21

From the Book:
Karmamz
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 4 minutes  763 views

jyanî zorbey gelî çewsawey kurd lêwane le xem û pejare, çermeserî û kwêrewerî, şêwan û şemzan, henasesardî û lêwbebarî. mamzîş wek kiçe kurdêk dîl û koyley nakokîyekanî jyanî kurdewarî bû.

hawtakanî le henderan ewey be bîrîşyanda nedehat xem û cexar bû. ewan le komełêkî bextewerda dejyan. dersyan dexwênd û deyan sergermîy wek sînema, telewîzyon, şano, park, geřan û kayeyan hebû. řadey zansityan debirde ser û be bałî mosîqa û edebewe berew cwantirîn mêrg û bijwênî jyan hełdefřîn û bîr û hoş û gyanyan bo jyanêkî pêskewtuwanetir perwerde dekird. le nexoşî û řûtî û birsîyetî dûr bûn. keçî mamz wek pepûleyekî řezasûkî bałnexşîn kewtibuwe nêw gêjî nehatîy û nahumêdîyewe. carcare peleqajey manî bû, bê ewey kes hawarêkî lê bibîsê.

eger kesêk bitwanê be goranî, be mosîqa, be wite, be şê’ir ya le her řêyekî dîkewe derdî jyanî bigêřêtewe, derdekey lê sûk debê, bełam eger her le nêw xoyda bisûçê û bisaçê û twanay hawar û sikałay nebê, le jêr barî giranî xem û pejareda deçemêtewe, têk deşkê û dehařê... .

mamz ew nazdare bê naze, ew naskołe tenya û bêkese, ew sûregułałe jakawe, tûşî ew derde gewre û girane bibû. derkî hîway lê daxrabû. le małe xoyda hestî be bêgane bûn dekird. řayeł û poy jyanî leber yek biław bibû. çeşnî zerdegełayekî payîzî bû ke be darî jyanewe nûsabê. ziryanî jyankujî payîzî ew, be astem ew jyaneşî pê řewa nededî û bê wiçan hełîdesûřand... tenya hoy manî tołe bû... tołe le bawkî ke ew gişte çermeserî û çareřeşîyey le ser şanî bar kirdibû... tołey xoy, tołey daykî xoşînedîwî be awatewe kuçkirdûy, tołey wirya, taqe estêrey asmanî bê nûrî jyanî... her weha tołe le ḧemedempel ke derbestî fîdabûnî dû kîj, dû diłdar, dû firîştey pakîy nebû û her le fîkirî keyf û neheng û xoş řabwardinî xoyda bû... .

le komełî dwakewtû û jêrçepokey kurdewarîda lew mamzane yekcar zorin. yekyan taraye... ew newnemamey ke nyazî be şewawî xoşewîstîy û şewbay diłxoşîy bû... ew henasesardey ke le bedbextîy û çareřeşîda hawsengî mamz bû... taraş wek mamz le nêw syaçałî nalebarîyekanî komełî kurdewarîda kewtibû û wek şem le nêw xoyda desûta û detwayewe.. sereřay ew gişte kwêrewerîy û xem û kesere bibû be sengî sebûrî mamz, diłxoşîy dedayewe, diłnyay dekird ke ta dwahenasey jyanî le gełîyetî. bo tołe estandin peymanî legeł bestibû. lêy sûr bû ke wirya be dest kwêxa emer û kakî kujrawe. kakî baş denasî, deyzanî çi cenayetkarêke! zor şitî lê dîbû, dwayînyan ew şewe bû ke legeł kwêxa emer be şwên wiryada řoybûn.

legeł mamz bełênîyan pêk dabû ke le yekem şewî gwêstineweda nehêłn ḧemedempel û kwêxa emer, ew dû dêwezme xwênřêje, be amanc û awatyan bigen. swêndyan xwardibû kelakyan bixen û wêkřa serî xoyan hełgirin û wedway çarenûsî nadyaryan bikewn.

bo xełkî gundî kanîperî hîç şik nemabû ke wirya be destî kwêxa emer û «ḧemedempel» ewe lenêw çuwe. mamz û tara le lay yay guł û çend jinî dîke ewey dîbûyan gêřabûyanewe û swêndîşyan leser xwardibû. «qise kewte zarêkî, dekewête şarêkî», wirdewrde wird û dirişt têgeyştibûn ke kwêxa emer û ḧemedempel bo xatrî damirkandinî kułukoy hewesî diřindaney xoyan serî wiryayan le gom nawe û mamz û taraşyan fîda kirduwe. tûkyan lêdekirdin. be xwênî seryan tînû bûn. lêyan řûn bû ke kwêxa emer caşe, boye kes neydewêra xoyan têbgeyenê.

her çonêk bû řojî heynîyek mamz le ḧemedempel û tara le kwêxa emer mare kira. le řojî marekirdinyanda wek dû peykerey bê gyan, bêdeng bûn. hewłyan deda tenanet firmêskîş hełnewerênin... biřyar dira şewî heynî dahatû byangiwêznewe... .