15

From the Book:
Karmamz
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
 6 minutes  827 views

ew řoje soran dway xwardinî nanuça le małe mela xalîdî weder kewt û dîsan le nêw dêda xerîkî firoştinî wirdewałe bowe. nîzîkey se’atêk řabird ke le dûr çawî be mela xalîd kewt. mela xalîd le mał hate der û le ser swêy bermałekeyan mendîlekey hełgirt û destêkî têwerda û le serî nayewe. bew core soran zanî ke «mamosta» ḧazre û xerîkî řoyştine. «soran» yiş pêçekey her bew çeşne hełgirt û daynawe. mela xalîd řêgay dagirt û le gund weder kewt. soranîş wirdewrde şimekekanî ko kirdinewe û be layekî dîkeda dêy be cê hêşt. le bin dargêwjêk mela xalîd çaweřwanî bû. pêkewe le řêga layanda û le nêw lêřewarî çiř û piř, le pena û pesîwêkî nedîwda řonîştin. maweyekî dûrudrîj be qise řayanbiward û çaweřê bûn. le piř mela xalîd gutî:

- ewa hat... bo xoyetî, «qoytas» e.

le bendenî ew berewe kabrayekî kewawpantoł qaweyî berew berzayî kêw, gewey debřî. soran micrîyekey be cê hêşt û mał’awayî le mela xalîd kird û be şwên qwêtasda kewte řê.

qoytas yekêk lew şeş caşane bû ke le xirapeda hoy dabowe û le layen řêkxirawewe biřyarî lenêwbirdinî dirabû.

qoytas le bendenî lay nîsarî ew çya berzeda çałebefrêkî hebû ke hemû řojê êwaran deçû befrî dehênayewe. ew řojeş taze deyewîst le řêga labda û berew çałebefrekey biřwa ke «soran» y geyştê. soran gutî:

- kake mandû nebî!

- xudat lê řazî bê. boxot be xêr bêy.

- sipas... erê řêgay «qełakon» be kwêdaye?

- bew yałeda dadegeřêye xwar degeye dûřêyanêk, be řêy çepda têhełdebî... .

- qełakon lêrewe dûre?

- řêgay se’atêke. êre biłînde, hêndêk weser kewî lêt weder dekewê.

qoytas be şwên ew qiseyeda gutî:

- legełim were pêt nîşan bidem.

- na... zeḧmetit nadem.

- zeḧmet nîye. emnîş her weser dekewm, deçim befrî dênim.

bo soran ta êre baş pêşhatbû. qoytas wirdewrde bîrî lêdekirdewe ew pyawe debê kê bê? ewe le «berdepan» małî xeřazî defroşt. edî wirdewałekey çî lêhatuwe...? ewe bû ke pirsî:

- kake! şimekekanit çi lêkirdin?

- kêhe şimek?

- emřo wirdewałet nedefroşt?

- ba..., le dê be cêm hêşt ta degeřêmewe.

- bo deçîye qełakon?

- xizmêkim lewênderêye deçim serî lêdedem. řenge bînasî «kwêxa xile».

- başî denasim. pêkewe biraderîn. siławî minîşî pê bigeyene. biłê qoytas lêy depirsî.

- be çawan.

bew qisane şikî qoytas welaçû. geyştine lay çałebefrekey gutî:

- eme çałebefrekeme. were «qełakon» yişt pêşan bidem.

- sipast dekem.

qoytas wepêş kewt û çû ser berzayîyekî. le dûr gundêk dyar bû, gutî:

- ewe «qełakon» e.

soran ke lew gutubêje mebestî ewe bû ke qoytas berew dundî çya berê, gutî:

- başe xo dekirê tawêk danîşîn hêndêk qisan bikeyn?

qoytas ew pirsyarey pê seyr bû. dîsan weşk kewt. debê çi qiseyekî pê bê? bew hoyewe pirsî:

- qisan bikeyn, qisey çî?

