24

From the Book:
Karmamz
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 5 minutes  764 views

şewî pêncişemmo dway şêw kirdin goran carêkî dî bernamey karî sibeynêy dûpat kirdewe. kuřekan giştyan amade bûn. her yeke erkî xoy baş dezanî. wirya le hemûyan zyatir diłî swar bû. xudaxuday bû zû řoj bêtewe. oqrey lêhełgîrabû. hełsita le eşkewt weder kewt. çawekanîyek le tenîşt darebenêk dehate der û be lûzew berew naxî doł şoř debowe. berdêkî pan le qeraxî řonrabû ke car û bar wirya le serî řodenîşt û melî xeyałî lewêwe berew dinyay řabirdû hełdefřî û paş sûř û xuldaneweyek, temaşay dîmenî wek bûmelêłî dahatûy dekird.

ew şeweş bo ewey weřezîy xoy bişkênê, dîsan çowe le ser tateberdekey danîşt û pałî we darebenekey da. dengî melanî lêřewar têkeławî xuřey awî kanî debû û mosîqayekî gyanperweryan dexułqand... şiney arambexşî şemał be heway ew mosîqaye gełay daranî wesema xistibû... mang, řûgey diłdaran, wek cwanekçêkî şermîn xoy le pişt geła û liq û poy daranda ḧeşar dabû û carcare ke geła û hejgeł le dîtnî ew kîje hemîşe cwane mest debûn û xoyan bem la û ew lada dadeda kemêk řûbendî le ser řûy wela deçû û xoy denwand... carêk lew carane bû ke çawî be wiryay ewîndarî bêqerar kewt ke le jêr darebenî ew berî dołda çawî têbřîbû... detgut wêney mamzî têda dîwe ke çawî lê nedetrûkand... mang bezeyî pêda hat û bo ewey le neş’ey badey ewîn xumar nebêtewe, xoy beriztir kird û be çakî xoy nwand... .

her ke perde le ser řûmetî bûkî asman welaçû melanî lêřewar geyştine ewpeřî mestî û serxosî... dengyan beriztir kird... detgut bexêrhatnî deken û pêyda hełdełên... .

wirya çawêkî be lêřewarda gêřa. heta çaw heterey dekird daristanêkî çiř û piř bû... serî hełêna çawî le çetrî darebenekey jûr serî kird. «syamend» y webîr hatewe. ew gyanbazey řêgay ewîn û diłdarîye ke be gyan fîda kirdin le řêgay ewînî xecî diłdarîda çuwe řîzî aşqe benawbangekanî mêjuwewe... dîsan melî xeyałî aramî negirt û berew dinyay řabirdû hełfiřîyewe... serdemî mindałîy we bîr hatewe ke nenkî çîrokî xec û syamend, mem û zîn, nasir û małmał, şêxî sen’an û... bo degêřayewe... zemanî mindałîy û lawîy be bîrda řabird... we bîrî hatewe ke taqane û nazdar bû û be fîkirîşî danedehat řojêk awarey kej û ko bê. dîmenekanî řabirdû dehatin û deçûn... katê «kaweys» daway lêkird bête řîzî şořşewe û wêřay lawekanî dî dest be xebat bika, katê ke destey ewan nasran û naçar bû řaka û xoy weşêrê, kanîperî, mam birzû, pûr estîlan, kwêxa emer, ḧemedempel, mamz, aso û... giştî be berçawda hatin û řoyîn... we bîrî hatewe ke çon firîwî zimanlûsîy kwêxa emerî xwardibû û eger bextî yar neba êsta baristayekî gił le ser gedey bû... be xoy gut:

- řaste dełên «pyaw ta nemrê nazanê çî lê beser dê.»

beserhatî wirya lanî kem boxoy seyr û semere bû. melî xeyałî le sinûrî řabirdû û dahatû nîzîk debowe... we bîrî hatewe ke çend řoj ber le aso legeł çend kes le hawřêyekanî be řênwênî simko hatbûne dołeşîn û her ke çawî be ew kewtibû kem mabû kut û piř bê... siław û řojbaşî lebîr çûbowe. le amêzî girtibû û wek şêtan gutbûy:

- wirya! wirya gyan! erê ewe boxotî, mawî, biřwa bikem, edî bo deyangut kujrawî û termekeştyan dîtotewe...?

- wa başe, ba her wa bizanin... .

- bêçare mamz nazanî le swêy to çî lêhatuwe? edî bo wełamî lê nanêrî û le manî xot agadarî nakey û le syaçałî nehatî û çareřeşî derînahênîyewe?

- carê ba her wa bizanê ke nemawim. tikaye toş basî meke.

- başe deng nakem, bełam nazanim çonit pê biłêm...?

- boxom dezanim. le ḧemedempel mare kirawe. detewê ewem pê biłêy?

- a. «tara» ş... .

- bełê. taraş le dawî kwêxa emer kewtuwe, bełam nîgeran mebe. kwêxa emerîş û «ḧemedempel» yiş ew awatey debene jêr gił... .

katêk aso berew kanîperî degeřayewe hemû şitêkî dezanî. wirya bîrî le sibeynê kirdewe:

- sibeynê bo min, bo mamz, bo tara řojêkî çarenûssaze... axo çon debê? mamz destî le min şorduwe, lenakaw bizanê emin mawim diłî řanawestê, axo le dwayeda çon debê? le dahatû...?

deyan pirsyarî bê wełam mêşkyan desmî. nuqmî deryay xeyał bû. neydezanî lew demeda çawe be firmêskekanî mamzî xembar legeł mang xerîkî řaz û nyazin û firîştey xewyan lê zîze... neydezanî ke karmamzekey le jêr barî giranî beserhatda çemawetewe û wird buwe... neydezanî hemîşe ask řaw dekirê, bełam em car ask deyhewê řawker řaw bika... .