nedaye bîba bo «xiłe» y birat bo gundî qełakon, dawat lê nekird destibecê weřêkewê? emeş nameket, dîsan ḧaşa dekey?

namekey bo hawîşt û kwêxa emer be tirs û lerzewe namekey hełgirt û nasîyewe. ber lewe qiseyekî bika derwêş gutî:

- dway wederkewtinî wirya eto û ḧeme be çekewe be şwênîda neçûn, le hewełî dołetûda her kam le layekewe teqetan lênekird? her ḧaşa dekey? emeş bizane wirya mawe û her zînduwe... .

be bîstinî ew qiseye ewaney lewê bûn şukiraneyan bijard û geşanewe. mamz çawî le çekdarekan kird, bełam hîçyan wirya nebûn. çend car wîstî hawar bika:

- edî kwa wiryay min, bo dyar nîye...?

bełam şermî kiçane û kot û zincîrî jyanî kurdewarî berhełistî ew kare bû. jinan tûkyan le kwêxa emer û ḧemedempel dekird. tara ke bîstî wirya mawe xoy pêřanegîra û mamzî le baweş girt û esrînî şadî le çawan hate xwar... derwêş îşařeyekî be çekdarekan kird: sê kesyan hatne pêş û de kwîxa emer û «ḧemedempel» yan xuřî:

- wepêş kewn...!

ewanîş wek pezêkî bo serbiřan biřwa, bê peleqaze řêgayan girte ber. her wirtewrtî tûkî xełk bû ke beřêyan dekirdin. dû gurg, dû diřinde, dû caş ya gwêyan lew tûkane bû û didanyan be cergî xoyan dadegirt ya tirs çawyanî kwêr kirdibû û gwêyanî keř... .

dway řoyştinî ewan «derwêş» yan be nawî xoy biłêyn simko legeł dyako maweyek qiseyan bo xełk kird. basî řabirdûy ḧemedempelyan kird ke le nawçey xoyda çend kesî pêwekirduwe û çendî be kuşt dawe. lebarey kwêxa emerewe dwan û xeyanet û cenayetekanyan gêřayewe, betaybetî lebarey pêwebûn û kujranî řizgar û hawałekanîda zor dwan. řizgar pêşmergeyek bû ke neydehêşt zordarekan zułim le řenickêşe hejarekan biken. ewe bû ke xełk xoşyan dewîst û nemanî hoy pejareyan bû.

dyako û simko katêk diłnya bûn hawałekanyan kwêxa emer û «ḧemedempel» yan dûr xistuwetewe, mał’awayîyan kird ke biřon. ber le řoyştin simko řûy le mamz û tara kird û pirsî:

- êwe detanewê çibken?

mamz wełamî dayewe:

- ême hîç kesman nîye biçîne lay. le layekî dî debê çawman be wirya bikewê.

- ke waye detwanin legeł ême bên.

tara gutî:

- baş bû êwe karî êmetan hasan kird. qerar bû min û mamz ewan bikujîn. ewey gut û legeł mamz çeqokanyan leber piştênd derhêna û be xełkyan nîşan da... hemû deyangut:

- řûtan sipî bê... .

«lawên» le qulîniçkêkî gutî:

- kiçî kurd debê wa bê... her bijîn!

dway řoyştinî simko, dyako, mamz û tara norey aso bû ke bo xełk qisan bika... .