- lebarey kabrayekî caşewe... .

qoytas diłî daxurpa. hestî kird laqî we lerzîn kewtuwe, bełam weřûy xoy nehêna û gutî:

- caş...! kame caş...?

- caşêk be nawî qoytas ke ewêstê le beramberimda řawestawe. qoytas zanî ke pîs pêwebuwe, bełam xoy řagirt û be tûřeyyewe gutî:

- bizane dełêy çî, kes nazanê çi karey. ba lem kêwe hełtinedêrim... .

- dezanim dełêm çî. pêşt dełêm çi karem. emin pêşmergem. bo pêtwaye emin zûtir eto hełnadêrim...?

ewey gut û ber lewe ke qoytas şaławî bo berê xêra le baxełî demançeyekî derhêna û çexmaxî řakêşa û berew qoytas řaygirt. qoytas řengî bizirka. lêwî xwarewey be aşkira we lerzîn kewt. çi řêgay bo nemabowe. danîşt û destî kird be pařanewe û lałanewe:

- çit le min dewê?

- qisey řast.

- qisey çî?

- le pêwekirdinî «řizgar» û hawałekanîda çi dewrêkit buwe?

qoytas hêzî ejnoy şika. hebesa. her çonêk bû be dengêkî lerzokewe gutî:

- nałêm «řizgar» m nedenasî, bełam emin pêwem nekirduwe. ḧazirim swênd bixom.

- swênd...? hełbet swêndîş dexoy ke xizmetîşt kirduwe!

- xuda dezanê... .

- êmeş dezanîn. ca dełêy bot bigêřmewe?

- fermû.

- katêk řizgar û hawałekanî bo kobûnewe deçne dołî «gułan» eto legeł kwêxa emerî dost û hawkarit nameyek bo «yaney casûsî» denûsin û řaportyan lêdeden. namekey ke nûsrawey to debê, dedey be kwêxa emer ke boyan berê. kwêxa emerîş le řêgada namekey toy lêdekewê ke ta êstaş pêy negutûy, bełam deçê her be ziman řaportekey deda.

- be xuday emin agam lê nîye.

- edî eme çîye, ḧaşay lêdekey?

soran emey gut û nameyekî hawîşte ber demî qoytas. qoytas çawî le namekey kird û nasîyewe. nûsrawey xoy bû. qisey pê nemabû. demî îşk bibû. «ne asman hełîdekêşa, ne erd qûtî deda». cêgey ḧaşa nebû. bêdeng bû û mirteqî lêbřa. bêdengîyekî ke gyanî detwandewe. soran be serîda guřandî:

- bo lał bûy...?

qoytas be zeḧmet serî hełêna û pirsî:

- detewê çim lêbkey?

- carêkî dî be cwanî bîxwênewe.

qoytas serî beser kaẍezeke dagirtewe. soran zor be teřdestî û zîrekîyewe ta hêzî têdabû be demançekey le pişt estoy řakêşa. qoytas nałeyekî kird û bêhoş be lada kewt. soran destî kird be geřanî gîrfanekanî. le nêw diraw û şimekekanîda kartêkî wênedarî têdabû, kartî mûçexorîy yaney casûsî û hawkarî legeł dujminanî gel. soran şimekekanî le gîrfanî qoytas nawe û karteke û namekey hełgirt û řakêşřakêş cestey qoytasî berew hełdêrgey ew berî çya bird. cêgayekî estem bû. dołêkî qûłî leber dabû. birdîye ser hełdêr û berew naxî dołeke hełîdaşt.

katê soran berew dołeşîn degeřayewe, mela xalîdîş řêgey berdepanî le pêş girtibû û lew fîkireyda bû ke çon be gundekanî dewruberda bigeřê û hawałekanî bidozêtewe û le katî dyarîkirawda biçne dołeşîn, çunke pirsey «qoytas» yişî le pêş bû... .